Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin

  • rojane
  • 14:36 21 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED / ÊLIH - Malbatên Windakiriyan ên li Amed û Êlihê aqûbeta zarokên xwe pirsîn, diyar kirin ku dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin. 
 
Malbatên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan vê hefteyê jî li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” domandin. Malbatên Windakiriyan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev, 767’emîn çalakiya xwe li dar xistin. Malbatên ku pankarta wêneyên windakiriyan li ser vekirin, wêneyên zarokên xwe jî hilgirtin. 
 
‘PÊŞIYÊ LI ŞERAN BIGIRIN’ 
 
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman ê di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn di pêvajoyeke şer a gelekî hilweşîner re derbas dibe û wiha got: “Em ji vê derê careke din bang dikin, şer hilweşînin ji kerema xwe pêşiyê li vê yekê bigirin.”
 
Endama ÎHD’ê Berfîn Elçî vê hefteyê çîroka Huseyîn Aydemîr ê di 19’ê cotmeha 1995’an de li Stenbolê hate windakirin xwend. 
 
‘EM Ê DEST JI DAXWAZA XWE YA EDALETÊ BERNEDIN’ 
 
Elçî, bal kişand ku di şertên ku mafên mirovan bi awayekî sîstematîk lê tên binpêkirin de di bin çavan de mirov dikarin bên windakirin û wiah got: “Ya ku van şertan diafirîne jî hebûna pergala necezakirinê ye. Çend sal derbas bibin bila derbas bidin em ê ji bo Aydemîr û hemû windakiriyên xwe dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
‘JI BO KU WÊNE BIKIŞÎNE DERKET, VENEGERIYA’ 
 
Li Êlihê jî ÎHD’ê û malbatên windakiriyan di hefteya 603’yemîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin de, wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên Windakiriyan, parazvanên mafê mirovan, rêveberên Şaxa OHD’a Êlihê û MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Yilmaz Gumuş ê di 21’ê cotmeha 1993’yan hêj 17 salî bû li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê hate windakirin hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî çîroka Yilmaz xwend. 
 
Piştî xwendina çîrokê çalakiya rûniştinê hate kirin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/10/2023
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin