Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan

  • rojane
  • 11:08 10 Sibat 2024
  • |
MÊRDÎN - Meşvanên Azadiyê bi gelê Qoserê re bi daxwaza azadiya Ocalan meşiyan. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ji gelê Qoserê re wiha got: “Werin em bibin milyon û jiyana azad û wekhev ava bikin.” 
 
Meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a kurd, 1’ê sibatê hatiye destpêkirin, gihiştin navçeya Qosera Mêrdînê. Meş ji du baskan dest pê kir û meşvanên di baskê Wanê de cih digirin di roja 10’emîn de ji hêla sedan kesan li Otogara navçeya Qoserê, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.  
 
Gel Meşvanên Azadiyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” bi dahol, zirne, erbane û çepikan pêşwazî kirin. Welatiyên li vê derê bi Meşvanên Azadiyê re girtine govendê, piştre ser cadeya nexweşxaneyê meşiyan. Ji 7 salî heya 70 saliya xwe her kesek tev li meşê bûn. Jinên tev li meşê bûne cilên herêmî li xwe kirin.”
 
Hin welatiyên astengdar jî bi erebeya bitekel tev li meşê bûn. Meş bi dirûşm û stranan dom kir û kesên ji rê derbas bûne û esnafên derdor, meşvanan bi çepik û dirûşman silav kirin. 
 
QURNEFÎL DANÎN SER BÛLVARA ÛGÛR KAYMAZ 
 
Meşvanên Azadiyê ji bo Ûgûr Kaymaz ku di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan li gel bavê xwe li pêşiya mala xwe hatibûn qetilkirin, merasîma bîranînê li dar xistin. Bîranîn li Bulvara Ûgûr Kaymaz, cihê ku Kaymaz û bavê xwe lê hatibûn qetilkirin, hat lidarxistin. Piştî merasîmê meşvan ber bi Qada Azadiyê ve meşiyan û ji hêla komeke din a li benda wan bû ve, bi coş hatin pêşwazîkirin. Girse gelek caran dirûşmên “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok Jiyan nabe” berz kirin. 
 
‘WERIN EM BIBIN MILYON’
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di Qada Azadiyê de axaftinek kir û wiha got: “Em wek Meşvanên Azadiyê, ev 10 roj in ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di rêyan de ne. Em îro jî li Qoserê ne. Ji bo piştgiriya we em spas dikin.”
 
Keskîn destnîşankir ku ew bi sedan sal in ku hesreta azadiyê dikêşin û wiha pê de çû: “Me bi vê hesretê, meşa xwe da destpêkirin û heya em digihijin armanca xwe em ê meşa xwe bidomînin. Ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Çawa ku me heya niha serî li vê tecrîdê netewand, dê ji îro şûnde jî serî netewînin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi muxabatê wê re, demildest were çareserkirin. Ev pirsgirêk ne tenê ya me û ya dayikan e. Ev pirsgirêk pirsgirêka her kesê ye. Heke em ê jiyaneke wekhev û birûmet bijîn, divê ev pirsgirêk bi muxabatê xwe re were çareserkirin. Ji ber wê sedemê me berpirsyariya vê meşê girt ser xwe. Werin em bibin milyon û jiyana azad û wekhev ava bikin. Heya ku em serkeftinê bi dest dixin, em ê berdewam bikin. Her bijî Qoser. 
 
Piştî axaftina Bayindir Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiya Qoserê Hamdiye Tûrgay û Zeynî Îpek jî axaftinek kirin. Namzetan anîn ziman ku ew li hember têkoşîna gel a mafdar, bi rêzdarî diçemin û dan zanîn kû tu hêz dê nikarin li pêşiya têkoşîna gel a mafdar bisekine.”
 
Meşvanên Azaidyê piştî pêşwazîkirinê, ji bo serdanê çûn avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê. 
 

Sernavên din

11/02/2024
11:14 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:46 Tura duyemîn a pêşhilbijartinê ya li Dêrsimê dest pê kir
10:44 Hatîmogûllari: Em dixwazin ne tenê hilbijartinê, demokrasiyê jî qezenc bikin
10:40 Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan
10:30 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
10:18 Di lêpirsîna JÎTEM a Midyadê de biryara demborînê: Delîl nehatin dîtin!
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend