Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye

  • rojane
  • 09:06 6 Kanûn 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Hevserokê TUAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku dê Nobeda Edaletê ya ku ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê dane destpêkirin bidomînin û got: “Birêz Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye. Divê êdî destwerdan neyê kirin. Ev gel dê ji vê wêdetir qebûl neke." 
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger yên ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê Mijdarê de li 104 girtîgehan li Tirkiye û Kurdistanê dest pê kirin. Lê ji duh ve hejmara girtîgehên çalakiyên greva birçîbûnê lê didomin bû 106. Her wiha ji bo piştgiriya li çalakiyên greva birçîbûnê li Amed, Mêrsîn, Wan û Edeneyê jî çalakiyên Nobeda Edaletê hatin destpêkirin. Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Mersîn Çûkûrovayê (Çûkûrova TÛAY-DER) Ergîn Altûntaş, der barê Nobeda Edaletê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin de axivî.
 
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ LI HEMÛ ZINDANAN BELAV BÛYE'
 
Altûntaş anî ziman ku beriya niha jî gelek caran li girtîgehan grevên birçîbûnê çêbûne û got ku, desthilatdariya AKP-MHP'ê şert û mercên tecrîda mutleq li ser Ocalan çêkirine û ev yek bi zindanan re li tevahiya welat belav bûye.
  
‘DAXWAZA, RAKIRINA TECRÎDÊ YE'
 
Altûntaş bal kişand ku bandora Ocalan li Rojhilata Navîn û cîhanê tê zanîn û got ku ji ber vê yekê tecrîd girantir bûye. Altûntaş wiha domand: “Tişta li vir ne tenê azadiya fîzîkî ye, li dijî pergala faşîst a ku hewl dide modernîteya demokratîk di nava gel de neyê qebûlkirin û wê asteng bike, daxwazeke girtiyan heye. Dibêjin, 'Birêz Ocalan rêberê me ye, serokê me ye, hevgirtina nirxên me ye. Em tecrîda li ser wî qebûl nakin. Daxwazên me di vî warî de ne.' Ev biryara wan a di vî warî de watedar e." 
 
‘SEDEM BÊDENGIYA LI DERVE YE'
 
Altûntaş bilêv kir ku girtîgeh kelehên berxwedanê ne û got ku li vir ji bilî bedenên girtiyan tu tu xeteke berxwedanê ya girtiyan nîn e. Altûntaş got: “Sedema sereke ya grevên birçîbûnê yên li zindanan bêdengiya li derve ye. Em hemû şirîkên vê bêdengiyê ne. Careke din li zindanan pêvajoyeke berxwedanê dest pê kir." 
 
‘ABDULLAH OCALAN XETA SOR A VÎ GELÎ YE'
 
Altûntaş herî dawî ji bo berxwedana li zindanan banga piştgiriyê kir û wiha got: “Nobedên me yên edaletê wê di çarçoveya helwesta berxwedana zindanan de bidomin. Zindan xetên berxwedanê ne û ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku yekpareyiya nirxên gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û dayikên me ye, em bang li tevahiya raya giştî dikin ku tevbigere. Birêz Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye. Divê êdî destwerdan neyê kirin. Ev gel dê ji vê wêdetir qebûl neke. Ev gel dizane dema pêwîst be dê wekî hevrêyên li zindanan bedena xwe bid eber mirinê." 
 
 

Sernavên din

06/12/2023
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû
13:22 Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an
13:21 Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest
12:49 Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan
11:23 Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin
11:11 Ji bo Abdullah Ocalan piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin
10:52 Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
10:49 Dewleta tirk Bamernê bombebaran kir
10:44 Danişîna edîtorê MA’yê Gok dest pê kir
10:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin
10:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 42 roj in tu agahî nayên girtin
09:55 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome
09:19 Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin
09:16 Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir
09:15 30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin
09:09 Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê
09:02 Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN
04/12/2023
20:37 Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
20:29 Ariboga ji girtîgehê derket
19:34 Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn
17:00 Girtî Çalim banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kir
16:53 Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan
16:31 Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in
16:16 KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye
16:15 Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin
16:12 212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin
15:44 Bertek nîşanî biryara demborînê dan: Çanda necezakirinê êdî kirine polîtîka
14:49 Parlamenter Hun ji bo girtiyê nexweş ê 75 salî Elbî serî li Meclisê da
14:09 7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan
13:44 Di Hefteya Mafên Mirovan de panela "Pirsgirêka Koçberî û Vegerandinê" hat lidarxistin
13:31 Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin
13:28 Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar
12:14 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
11:38 Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn
11:34 Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş
11:12 Li Gemlîkê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
10:43 Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve
10:26 Rêxistinên çapemeniyê: Ji bo 3 rojnamegerên girtî azadî
10:19 Rojnameger Gok ji ber pirtûka di salên 1800’î de hatiye nivîsandin tê darizandin!
10:11 Xwişka girtiyê di çalakiya grevê de: Êriş lê hate kirin, her derê wî reş û şîn e
09:54 Tanhan ê dema li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
09:29 Greva birçîbûnê di roja 8’an de didome
09:26 Ji edîtorê Rojnewsê 41 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Parêzerê ku polîs milê wî şikand serpêhatiya xwe vegot
09:11 ‘Em ê li ser sindoqan bersivê bidin kesên vîna gel nas nakin’
09:07 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê têkoşîn bê mezinkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2023'YAN
03/12/2023
20:03 HEDEP dê biryarên xwe yên pêvajoya hilbijartinê sibê aşkere bike
19:12 Şandeya jinan bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
18:43 Li Misircê 2 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
18:28 Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin
17:11 Ji girtiyên li dijî binpêkirinan derketin re cezayê hucreyê birîn
17:02 Amedspor li hemberî Kastamonu Sporê 1-2 têk çû