‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’

  • rojane
  • 20:46 30 Tîrmeh 2023
  • |
img
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku bal kişand ser şewatên ji aliyê leşkeran ve li Cûdî û Licê hatin derxistin û wiha got: “Daristanên li rojavayê welat ji bo rantê, daristanên li herêmê bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin.”
 
 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê derbarê şewatên li Çiyayê Cûdî û Licê ji aliyê leşkeran ve hatin derxistin û destûr nehate dayîn bên vemirandin û birîna daran a li Akbelenê li Parka Roboskê ya navçeya Peyasê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên Partiya Karkeran Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran axivî û wiha got: “Bi destê dewletê û rayedaran hem şewat tên derxistin hem jî ji bo rantê daristan tên birîn. Gelê ku dixwaze ji vê talanê re bibe asteng jî bi îşkenceyê tê binçavkirin. Li Cûdî jî gelê ku dixwaze şewatê vemirîne tê astengkirin.” 
 
Berdevka Demê ya Platformê Nûjiyan Yildirim ku li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî da. Yildirim bal kişand ser şewatên li Çiyayê Cûdî û Licê tên derxistin, destûrnedayîna mudaxileyan û birîna daran a li Daristana Akbelenê ya navçeya Mîlas a Mûglayê. 
 
 ‘HÛN PÊŞEROJA ME TUNE DIKIN’ 
 
Yildirim diyar kir ku daristan beşeke jiyanî ya hevpar û girîng a tevahiya mirovahiyê ne û wiha got: “Her şêwe helwestên li dijî xwezayê, bi mafê hawirdorê re têkildar in. Ji bo vê jî, vemirandina şewata daristanan di zûtirîn demê de hem ji bo pêşîlêgirtina texrîbata xwezayê û hem jî ji bo rêzgirtina li mafê hawirdorê hewcehiyek e. Daristan ne mîrateya me ya ji berê maye, ew pêşeroja me ne. Hûn pêşeroja me bi şewitandina daristanan û birîna daran tune dikin. Tevî hemû bang û bertekên aktîvîst, rêxistinên hawirdor û kedê ku sîstema ekolojîk ji ber germahiya global, qirêjiya hawirdorê û hwd di bin tehdîdê de ye jî şewata daristanan a li Licê û Cûdî ji aliyekî ve û komkujiya daran a li Akbelenê ji aliyekî ve bêhna me tengtir dike.”
 
‘DARISTAN TÊN TUNEKIRIN’ 
 
Yildirim, bal kişand ku dewlet û sermayeya ku dewletê kontrol dike li şûna rawestandina hilweşandinê, polîtîkayên ku rê li ber karesatên hawirdorê yên neqanûnî veke dimeşîne û wiha berdewam kir: “Daristanên li rojavayê welat ji bo rantê, daristanên li herêmê bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin.”
 
‘EM JI BO MUDAXILEYA LEZGÎN BIBIN DENG’ 
 
Yildirim, anî ziman ku şewata li Çiyayê Cûdî zirarê dide ekosîstemê û wiha berdewam kir: “Divê Cûdî li dijî talankirina xwezayê bibe herêmeke sembol. Ji bo polîtîkayên rantê bi hinceta ewlehî û aboriyê qebûn nekin, em ji bo mudaxileya lezgîn a şewatê bibin deng. Keştiya mirovahiyê li Cûdî dişewite.”
 
XWEST PÊVAJOYA HIQÛQÎ WERE DESTPÊKIRIN 
 
Yildirim xwest şewata li Cûdiyê û şewata heta niha destpê kiriye bê lêkolînkirin û fail bên tespîtkirin û pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin. 
 
Yildirim, xwest ku bi “Plana Çalakiyê ya Têkoşîna bi Hişkesaliyê re” ya were amadekirin li qadên bi şewatê ji holê rabûn dar bên çandin û bang kir ku ji bo şewatên li herêmê derkevin saziyên cemaweriyê yên têkildar bikevin nava liv û tevgerê û welatî ji tevlibûna xebatan re amade bin. 
 
 

Sernavên din

01/08/2023
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn