‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’

  • rojane
  • 10:39 26 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran diyar kir ku li dijî tecrîda Îmraliyê dê hewldanên wan hebin û wiha got: “Divê li dijî vê bihiqûqiyê bê lêbê û belê deng were derxistin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin, ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayê girtin. 449 serlêdanên malbatan û parêzeran ji wê dîrokê ve kirin an bê bersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” hene hatin redkirin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Gîzem Mîran anî ziman ku li dijî tecrîda Îmraliyê dê bikevin nav hewldanên nû. 
 
PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD 
 
Mîran, anî ziman ku li Îmraliyê hem qanûnên netewî hem navnetewî tên binpêkirin û wiha got: “Ev rewş vegurehiya rejîma înfazê ya şexsî.” Mîran, bi lêv kir ku di serdemeke bêçareserî kûr bû de tecrîd jî hate girankirin û wiha got: “Nezîkatiya dewletê û desthilatan a têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, nêzîkatiya wan a li dijî tecrîdê diyar kiriye. Dema neçareserî hate ferzkirin û hawîra şer ji nû ve tê avakirin mirov dibîne ku tecrîd hêj bêhtir kûr bûye.”
 
Mîran, bal kişand ku di serdema bi Abdullah Ocalan re diyalog meşandin de hawîra şer û pevçûnê jî ji holê rabû û destnîşan kir ku rakirina tecrîdê dê di çareseriya astengiiyên pêşiya pirsgirêka kurd û demokratîkbûyînê de bi bandor bibe. Mîranê axaftina xwe wiha domand: “Weke hiqûqnasekê, weke parêzereke kurd dixwazim bêjim ku çareseriya pirsgirêka kurd di diyalog û dawî anîna hawîra şer de derbas dibe.”
 
BÊDENGIYA CPT’YÊ 
 
Mîran, anî ziman ku mekanîzmayên navnetewî jî têkildarî tecrîdê kêm dimînin. Mîran, bi lêv kir ku welatên endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê en ji ber têkiliyên xwe yên siyasî, civakî û aborî yên bi Tirkiyeyê re ji tecrîdê re bêdeng dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafên mirovan ên herî bingehîn, binpêkirina qedexeya muameleya nebaş û îşkenceyê qurbanî van têkiliyan tê kirin. Weke tê zanîn bi ser serdana dawî ya CPT’yê re gelek wext derbas bû. Lê hêj rapora xwe ya di vê mijarê de aşkere nekiriye. Her wiha em van agahiyan ji serlêdan, agadarkirina rayagiştî ya parêzerên Ocalan û ji daxuyaniyên meqamên navnetewî hîn dibin. Tevî serlêdana parêzeran a bi daxwaza tedbîrê ya ‘Em difikirin ku xetereya jiyanî heye, agahî jê nagirin’ jî CPT demekî dirêje daxuyaniyekê nade.”
 
‘HEWLDANÊN ME DÊ ÇÊBIBIN’ 
 
Mîran bi bîr xist ku di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya weke OHD dane destpêkirin de 775 parêzeran li dijî tecrîdê serlêdan kirin û got: “Ne ji serlêdana baroyan re ne jî ya me parêzeran re hêj tu bersiv nehatine dayîn. Lê dê di pêvajoya pêşiya me de hewldan û serlêdanên me çêbibin.” Mîran, anî ziman ku divê li dijî bêhiqûqiyê “bê lebê û belê” deng were derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em têkildarî vê yekê dîsa bang li meqamên darazê û îdarî dikin; divê bersiva hemû serlêdanên me yên me li gorî mewzueta Tirkiyeyê kirine bê dayîn û ev bêhiqûqî demildest ji holê bêrakirin.”
 
MA / Eylem Akdag
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/09/2023
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin