Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin

img

DÎLOK - Karkerên tekstîla Artemîs û febrîkaya Erkaplanê ku ji bo mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin û mafên xwe yên sendîkayî di greve de ne gotin ku kardêr keda karkeran dixwin û divê karker ji bo mafên xwe li dijî vê yekê rabin. 

 
Li Dîlokê karker ji ber krîza aborî û bihabûnê êdî hatine wê astê ku nikarin debara xwe bikin. Karkerên ku bi mûçeyeke asgarî dixebitin ji ber ku nikarin debara xwe bikin dest bi grevê kirin. Karkerên xaliyan ên giredayî sendîkaya BÎRTEK-SEN'ê jî ji bo mafên xwe yên sendîkayî û mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin di grevê de ne. 
 
Karkerên xaliyan ên Tekstîla Artemîsê di 14'ê tebaxê de ji bo mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin dest bi grevê kirin. Piştî karkerên Artemîsê karkerên xaliyan ên febrîkaya Erkaplanê jî ji bo mafê xwe yên sendîkayî û mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin di 18'ê tebaxê de dest bi grevê kirin. Karkerên ku em bi wan re axivîn destnîşan kirin ku heta mafê xwe bi dest bixin dê dest ji çalakiya xwe bernadin û wê heta dawiyê li ber xwe bidin. 
 
Ji karkerên di grevê de yên li kargeha Xalîçeya Erkaplanê Tevfîk Guçlu (41) diyar kir ku ew karker nikarin mafên xwe bi dest bixin û wiha got: "Ev bi salan e pirsgirêka me ya ku em li febrîqeyê mafê xwe bi dest nexin heye. Ne tenê li febrîqeya me, li hemû kargehên Dîlokê pirsgirêka karkeran heye. Me jî ji bo em mafê xwe bi dest bixin yekitiya xwe çêkir û bi sendîkayê ve mafê xwe xwest. Lê patron ji me re dibêjin heta hûn ji sendîkaya xwe îstîfa nekin em we nagrin kar. Patron mafên me yên ku di destûra bingehîn de hatiye mîsogerkirin jî binpê dikin."
 
'PATRON ÊDÎ BI SER QANÛNAN RE NE'
 
Guçlu destnîşan kir ku heta ew mafên xwe bi dest dixin wê çalakiya xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwaza me ev e ku em karibin bi mûçeyeke ku pê debara xwe bikin bixebitin û bi sendîkaya xwe ve bikevin kar. Ez weke karkerekî xaliyan 10 hezar TL mûçe digrim lê bi vê mûçeye dev ji debarê berde, ez nikarim pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikim. Sendîka mafê me ye. Di qanûnan de jî hatiye mîsogerkirin lê çima patron li dijî sendîkayê ne fehm nakim. Patron li dijî mafê me yê qanûnî jî derten, êdî patron di ser qanûnan re ne."
 
'JI BER SENDÎKAYÊ EM NEGIRTIN KAR'
 
Ji karkerên di grevê de Suleyman Yuksek ku di heman febrîkayê de dixebite anî ziman ku ji ber ku ew sendîkayî ne ew negirtinê kar û ev tişt gotin: "Me daxwaza xwe ya zemê anî ziman lê daxwaza me qebûl nekirin. Li dijî vê yekê me jî dest bi grevê kir. Piştî ku me dest ji kar berda patron bi me re civînek li dar xist û daxwaza me ya zemê qebûl kir, lê bi şertekî. Got 'hûn ê ji sendîkaya xwe îstîfa bikin.' Me jî qebûl nekir, ji ber wê jî em negirtin kar."
 
'EM KARKER IN NE KOLÊ NE'
 
Yuksek di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku divê li dijî neheqiya patronan hemû karker bibin yek û wiha pê dê çû: "Ji ber ku sendîka ji bo mafê karkeran têdikoşê patron ji sendîkayan ditirsin. Em jî dixwazin bi sendîkayî bixebitin. Em hemû debara malên xwe dikin, bi vê mûçeye em nikarin tiştekî bikirin. Divê hemû karker ji bo mafên xwe rabin. Ji ber wê jî ez bang li hemû karkeran dikim ku bibin endamê sendîkayê û mafê xwe bixwazin. Em karker in, ne kolê ne."
 
'PATRON KEDA KARKERAN DIXWIN'
 
Ferhat Taşdemîr (42) ku li tekstîla Artemîsê dixebite û ji 14'ê tebaxê ve di grevê de ye da zanîn ku ji ber ku nekariye ji mala xwe re zebeşekî bikire dest bi grevê kiriye û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku em nikarin debara xwe bikin me daxwaza xwe ya zemê ji patronan re got. Lê me weke muxatab tu kes li hemberî xwe nedît. Li ser vê me jî dest bi grevê kir. Em weke karkerên xaliyan ên Dîlokê, sedî 35 pêdiviya xaliyan a dinyayê dabîn dikin, lê beramberî vê em nikarin debara xwe bikin. Ên xizan, em karker in. Dema em qala mafê xwe dikin bi çavekî xayîntiyê li me dinêrin. Patron keda karkeran dixwin. Dewlemend jî heqê xizanan dixwin. Li ser pişta me dewlemnd dibin, lê em nikarin debara xwe jî bikin. Heta em mafê xwe bi dest bixin, em ê dev ji çalakiya xwe bernadin."
 
MA / Mahmût Altintaş 

Sernavên din

23/08/2023
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan