Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn

  • rojane
  • 09:06 22 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Fînce Akman, dayika Yakûp Akman ê ku ji ber şewata daristanê ya ku ragihandibû îtfaiyeyê hat girtin, anî ziman ku kurê wê ji ber kurdbûna xwe hatiye cezakirin û got: "Ger ji Behra Reş, Tokatê bûya dê bigota 'ji ber ku te telefon kir, spas.'" 
 
Di 19'ê îlona 2019'an de li Pendîka Stenbolê agir bi Daristana Aydosê ketibû. Di dema şewatê de Yakûp Akman jî li wir bû. Akman paşê bi îdiaya "bi fermana rêxistinê agir bi daristanê xistiye" hatibû girtin. Akman ku gava çav bi şewatê ketibû û îtfaiye jî di nav de telefonî gelek saziyên fermî kiribû, wê rojê hatibû binçavkirin. Lêpirsîna der barê Akman de piştî parvekirina li ser platforma Twitterê (X) ya bi navê "Ciwanên Kurdistanê yên Hêrsoyî" ku gotibûn "Yekeyên me agir bi qada daristanî ya li Kûrtkoy a Pendîkê xistin" dewrî Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatibû kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Akman hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.
 
Çendî hatiye tespîtkirin ku Akman ji bo tefandina şewatê di serî de li îtfaiyeyê û gelek saziyên fermî yên dewletê geriyaye û dadgehê beriya danişîna biryardayînê diyar kiriye ku dibe ku mahiyeta sûc bê xerakirin jî, lê bi sûcê "xerakirina yekpareyiya dewletê" parastineke pêvekî jê hat xwestin. Û çendî doz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibe amadekirin jî, lê bi îdiayên wekî "xerakirina yekpareyiya dewletê" û "di çarçoveya xebatên rêxistinê de şewitandina daristanê" hat domandin. 
 
Dayika Akman, Fînce AKmanê bilêv kir ku cezayê ku li kurê wê hatiye birîn neheqî ye. 
 
Fînce Akmanê yek ji wan jinan e ku berê ji bo xizmên xwe yên girtî "Nobeda Edaletê" girtiye. Akman, anî ziman ku kesekî ku daristanê bişewitîne ranebe ji bo tefandina daristanê telefonî îtfaiyeyê bike û ji bo helwesta heyeta dadgehê got: "Di danişînê de ne li me, li pêşiya xwe dinerîn. Guh li me nedikirin. Gava Yakûp û parêzer diaxivîn, nedixwestin guh li wan bikin. Ew jî dizanin ku tu eleqeya kurê min pê tune ye. Tenê ji bo bibêjin 'PKK'ê daristana me şewitandiye' ew bernedan. Şik û guman li me çêbûn ku dosyeya li ber dadger ne ya Yakûp e." 
 
'DÊ MALAVAYÎ BIKIRANA'
 
Dayik Akman anî ziman ku kurê wê ji ber kurdbûna xwe hatiye cezakirin û got: "Ger ji Behra Reş, ji Tokatê bûya, dê bigotana 'ji ber ku te telefon kir, spas.' Ger ne kurd bûna dê ceza lê nehata birîn. Em jî û dewlet jî bi vê dizane." 
 
Akman destnîşan kir ku dewletê kurd ji xwe re kirine "dijmin" û wiha got: "Ger belasebeb cezayê muebbedê li kesekî bibirin, ger ev zarok ji girtîgehê derkeve dê çi qasî ji vê dewletê hez bike? Ew bi destê xwe dijminan diafirînin. Ên diçin çiyê jî ji ber wan diçin. Bi tahdeyê gund şewitandin, heywan û xanî şewitandin. Ev hemû bi destê dewletê hatin kirin. Ji kurdan hez nakin, dixwazin wan biqedînin." 
 
Akman di dawiya axaftina xwe de got: "Peywira dayikan ew e ku xwedî li zarokên xwe derkevin. Rûniştina malê û girî bi kêrî me nayê. Ew me me xelas nake, dê berxwedan me xelas bike."   
 

Sernavên din

23/10/2023
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin