Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye

  • rojane
  • 09:10 15 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Endama Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Ayşegul Devecîoglûyê diyar kir ku Tirkiye statuya kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û got ku berxwedana gelê kurd rewa ye û divê civak jî li dijî van êrişan bitêkoşe. 
 
Piştî çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan a Tirk, dewleta tirk di 4'ê cotmehê de êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye di van êrişa de binesaziya bajêr û qadên jiyanê yên sivîlan hedef digire. 
 
Endama Lijneya Koordînasyonê ya Yekitî Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşegul Devecîoglû destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrişan statuya kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. 
 
Ayşegul Devecîoglû
 
NETEHEMÛLKIRINA STATÛYA KURDAN
 
Devecîoglû bibîr xist ku Tirkiye çalakiya PKK'ê ya li dijî Wezareta Karên Navxweyî kiriye hincet û dest bi êrişan kiriye û got ku Tirkiye hewl dide krîzê veguherîne firsendê. Devecîoglû destnîşan kir ku Tirkiye statuya kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehemûl nake û wiha pê de çû: "Hebûna Rojava, Tirkiyeyê nerihet dike. Cihê em jê re dibêjin Rojava, pergaleke nû ye, gel bi hev re lê dijîn. Tenê ne Tirkiye hemû serdestên cîhanê li dijî wê ne." 
 
‘ÇI FERQA ROJAVA JI GAZEYÊ HEYE'
 
Devecîoglû diyar kir ku armanca bombekirina binesaziya herêmê û çavkaniyên wê yên enerjiyê, parçekirina jiyana kolektîf e û got ku ev êriş li dijî peymanên navneteweyî û normên hiqûqa gerdûnî ne. Devecîoglû got: "Desthilatek heye ku dixwaze hebûna gelê kurd tune bike û bi neçareseriyê li ser lingan bisekine. Dewlet bi bacên ku ji me distîne çekan û bombeyan dikire û diçe wan li ser hin gelên din dibarîne. Îro tiştên li Rojava diqewimin çi ferqa wan ji yên li Gazeyê heye? Gaze jî di bin dorpêçê de ye, Rojava jî. Radibin Îsraîlê rexne dikin, lê li aliyê din jî êrişê dibin ser mirovên sivîl ên Rojava. Ev çi ferasete? Tenê ne desthilat, muxalefeta sereke jî piştgiriya êrişên li ser Rojava dike." 
 
SIYASET Û ŞER
 
Devecîoglû daxuyand ku polîtîkayên şer Tirkiye xistiye çiravekî û got ku ev yek jiyana pevre, siberoja wekhev û demokratîk a gelan tune dike. Devecîoglû bilêv kir ku şer tenê bi awayekî leşkerî nayê kirin û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet jî. Devecîoglû axaftina xwe wiha domand: "Şer, tenê ne bombe ne. Li bajarên kurdan birîna daran, daxilkirina ciwanan a nava tiryakê jî parçeyekî şer e. Şer bi her awayî Tirkiyeyê tune dike. Desthlat niha bi şer re ser hemû neçareseriyên aborî binixumîne. Li vî welatî mirov nikarin xwe bigihînin mafê hêwirandin, tenduristî, perwerdehî û gihaniyê. Lê ev çavkanî bi ku de diçin? Diçin ji bombe û fîşekan re. Desthilat bi siyaseta şer li ser lingan disekine." 
 
BANGAWAZÎ
 
Devecîoglû got ku desthilatê hemû rêyên çareseriyê xitimandina û kesên ku doza aşitî, edalet û wekheviyê dikin jî wekî "terorîst" tên tawanbarkirin. Devecîoglû, axaftina xwe wiha qedand: "Tevgereke aştiyê dernakeve holê. Em ê bênavber daxwaza ji bo aştiyê bînin ziman. Ji lew re ev şer her tiştî jehrî dike. Divê civaka demokratîk li dijî vî şerî bi awayekî hevpar bitêkoşe. Divê mirov ne dûr be. Ger berxwedana gelê Filîstînê rewa be, berxwedana gelê kurd jî rewa ye. Demildest li dijî vî şerî hin gav divên. Ev, divê ji pêvajoya çareseriyê ya berê cudatir li ser esasên mutabaqateke civakî bê rûniştandin. Meclis cihê çareseriyê ye û pêdiviya mirovan bi paqijkirian rêyekê heye ku karibin aştiyê nîqaş bikin. Ev jî bi têkoşînê û rêxisinbûyînê pêkan e. Zarok birçî diçin diistanê. Sedema vê jî polîtîkayên şer û neçareserkirina meseleya kurd e. Divê em vê tim bilêv bikin." 
 
MA / Ferdî Bayram  
 

Sernavên din

17/10/2023
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin