Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye

  • rojane
  • 11:08 23 Tebax 2023
  • |
img

MÊRSÎN - Girtî Fecriye Benek li Girtîgeha Bayburtê tê ragirtin û dema xwişka wê Meryem Benek diçû serdana wê, di rê de qeza kir. Meryem Benek da zanîn ku ev 5 sal in nikarin xwişka xwe bibînin û ji bo xwişka wê sewqî girtîgeheke nêz bê kirin gelek serlêdan kirine lê tevek bêencam mane. 

 
Girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi zext, binpêkirinên mafan û sepanên keyfî û îşkenceyê di rojevê de ne. Di van demên dawî de sewqkirina li girtîgehên cuda weke sepaneke cezakirinê ya nû derketiye pêş û gelek zêde dibe. Girtî, li bajarên dûrî malbatên wan tên sewqkirin û bi vê yekê re malbatên wan tên cezakirin. Malbatên ku ji ber rewşa aboriyê nikarin biçin serdanê, mexdûr dibin û gelek caran jî qezayên trafîkê derbas dikin. 
 
Dayika bi navê Garîbe Aslan, di 18’ê tebaxê de çû serdana kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin û di dema vegerê de qeza kir û jiyana xwe ji dest da. Duh jî dema malbata Fecriye Benek a li Girtîgeha Tîpa Ma Bayburtê diçû serdanê li Meletiyê qeza kir. Dema malbat ji Mêrsînê diçû Bayburtê qeza kir û di qezayê de Emîne Ozgur û Meryem benek ku xwişkên hev in birîndar bûn. Her du xwişk rakirin nexweşxaneya Meletiyê û piştî tedawiyê jî ji nexweşxaneyê derketin. 
 
Meryem Benek ku vegeriya Mêrsînê, qala roja qezayê kir. 
 
EV 5 SAL IN NIKARIN BIÇIN HEVDÎTINÊ
 
Benek, da zanîn ku xwişka wê di sala 2012’an de li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 16 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn. Benek, wiha domand: “Piştî girtinê ji ewil li Amedê hate ragirtin, piştre sewqî Sêrtê û herî dawî jî şandin Girtîgeha Bayburtê. Ev bû 5 sal em nikarin biçin serdana xwişka min. Beriya niha bi 2 salan pandemî hebû lewma me qet nekarî biçin. Piştre jî wextê hevdîtinê daxistin nîv saetê. Ji Mêrsînê bo Bayburtê raste rast otobûs nînin lewma me gelek zehmetî kişand û bi salan nekarî biçin. Herî dawî di 21’ê tebaxê de ez, kurê min û du xwişkên min bi wesayîta taybet çûn. Saet derdora 23.00’an li ser rêya Meletiyê me qeza kir lewma me nekarî biçin. Wê şevê em li nexweşxaneya Meletiyê man. Piştî taburcu bûn jî em vegeriyan Mêrsînê. Ji ber vê me dîsa nekarî xwişka min bibînin.” 
 
SERLÊDANÊN SEWQKIRINÊ NEHATIN BERSIVANDIN
 
Bi domdarî Benek diyar kir ku gelek caran ji bo xwişka wî li girtîgeheke nêz were sewqkirin serlêdan kirine û wiha pê de çû: “Me bi dehan caran serî li Wezareta Dadê, Mid^riyeta Girtîgeha Bayburtê û Serdozgeriya Bayburtê da û xwest sewqî Mêrsînê yan jî bajarekî nêz were kirin. Tu dever neman ku me serî lê nedabe. Lê tevekan jî red kirin. Hemû derî li ser me hatin girtin. Ji ber ku min pir zêde daxwaznameyên sewqkirinê nivîsandin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bangî min kir û got; ‘tu çima ewqas daxwaznameyên sewqkirinê dinivîsî?’ Ev bû 5 sal yek kes jî neçûye serdana xwişka min. Pir dûrî Mêrsînê ye û otobûs yekser naçin wê derê. Lewma em zehmetiyê dikişînin. Em du rojan di rê de dimînin. Dayik û bavê min kal bûn lewma nedikariyan biçin. Bavê min hêj Fecriye nedîtî rehmet kir. Ji bo ku hêj dayika min nemirî carekê be jî keça xwe bibîne, min gelek daxwazname nivîsandin lê destûr nedan. Dayika min jî hêj keça xwe nedîtî rehmet kir.” 
 
JI BER KU PERE ŞANDIN DOZ LÊ HATE VEKIRIN
 
Di berdewamê de Benek da zanîn ku ji ber ji xwişka xwe re pere şandine derheqê wê de bi îdiaya “alîkariya madî dide rêxistinê” doz lê hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Serdozgeriya Komarê ya Bayburtê ji ber ku min bo xwişka xwe pere şandine, derheqê min de doz vekir. Di destê xwişka min de platîn heye û divê dermanên xwe bi taybet bi kar bîne. Her wiha fatûreyên ceyranê zêde tên. Li girtîgehê her tişt 3 qet bihatir e. Ez neçarim jê re bişînim û dê bişînim jî. Zexta psîkolojîk li malbat û girtiyan dikin. Girtiyan dişînin cihên dûr û dixwazin wan ji têkoşînê sar bikin. Dixwazin girtiyan bi tenê bihêlin û malbatên wan jî bêzar bikin. Şerekî psîkolojîk e. Malbatan ji hêlên madî û manewî ve dixin rewşeke zehmet. Bi van sewqan dixwazin hem malbatan hem jî girtiyan ceza bikin. Lê çi bikin jî ne girtî ne jî malbat ji têkoşînê sar nabin. Berevajî vê têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev polîtîkayên wan vala derdikevin. Tekane daxwaza me ew e ku xwişka me sewqî girtîgeheke nêz bikin.” 
 
MA / Dîlan Akyol
 

Sernavên din

23/08/2023
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin
12:53 Zarokek 10 salî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat qetilkirin
12:51 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir
11:24 8 jinên li dijî rejîma Talîban derdiketin hatin girtin
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan