Bajarên kevnar ên Heranê

img
RIHA - Bajarên Kevnar Şûayîp Soxmatar ên li Heranê, ji ber bêxwedîtî û guhnedêriyê tune dibin. 
 
Bajarê Kevnar Şûayîp yê 38 kîlomtreyan dûrî navçeya Heran a Rihayê û Bajarê Kevnar Soxmatar ê 53 kîlometreyan dûrî Heranê, bi mîmariya xwe balê dikişînin. Lê belê her du bajar jî çendî di nava Heyînên Çandî û Dîrokî de ne jî, ji ber guhnedêrî û bêxwedîtiyê bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû ne. 
 
BAJARÊ KEVNAR ŞÛAYÎP
 
Bajarê Kevnar Şûayîp, li Taxa Şûayîbê ye. Tê gotin ku di dema Romayê piştî zayînê di sedsala 4-5'emîn de hatiye avakirin. Li bajarê ku bi avahiyên xwe dişibe avahiyên Romayê, gelek şikeft hene û li derdora wê bermayiyên sûran hene. Tê gotin ku pêxmeber Şûayîp wextekê li vir maye û ji şikeftên li vir duduya jê wekî cihê îbadetê bi kar aniye û bajarê kevnar navê xwe ji wî digire. 
 
 
BÊXWEDÎTÎ
 
Her wiha ji bo hin bermayiyên li vir tê gotin ku yên dêra ne. Li ber dîwaran hin kevirên lîstika Mangalayê hene ku tê gotin ev lîstik ya efrîkiya ne. Her wiha li vir hin peyker jî hene. Lê belê tê gotin ku piştî erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de çêbûn, hin avahiyên li vir jî hilweşiyane. 
 
 
SOXMATAR
 
Bajarê Kevnar Soxmatar ku tê gotin piştî zayînê di sedsala duyan de hatiye avakirin jî, bi bergeha xwe bala mirov dikişîne. Soxmatar ku navê xwe ji peyva "matar" a ereî ku tê wateya "baranê" hilgirtiye, li devereke wiha ye ku zivistanê gelek baran lê dibare. 
 
Soxmatar ku heya avakirina komarê jî warê suryaniyan bû, wekî bajarê Şûayîpê li ser girekî hatiye avakirin. Li derdora wê 7 gir hene û li ser van girna keleh hatine çêkirin. Tê gotin ku kelehên li vir ji bo raçavkirina stêrk û gerstêrkan hatine çêkirin. 7 gir jî ji bo raçavkirina stêrk û gerstêrkan hatine bikaranîn. Lê niha ji wan kelehan tenê du heb jê mane. Her wiha li vir gelek şikeft û li van şikeftan gelek peyker û fîgur hene. Derdora giran jî hem xaniyên kevirî hene hem jî îbadetxane hene. Li vir jî gelek şikeftên biçûk û mezin hene. Li hêla çepê ya têketina taxê peukerê Xwedayê Heyvê Sîn heye. Li kêleka Sîn peykereke din jî heye. 
 
 
ŞIKEFTA POGNONÊ
 
Li kêleka çepê ya têketina atxê gelek şikeft hene. Li şikefta wekî "Pognon" tê zanîn, peykerên 12 xwedayan û gelek gor hene. Lê ji ber ku bi salan nehatiye kontrolkirin, beşeke şikeftê wekî "metbaxê" hatiye bikaranîn û texrîb bûye. Sed medre wêdeyî şikeftê jî "bîra Hz. Mûsa" heye ku tê gotin Hz. Mûsa gopalê xwe li vir xistiye. 
 
 
Welatî Salîh Demîr ê li Taxa Soxmatar (Yagmûr) behsa Soxmatarê kir. Demîr derpêş kir ku şikeft û avahiyên li vir 5 hezar sal berê hatine çêkirin û got ku cihê ku ew lê ne wekî gundê Hz. Mûsa tê zanîn. Demîr got: "Malbata me 70 sal berê hat vir. Ez li vir çêbûme û mezin bûme. Gava ew ewilî hatin vir, ev der vihekî kavilbûyî bûye. Tenê şikeft hebûne. Ji Heranê heya vir qadeke 30 kîlometre bê av bû. Li vir 84 bîr hebûn. Lewma em hatin vir. Ji van bîran tenê ava 15 heban jê tê vexwarin." 
 
Salîh Demîr
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

03/08/2023
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin
11:08 TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
10:58 KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin
10:45 Li Îranê piranî jê kurd 225 kes hatin girtin
10:38 Xelkê Şengalê çû serdana gorên komî
10:05 ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
10:01 Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin
09:21 Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê!
09:07 ‘Divê li Cûdî û Akbelenê li dijî talanê refleksa hevpar bê nîşandan’
09:04 Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê
09:03 Berdana nivîskar Baltaci yê girtî 11 meh in tê astengkirin
09:01 Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN
02/08/2023
22:10 Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin
20:12 Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin
18:40 Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin
18:11 ‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’
17:44 Li Mêrdînê rageşiya DEDAŞ’ê: 3 kes hatin binçavkirin
17:09 Ciwanan bal kişandin ser şewatên li Cûdî û Licê
16:26 Xwendekaran zemên ‘serdema nû’ protesto kirin
16:03 'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’
15:56 Leşkeran êrişî nobeta xwezayê ya li Akbelenê kirin
14:36 Doza Kobanê: Dema li derveyî welat, bûyera neqewimî ya li Pendîkê birêxistin kiriye!
14:27 Erdogan û Putin li ser lihevkirina dexlê axivîn
14:11 Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin
14:10 Nehiştin malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê
14:10 Malbatê cenaze teşhîs kir lê nayê dayîn
12:49 Rejîma Îranê 2 kolber bi giranî birîndar kir
12:19 Çiyayê Garê hate bombebarankirin
11:46 Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin
11:33 Qeyûm şûştina peyarêyan qedexe kir
10:45 Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin
10:31 Pirtûka 'Berxwedana Zeriyan' derket
10:16 Şahidên Fermana 74’an: Heke tifaqa me hebûya dê dijmin nekariya qirkirinê bike
10:11 Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’
09:06 Ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê bang hate kirin
09:05 Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin
09:04 Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
09:04 Berdana girtiyê nexweş ê poşmanî lê tê ferzkirin cara duyemîn hate taloqkirin
09:01 Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be
09:00 Ekolojîst: Em dikarin dest bidin hev û pêşî li qirkirina xwezayê bigirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN
01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin