Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!

img
 
ÎZMÎR - Hatîce Calihan li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin û tehliyeya wê bi îdiaya “Xwendin û nivîsandina wê tune ye û tev li bernameyeke têkildarî perwerdeyê nehatiye kirin” hate taloqkirin. 
 
Hatîce Calihan di sala 2010’an de dema endama Meclisa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû li Amedê hate girtin. Calihan bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Ji bo kar nede kirin li ber xwe da” û “Propagandaya rêxistinê” hate darizandin. Dadgehê 15 sal û 30 meh û 15 roj cezayê hefsê da Calihan. Calihan 13 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin. 
 
Diviyabû Calihan di 3’yê hezîranê de bihata berdan lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wê bo 8 mehan taloq kir. Calihan ji dibistana amadehî mezûn bûye û xwendin û nivîsandina wê heye lê bi îdiaya “Xwendin û nivîsandina hikûmxwarê nîne û di pêvajoya girtîgehê de daxilî bernameyên perwerdeyê nehatiye kirin” nehate berdan. 
 
Di berdewamiya biryarê de jî ev hincet hatin nîşandan: “Greva birçîbûnê, berzkirina dirûşman, di dosyaya xwe de poşman nîne, 5 nameyên di demên berê de şandine bipirsgirêk hatine dîtin, di rojên neteweyî û olî de tev li tu toren û bernameyên bîranînê nebûye, ji pirtûkxaneya saziyê sûd negirtiye, tev li bernameyên qurs, perwerde, dersên qawîşê û perwerdeya olî nebûye û tev li xebatên rêberiyê nebûye.” Parêzeran li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. 
 
‘LI DIJÎ QANÛNAN E’
 
Parêzerê wê Abdulmecît Yildirim got ku dê îtîraza wan a li dijî biryarê bidome û ev tişt anî ziman: “Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di sala 2021’an de kete meriyetê û bi vê yekê re binpêkirin û derhiqûqtî zêde bûn. Yek ji van biryarên derhiqûqî jî ji bo miwekîla min Calihan dan. Bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê tune ye’, tehliyeya miwekîla min ji bo 8 mehan taloq kirin. Lê miwekîla min ji dibistana amadehî mezûn bûye û xwendin û nivîsandina wê heye. Heke ne zane jî ev nabe hinceta taloqkirina înfazê. Di heman biryarê de dibêje ku ‘ji pirtûkxaneyê sûd negirtiye.’ Ya ku hatiye kirin li dijî qanûnan e. Bi bandora atmosfera siyasî ve, bi hincetên vala nahêlin girtiyên siyasî bên berdan.” 
 
Yildirim, da zanîn ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di sala 2021’ê de kete meriyetê lê cezayên disiplînê yên salên berê weke hincet tên nîşandan û wiha bi dawî kir: “Zêde bi kar anîna avê, dikin hinceta taloqkirina înfazê. Lê belê dema girtiyekê din avê kêm bi kar tîne jî îcar bi îdiaya li gorî pîvanên paqijiye tevnegeriyaye înfaza wî tê taloqkirin. Gelek hincetên din ên wiha vala hene. Dibêjin girtî ji pirtûkxaneyê sûdê nagirin. Girtiyên bi sala ye di girtîgehê de, ji endamên şandeyê gelek zêdetir pirtûk xwendine. Lê bi hinceta ku di 6 mehên dawî de ji pirtûkxaneyê pirtûk nestandiye, înfaza wan tê taloqkirin.” 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

07/08/2023
09:01 Tevgerên ekolojiyê ku li Cûdî lêkolîn kirin: Li vir qirkirina çand, dîrok û xwezayê heye
09:00 Kevoka Aştiyê: Aram Tîgran
09:00 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ji xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me
09:00 Esnaf nikare bifiroşe, karker nikare mafê xwe bistîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'YAN
00:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû
06/08/2023
22:07 Li Duhokê êrişa SÎHA’yê: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
21:06 Ciwanan talana xwezayê bi pankartekê şermezar kirin
18:59 Karayê di 23 saliya xwe de hatibû girtin di 52 saliya xwe de hate berdan
18:48 Endamên TJA’yê Diyanet şermezar kirin
16:07 Telegram li Iraqê hate qedexekirin
15:50 Tirkiyeyê ava Rojava qut kir: 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin
15:42 Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin
13:36 Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin
13:20 Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
09:23 Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin
09:07 Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin
09:06 Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin
09:05 Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû
09:04 ‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN
05/08/2023
23:30 Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
22:26 Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan
20:50 Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
20:40 Panela azadiya çapemeniyê û medyayê: Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne
20:10 18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:50 Şandeya ekolojîstan ku xwest biçe Cûdî hate astengkirin
18:59 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:08 Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
16:44 ‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’
15:55 Xwestin girtiyê nexweş Guler ku ji sedî 94 astengdar e bê tehliyekirin
15:33 Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
15:13 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin
14:32 Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
14:13 Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan
13:42 Tevî êrişê jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xistin
13:31 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abdulhakîm Kartal pirsîn
13:14 Serokwezîrê Pakistanê yê berê Han hate girtin
13:04 Qedexeya li Çiyayê Bagokê hate rakirin lê operasyon didome
11:35 Li Licê û Hênê operasyona leşkerî
11:03 Meclisa Ciwanan ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet’ da destpêkirin
10:39 Weqfa Diyanetê 4 milyar TL kom kir û dahata xwe ji sedî 93 zêde kir
10:26 Walîtiya Wanê hemû çalakî û xwepêşandan heta 2 rojan qedexe kir
10:10 Rojnamevanê girtî Karakaş: Ev bû 2 sal em nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin
09:55 Parêzer Avci: Divê têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê guhertin bên kirin
09:39 Qeyûm proje paşguh kir, sîteya pîşesaziyê di nava taxê de ma
09:03 Ekolojîst: Herkes bêje ‘bisekine’ dê encam bê girtin
09:03 Halîse Aksoy bi ‘têkiliya’ keça xwe û kurê xwe yê mirî re hate sûcdarkirin!
09:02 Dîroknas Aydin: Çareseriya Lozanê Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:57 Li Dêrsimê konsera mîhrîcanê
04/08/2023
21:25 Li Mêrdînê operasyon hate destpêkirin
19:36 Li Wanê lehî rabû: Xanî hilweşiya, zeviyên çandiniyê zerar dîtin
19:17 Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê: Di bin çavdêriya dewletê de daristan tên birîn
18:52 Li Dêrsimê dengê stranên kirmançkî bilind dibin
18:38 Malbata Şenyaşar bi Serokê TBB’ê Sagkan re hevdîtin kir
18:30 Rojnamevan Yûrtsever li ser giliyê DEDAŞ’ê îfade da
18:12 Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê: Divê diyanet dest ji hewldanên xwe yên ku bandorê li darazê bike berde
16:37 Derheqê gardiyanên îşkencekar de serlêdana sûc hate kirin
16:20 HPG’ê di 25’ê tîrmehê de ragihandibû: Medyaya îktîdarê weke ‘deqeya dawî’ parve kir
16:19 Nobeta Aştiyê: Tehliyeya 271 girtiyan hatiye astengkirin
15:31 Hunermendan bertek nîşanî qedexeya Walîtiya Dêrsimê dan
15:11 Li Bazîdê cenazeyê ciwanekî hate dîtin
14:22 'Bila 3’yê Tebaxê weke Roja Qirkirina Ezidiyan a Navneteweyî bê qebûlkirin'
13:58 Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da
13:57 Rapora girtîgehan a Baroya Agiriyê: Tecrîd derxistine asta herî jor
13:22 DEDAŞ'ê trafoyên taxê rakirin
13:05 Tehliyeyên du girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin taloqkirin
11:55 Dewleta tirk êriş dike, PDK li Zapê rêyên nû çêdike!
11:41 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yanardag: Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?
11:29 Ekolojîst dê li dijî talanê li Cizîrê bin
10:56 Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin