Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê

  • rojane
  • 09:09 30 Çile 2024
  • |
img
 
STENBOL - Ji parêzerên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê serî li CPT û Wezareta Dadê dan, endama OHD'ê Elîf Taşdogen diyar kir ku divê li dijî tecrîdê 'yek dengî' hebe.
 
14 saziyên ku ji saziyên maf û hiqûqê pêk tên, di 12’ê Çileyê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan ku dixwazin "demildest serlêdana Îmraliyê bê kiri." Piştî vê yekê yekser di 22’yê Çileyê de ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan. Di serlêdanê de hat xwestin ku dixwazin hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin. Ji parêzerên îmzeya wan li bin vê serlêdanê endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen der barê tecrîda li Îmraliyê de axivî. 
 
'CPT DIKARE ÎŞKENCEYÊ TEŞHÎR BIKE'
 
Taşdogenê diyar kir ku CPT organa Konseya Ewropayê (KE) ye û Tirkiye jî alîgireke wê ye û destnîşan kir ku divê CPT li dijî binpêkirinan li Tirkiyeyê zorê bide Tirkiyeyê. Taşdogen got: "CPT'ê di sala 2019'an de û di sala 2020'an de di rapora xwe ya der barê Îmraliyê de, bal kişandiye ser tecrîda mutleq. Helbet ji aliyê komîteyeke ku Tirkiye jî alîgirê wê ye bilêvkirina tiştekî wiha girîng e. Em bi daxwaznameyên xwe erkên CPT'yê bi bîr tînin. Her wiha ger welatên alîgirên wê pêşniyazên wê bi cî neyne, mafê wê yê ku van welatan teşhîr bike heye." 
 
Taşdogenê diyar kir ku CPT peywira xwe bi cih neaniye û "pasîf" tevdigere û got: "Em dibînin ku CPT di bin bandora pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê de ye û li gorî wê tevdigere. Di şert û mercên asayî de saziyeke wiha ye ku mîsyona xw epêk tîne, lê dema mesele Îmralî be, pir pasîf tevdigere." 
 
Taşdogenê bal kişand ser serlêdana wan a li Wezareta Dadê û got: “Ji bo birêz Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne me serlêdan kir. Ango armanca me ew e ku em careke din rêgeza dewleta hiqûq bibîr bînin û dawî li vê tecrîda kûrkirî û îşkenceyê bînin."
 
'TECRÎD SÎRAYETÎ GEL KIRIYE'
 
Taşdogenê diyar kir ku tecrîd li her qadê belav bûye û wiha got: "Em şahidên herî nêz ên tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din in. Ev tecrîd li girtîgehên din jî belav bûye. Êdî tecrîd ne tenê pirsgirêka derdorekê ye. Êdî sîrayetî gel jî kiriye. Îro mirov di hevpeyvînên li kuçeyan de jî nikarin xwe bi rihetî îfade bikin. Yanî em dikarin bêjin ku tecrîd li se rtevahiya gelên Tirkiyeyê heye." 
 
‘DÊ XEBAT BIDOMIN'
 
Taşdogenê diyar kir ku ew ê tenê bi serlêdanên ji bo CPT û Wezareta Dadê sînordar nemînin û got: "Ji bo em mîsyona CPT'yê bibîra wê bixin, em tevbigerin. Di qada navneteweyî de dê xebatên me, panelên me çêbibin. Dîrok û roj hîn ne diyar e.Lê em li dijî vê bêhiqûqîtiyê, tecrîda kûrkirî û îşkenceyê bitêkoşin û bixebitin."
 
Taşdogenê destnîşan kir ku divê li dijî tecrîdê "yekdengî" çêbibe û wiha got: "Di mijareke wiha de ku Tirkiye ev qas eleqedar dike,û nebûna yekdengiyê dê xwe xapandin be. Li cihekî ku têkoşîna hevpar tune be, rizgarî jî ne pêkan e. Lewma em bang li hemû kesî û saziyan dikin ku daxilî têkoşîna hevpar bibin."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 
 
 

Sernavên din

07/02/2024
10:32 Meşvanên Azadiyê herî zêde ji jinan piştgiriyê digirin
10:31 Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
10:19 7 roj in ji bo ‘azadî û çareseriyê’ dimeşin
10:13 Dr. Jeffrey Miley: Abdullah Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e
09:42 Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
09:14 Greva birçîbûnê di roja 73’yan de berdewam dike
09:13 106 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 ÎMO: Ji bo erdhejeke gengaz a Colemêrgê wexteke bê berhewakirin tune ye
09:01 Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye
09:01 Dê kurdên li Ewropayê di salvegera komployê de ji bo Ocalan dakevin kolanan
09:00 Salih Surucu yê bi rojan bi Abdullah Ocalan re maye: Kesek wisa li dinayayê tune ye
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
06/02/2024
18:36 Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn
17:03 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
16:35 Ji sivîlên di êrişa Edliyaya Stenbolê de birîndar bûn yek jê mir
16:20 Li gelek bajaran bîranînên erdhejê: Em ê bi piştevaniyê birînên xwe derman bikin
16:12 Di Nobeta Edaletê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn
16:00 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin
15:46 Meşvanên Azadiyê li Silopiyayê bi jinan re hatin gel hev
15:34 Ji polîsê Hantaş kuşt re ji ‘qusûra bizanebûn’ daxwaza ceza
15:18 Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
14:50 Biryara berdewama girtinê ya kameravan Akkaya hate dayîn
14:48 Bakirhan: Îktîdar û muxalefet di bin kavilan de ma
14:42 Li Samandagê ji bo kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîneke girseyî hate kirin
14:14 ÎHD: Di sala yekemîn a erdhejê de pirsgirêk her ku diçe girantir dibin
14:01 Ozel bertek nîşanî Erdogan da: Şantaja herî rûreş a dîroka siyaseta cîhanê
13:51 Li Pîranê bi ser malan de hate girtin: 4 kes hatin binçavkirin
13:40 Hatîmogîllari: Ev salek derbas bû lê hêj jî dewlet li holê xuya nake
13:25 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Bexdayê
13:07 Gimgimiyan Meşvanên Azadiyê bi dil germî pêşwazîkirin
12:43 Xwestin aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn bê lêkolînkirin
12:40 Operasyona li Kampa Holê bi dawî bû
12:26 Li Stenbolê li dijî noxteya polîsan êrişa çekdarî: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:19 Goreya 25 sal berê ji bo Abdullah Ocalan çêkirî da Meşvanên Azadiyê û got ‘Ji bo Serok bibin’
12:18 Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan
11:25 Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin
11:17 Leyla Guven: Can Atalay wekîlê gel e
11:10 Rojnameger Ermîş: Li Rojhilata Navîn tekane çareserî Neteweya Demokratîk e
10:38 Meşvanên Azadiyê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn
10:25 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate binçavkirin
10:10 ‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 105 roj in agahî nayên girtin
09:08 Greva birçîbûnê di roja 72’an de berdewam dike
09:05 Rojnamevan Oremar: Kurd rejîma Îranê ditirsînin
09:04 Hevseroka MATUHAYDER'ê Demîr: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
09:03 Ji bo doza der barê parvekirina li ser erdhejê de dadgeh nehat dîtin
09:02 Malbata girtiyê ku bi kuştinê gef lê hat xwarin bi fikar e
09:01 Namzetên hevşaredariyê yên ciwan ên Cizîrê: Em ê Cizîrê bi aqilê ciwanan ê nûjen bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2024'AN
08:43 Hatîmogûllari. Em ê Antakyayê ji nû ve ava bikin
08:41 Li Hatayê di bîranîna erdhejê de bertek nîşanî Ozel û Savaş dan
08:35 Li herêma erdhejê bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê dan
08:03 Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin! - HATE NÛKIRIN
05/02/2024
23:59 Sêrtiyan bertek nîşanî tecrîdê dan
22:52 'Meşa Azadiyê' gihaşt Şirnexê: Ger birêz Ocalan biaxive dê pirsgirêk çareser bibin
21:45 Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
21:41 Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
17:16 Li Amedê ji namzetên DEM Partiyê tûra bajêr
17:07 Li girtiyan ‘e-doktor’ tê ferzkirin!
16:59 Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê
16:50 Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne
16:14 Meşvanên azadiyê Evrîm Demîr bi bîr anîn
16:03 Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn
15:10 Li Sêrtê xebatên hilbijartinê didomin
14:58 Meşa Azadiyê bênavber didome: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:27 Bakirhan: Em derfetên şaredariyan bînin Semsûrê - HATE NÛKIRIN
14:21 Şertê qeyûmê Amedê: Ji sendîkayê îstîfa bike, em jî dê we serkeftî nîşan bidin!
14:06 Li Mereşê bi pileya 3.6 erdhej çêbû
13:59 Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser!
13:25 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe dest pê kirin
13:25 Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da
13:23 Bakirhan: Erdogan li şûna rexnedayînê propagandaya hilbijartinê kir
13:00 Di Meşa Azadiyê ya li Kopê de bertek nîşanî komployê dan
12:20 Komên girêdayî Şamê êrişî QSD’ê kirin
11:48 Qeymeqam li mala xwe kuştî hate dîtin
11:48 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken derket tura Rojhilata Navîn
11:13 Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye
11:13 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 6,7 zêde bû
11:06 Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e
11:05 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bazara li ser hebûna kurdan’ derket
10:38 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin
10:11 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir
10:09 Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e?
10:05 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir
09:58 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn dê bên bibîranîn
09:25 ‘Divê kesên li şûna 7 qatan destûra 14 qatan dane bên darizandin’
09:14 104 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 71’an de didome
09:12 Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin!
09:09 Li navenda erdhejê, birîna erdhejê wek roja ewil e
09:06 Kahraman: Herêmên erdhejê bûne cihên rantê
09:05 Guneş ê OHD’î: Divê baro li dijî tecrîdê zextê li wezaretê bikin
09:04 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
09:03 Bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî dan: Li pey xeyalekê ne
09:02 Midûrê polîsan ê ‘hilbijêrê xeyalî’ lêkolîna îtîrazan kiriye
09:01 Hevalê dibistanê yê Abdullah Ocalan: Paradîgmayê komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN
04/02/2024
17:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Îmraliyê re name şandin
16:14 Li 6 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hate girtin