Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da

img
AMED - Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera di bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh de derketî holê daxuyaniyek da û got ku xebata wan weke “heqareteke li dijî zimanê kurdî” hatiye parvekirin û bi vê yekê heqaret li keda wan hatiye kirin. 
 
Di Fûara Pirtûkan a Mzopotamyayê de bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh hatibû taloqkirin û piştre jî li şûna bernameya wî, cih dabûn bernameyeke din. Înisiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî mijarê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê daxuyanî da. Li ser navê înîsiyatîfê, Azad Zal daxuyanî xwend. 
 
Zal, diyar kir ku fuarên pirtûkan ku ev 4 sal in li Amedê û li herêmê nedihatin lidarxistin, pêwîstiyeke zerûrî bû û her roj di rojevê de bû. Zal, wiha domand: “Naverok û zimanê hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzayan yên weşanxaneyên ku beşdariya fuarê kirin, li gor daxwaz û hesasiyetên wan hatin sazkirin. Nasandin, ragihandin, reklam û teqwîma çalakiyên fuarê bi tirkî, kurmancî û kirmanckî/zazakî hatin amadekirin.”
 
SEDEMA QEWIMÎNA BÛYERÊ
 
Têkildarî kêmasiya di bernameya helbestvan Berken Bereh jî Zal ev agahî parve kir: “Merasîma vekirina fuarê wekî 16’ê kanûna 2023’yan saet 14:00 hat diyarkirin. Merasîm dê di saet 14.00’an de dest pê bikira lê eleqeya mirovan zêde bû û mêvanên me ji ber trafîka zêde ya bajêr dereng man. Lewma 50 deqîqeyî dereng dest pê kir. Ji ber derengmana merasîma vekirinê, li eywana me hin hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzeyê bi derengî dest pê kirin. Û mixabin bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh jî ji ber vê yekê bi derengî ket. Bernameyên helbestvanê me Berken Bereh û civaknas Îsmaîl Beşîkçî li hev rast hatin. Ji bo telafîkirina vê derengmanê, endamên Lijneya Koordînasyona Fuarê, ji bo hesasiyeta helbestvanê me û hurmeta ji xwendevan û guhdaran re û ji bo ku bername di şert û mercên herî baş de pêk were bi hesasiyeteke mezin tevgeriyan. Piştî axaftina bi helbestvanê me Berken Bereh re û erêkirina wî, yekser qadeke nû hate çêkirin, sîstema deng hate danîn û derfetên pêwîst hatin sazkirin ku helbestvanê me li gor dilê xwe bernameya xwe pêk bîne. Ev bernameya ku li gor planê divê saetekê bidomiya, bi daxwaza beşdaran bi qasî 2 saetan dewam kir. Piştî bernameyê, helbestvanê me li qada VIP ya fuarê bû mêvan, sedemên derengmanê dîsa jê re hatin gotin, lêborîn jê hat xwestin, her du alî bi dil û gotinên xweş ji hev veqetiyan û helbestvanê me ji aliyê endamên Lijneya Koordînasyona Fuarê ve hat birêkirin.”
 
 
Zal, anî ziman ku bi sedan weşanxane beşdarî fûarê bûne, zêdetirî 400 nivîskar bûne mêvan, bi hezaran pirtûkhez hatine serdanê, bi dehan panel û bername hatine lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Di organîzasyoneke weha mezin de, di serî de ji bo kesên ku ked dane organîzasyona fuarê, heqereteke mezin e ku mirov ji bo bo lihevrasthatina du bernameyan wekî ‘Heqereta li zimanê kurdî’ bi nav bike. Di heman demê de heqaret e ji bo ‘Weşangerên kurd’ ên ku di vê mijarê de hesas in. 
 
HER KES VEXWENDIN FÛARÊ
 
Fuara me, li gor teqwîma ku berê hatibû ragihandin, bi eleqeyeke mezin a xwendevanên me berdewam dike. Em careke din hemû pirtûkhezên Amedê û bajarên derdorê vedixwînin fuara xwe.”
 

Sernavên din

20/12/2023
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome
09:32 Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
09:10 Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
09:09 Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin
09:08 Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
09:07 Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin
09:06 Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin
09:05 Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
09:04 Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin
09:02 Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN
18/12/2023
22:47 Li Sêrtê posterê Şêx Seîd hat daliqandin
21:05 Doza Kobanê: Rapora TEM'ê di wesfê talîmatekê de ye
17:01 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da
16:44 Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan
16:37 DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê biryara xwe da
16:34 Panela Îslam û Kurd: Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla mêran ve hatin bisînorkirin
16:01 Hevşaredar Demîr îdiaya qeyûm derewand: 4 meh piştre hûn dê hesabê bidin
15:32 TBB’ê piştgiriya karkerên Ozakê kir
14:41 Hewldana 78’an: Em ê komkujiyên meha kanûnê nedin jibîrkirin
14:14 Polîsî di doza îşkenceya bikûçik de beraet kir
14:07 Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê îktîdar bikeve nava tevgerê
13:46 Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
13:44 Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
12:42 Rojnamevan Siddik Guler hate girtin
12:27 MYK’a DEM Partiyê kom bû
12:23 Li Serhedê berf barî: Rêya bi sedan gundan hate girtin
11:02 Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê
10:59 Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin
10:50 Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin
10:49 Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye
10:43 DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin
10:41 Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da