Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’

  • rojane
  • 11:39 11 Kanûn 2023
  • |

ENQERE - Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan diyar kir ku kurtenavê nû yê partiya xwe weke DEM Partî guherandin û wiha got: “Navê me yê nû ruhê demeke nû, kêliya destpêkeke nû û bicihanîna gotineke nû îfade dike.”

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî biryarên nû yên partiyê daxuyanî da.
 
‘JI BER SEDEMÊN MECBÛRÎ NE NAVÊ XWE GUHERT’ 
 
Dogan, anî ziman ku ji ber sedemên mecbûrî navê partiya xwe guhertin, navê partiyê yê dirêj weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) kurtenavê wê jî weke HEDEP diyarkiribûn. Dogan da zanîn ku di pêvajoya pişt re jî Dadgeha Bilind îtîrazî kurtenavê wan kiriye û wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îtîrazî kurtenavê partiya me yê HEDEP’ê kir û di 18’ê mijdarê de teblîxî me kir ku em hin xalên rêziknamaya xwe biguherînin. Esas hewce nake ku sedemê bi bîr bixin lê ji bo ku di dîrokê de cihê xwe bigire hewcehî bi dubareyê heye. Navê HEDEP’ê dişibe HADEP’ê û heta dibe ku were tevlihevkirin. Lê HADEP ji zû ve hatiye girtin. An ku partiyeke wiha nîne.”
 
TIRKIYE MEHKÛM KIR
 
Dogan, bi bîr xist ku têkildarî girtina HADEP’ê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara binpêkirinê daye û di vê mijarê de Tirkiye mehkûm kiriye û got: “Esas sedemê wê bi awayekî zelal li holê ye. Di demeke em ber bi hilbijartinê ve diçin de ji bo ku me bi darazê re rû bi rû bihêlin wisa kirin. Pêngaveke nû ya bêhiqûqiyê.”
 
‘EM BÊ VEBIJÊRK NÎNIN’ 
 
Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê tişteke wiha heye. Em li dijî kompasan bê vebijêrk nînin. Di nava 30 salan de em neçar man bi dehan partiyên nû ava bikin û her carê em bi ser ketin. Em bi ser ketin ku di dilê gelan de cihekî bi dest bixin. Me karî şopeke li ser dîroka xwe ya têkoşînê bihêlin. Em di dîrokê de di pêşengiya têkoşîna demokrasî, azadî, edalet û aştiyê ya Tirkiyeyê de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em bê vebijêrk nînin. Vebijêrkên me neqediyan û wê neqedin lê tevî vê dizanin jî xwestin me bi darazê re rû bi rû bihêlin û mijûl bikin. Dîsa wê nikarin serbikevin. Tevî ku ew van rêyan hilbijêrin em jî dê bi nav û wateyên nû têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”
 
‘BI TÎPAN RE MIJÛL DIBIN’  
 
Dogan, bi lêv kir ku di rêziknameya xwe de tenê guhertinên ku Dadgeha Bilind daxwaz kirine guhertine û wiha domand: “Me di rêziknameya xwe de tu guhertinên din nekirin. Bi kurte navê niha dê bibe Partiya DEM. Heke bi berfirehiya wê bibêjim Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan. Puxte û hêvênê partiya me gel in. Ji roja hatiye avakirin ve wiha ye. Xuyaye ji ber nehatiye fêmkirin bi tîpan re mijûl dibin. Hêvênê me gel in ne tîp in. Dîsa puxte û hêvênê partiya me têkoşîna azadî, wekhevî, demokrasî û wekheviyê ye.”
 
‘DEM EV DEM E’  
 
Dogan, da zanîn ku kurtenavê partiya wan dê bibe Partiya DEM û wiha pê de çû: “Em ji kevneşopiyeke berxwedanê ya kûr, bi kurtenavê ji kêliya têkoşînê an ku bi Partiya DEM’ê bi we re ne. Navê me yê nû ruhê demeke nû, kêliya destpêkeke nû û bicihanîna gotineke nû îfade dike. Em ê bi DEM Partîyê her dem hebûna xwe bidin hîskirin. Tevî komployên darazê û her cure zor û zehmetiyan em ê bi saya sekin, biryardarî û yekitiya xwe têkoşîna xwe xurttir bikin.”
 
‘KÊM ROJ MAN’  
 
Dogan, destnîşan kir ku ji bo qeyûman bişînin kêm roj mane û wiha berdewam kir: “Ji bo em qeyûman bişînin kêm roj man. Me eleqeya ji bo serlêdana bernamzetiyê li ber çavan girt û serlêdan li her derê heta 20’ê kanûnê dirêj kirin. Me ev jî bi giştînameyê ji hemû rêxistinên xwe yên navend û navçeyan re şand. Em weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) herkesên ku dixwazin Tirkiye qezenc bike, vedixwînin ku bi têkoşîna bikelecan, biryardar, birûmet û biwêrek bi me re bin. Ji ber wê yekê haydê jin û ciwan… Ewilî hûn ji bo serlêdanên bernamzetiyê ji bo bi hev re serbikevin û nîşanî qeyûman bidin ku vîna gelan çi ye em biçin rêxistinên me yên navend û navçeyan û heta 20’ê mijdarê serlêdanên xwe bikin.”
 

Sernavên din

12/12/2023
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’
16:27 Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
16:20 ‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’
16:12 Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje
15:47 Li Amedê Meş: Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin
15:43 ‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’
14:48 HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye
14:44 Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
14:33 Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn
14:08 ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
13:59 Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:46 Sancar: Meşa azadiyê tevî astengiyan berdewam dike
13:18 Tirkiye di bombebarana Til Temîrê de 2 zarok û jinek birîndar kirin
13:13 Girtiyê piştî 30 salan hate berdan bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
12:30 Ji 733 fezlekeyan 512 jê der barê parlementerên HEDEP’ê de ne
11:23 Li Soran sê roj şîn hate ragihandin
11:07 Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.
11:05 Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin
10:34 Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê
09:31 46 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin