Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin

  • rojane
  • 16:40 15 Sibat 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat destnîşankirin ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk ya Ocalan li Rojhilata Navîn ketiye meriyetê û wiha hate gotin: “Birêz Ocalan û fikrên wî li dijî komploya navneteweyî di çaryeka sedsalê de bi ser ketin.”

 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate dayîn û di 15’ê Sibata 1999’an de bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re berdewam kir, kete sala 25’emîn. Komploya navneteweyî ku gelê kurd û dostên wan weke “Roja Reş” binav dikin, îro li gelek bajaran hate protestokirin. Di daxuyanî û çalakiyan de daxwaza azadiya Abdulah Ocalan hate kirin. 
 
ÎZMÎR
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGETUHAYDER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên  Xizmên Xwe Windakirina re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) bi boneya salvegera komploya navneteweyî li avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Li eywana daxuyaniyê “Em Meşa Azadiyê silav dikin û komploya navneteweyî şermezar dikin” hate daliqandin. 
 
Rêveberê DBP’ê yê Herêma Egeyê Yahya Keser di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me ev komploya navneteweyî ya li dijî pêşeroja demokratîk û aştiyane ya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, tevî gel û baweriyên xwe bi saya berxwedaneke xurt vala derxist. Ji bo pêşerojeke demokratîk û aştiyane, banga me li hemû gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ew e ku ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bi berpirsyartiya xwe ya têkoşînê rabin.” 
 
‘DI KOMPLOYÊ DE ISRAR DIKIN’
 
Bi domdarî Keser diyar kir ku komploya navneteweyî li gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê parçebûyîn, şer û mirinê ferz dike û ev tişt anî ziman: “Tecrîda mutleq û polîtîkayên agahînegirtin yên ji sala 2015’an ve di meriyetê de, nîşaneya israra di komploya navneteweyî de ye. Helwesta hêzên kûrewî û herêmî yali dijî tecrîda mutleq, nîşaneya israra di vê komployê de ye. Di esasê xwe de bi komployê re gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û hewl didin têkoşîna ji bo pêşeroja demokratîk û aştiyane ji holê rakin. Li dijî serdestên navneteweyî yên ku dixwazin şer û parçebûna di nava gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de kûrtir bikin û di çarekesra komploya navneteweyî de divê em ji her demê bêhtir azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan biparêzin û ev peywir peywirekî ji her dem û dîrokê girîngtir e.”
 
‘GIRTÎ EV 81 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Keser wiha got: “Bi dehhezaran rêhevalên me yên girtî ev 81 roj in li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne û berxwedana xwe didomînin. Di heman demê de li gelek bajaran bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê çalakiya Nobeta Edaletê tê lidarxistin. Di serî de Ewropa, li gelek deverên cîhanê li dijî tecrîda mutleq berxwedan tê raberkirin. Rêberek û gelek ev çaryekesrin li ber xwe didin û gelên Rojhilata Navîn li dijî neçareseriyê gazinên xwe tînin ziman. Bi vê berxwedanê re, hêzên navneteweyî yên dixwestin rastiya kurd tesfiye bikin jî hatine têkbirin.” 
 
'FIKRÊN OCALAN BI SER KETIN’
 
Keser, bi lêv kir ku têkoşîna edalet, aştî, wekhevî û azadiyê ya li dijî rejîmên yekperest, mezhebperest û kedxwar xurtir bûye û wiha derbirî: “Paradîgmaya azadîxwaziya jinê li Rojhilata Navîn bi awayekî herî xurt bi cih bû. Bi kurt û kurmancî, birêz Ocalan û fikrên wî di nava vê çaryrekesrê de li dijî komploya navneteweyî bi ser ket. Em jî qebûl dikin ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hatiye têkbirin, em ê berxwedana xwe mezin bikin û ji bo ku birêz Ocalan bikare di pêşroja Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de rola xwe ya di avakirina aştiyê de bilîze, em ê şert û mercan ava bikin. Di vê mijarê de em bibiryar in, jixwe bawerin û bihêz in.” 
 
ŞIRNEX
 
DEM Partî ya Şirnexê jî xwest bi heman boneyê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide. Lê belê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan ketin û derketina avahiya partiyê girtin û endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Sarûhan ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da hate binçavkirin.  Tevî hemû astengkirinan jî li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen daxuyanî xwend. Gungen, diyar kir ku armanca komploya navneteweyî teslîmgirtina gelan bû û ev tişt anî ziman: “Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pêngava herî girîng a dîlgirtinê bû ku desthilatdarên cîhanê û herêmê dixwestin li ser gelên herêmê ferz bikin. Xwestin di bi komploya li dijî birêz Ocalan re li Rojhilata Navîn jiyana hevbeş, siberoja demokratîk, aştî û îstiqrarê belav bikin. Hêzên tarî ku bandora birêz Ocalan a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û hêza wî ya di avakirina jiyana demokratîk de dizanin, komploya navneteweyî plan kirin û xwestin di şexsê birêz Ocalan de hemû gelan teslîm bigirin.”
 
‘EM Ê BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN’ 
 
Gungen, anî ziman ku heta tecrîd tê şikandin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Em ê rastiya ku Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê hatiye têkbirin qebûl bikin, berxwedana xwe mezin bikin û şert û mercên ku birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze ava bikin. Em ê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd misoger bikin. Em di vê mijarê de bi biryar, bi bawer û serkeftî bin.”
 
SÊRT
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Sêrtê jî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hevserok û rêveberên DBP’ê û DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. 
 
‘JI BER NEÇARESERIYÊ ÊŞ TÊN KIŞANDIN’
 
Beriya xwendina daxuyaniya hevpar, Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn axivî û bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd. Tekîn, da zanîn ku ji ber neçareseriyê li welêt gelek êş tên kişandin û wiha domand: “Bêguman peywira partiyên siyasî çareserkirina pirsgirêkan e û ev peywir ne tenê partiyên mixalîf an jî DEM Partiyê ye. Em weke DEM Partiyê baweriya me ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi hevkariya TBMM û birêz Abdullah Ocalan xurt e.”
 
Piştre jî daxuyaniya hevpar hate xwendin û daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê jî xwest têkildarî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniyê, ketina avahiyê ji hêla polîsan ve hate girtin. Girseya ku xwest li pêşiya avahiyê daxuyaniyê bide bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Hezar silav ji Îmraliyê re” astengkirin protesto kirin. Piştre jî girseyê di nava avahiyê de daxuyanî da. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî dorpêça polîsan da. Aşan, got ku tevî astengkirinan jî dê li her qadê berteka xwe ya li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li Îmraliyê nîşan bidin. Aşan, wiha domand: “Hevalên me yên ku ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehê ketine greva birçîbûnê hene. Her wiha dayikên me hewl didin bi Nobeta Edaletê bibin dengê girtiyan. Daxwaza tevahiya derdorên civakê ew e ku tecrîd bê rakirin. Di serî de pirsgirêka kurd, heke em bixwazin tevahiya pirsgirêkên civakê çareser bikin, divê ji ewil tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.” 
 
WAN  
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. DBP, TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê, TJA, ÎHD, OHD, ÇEV-DER û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bimre komploya 15’ê Sibatê” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku sekna Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê komplo pûç kir û wiha got: “Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê gava herî girîng ku serwerên kurewî û herêmî koletiyê li gelên herêmê ferz bikin bû. Hêzên tarî yên bandora birêz Ocalan a li ser Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û hêza wî ya avakirina jiyaneke demokratîk dizanin, komploya navnetewî plankirin û di kesayeta birêz Ocalan de xwestin hemû gelan teslîm bigirin.”
 
MÛŞ
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê li avahiya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê DEM Partiya Mûşê Mehmet Yafes Dînar daxuyaniya hevpar xwend. 
 
ERDEXAN
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê jî li avahiya xwe ya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek kes û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevserokê DEM Partiyê yê Erdexanê Engîn Çelîk axivî. 
 
BEDLÎS
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê jî di avahiya navçeyê de civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywana ku civîn lê hate kirin pankarta “Em komploya 15’ê Sibatê lanet dikin” hate daliqandin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku Abdullah Ocalan pêşxist komplo hate pûçkirin û anî ziman ku paradîgma bû heviya gelên bindest. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê jî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî sînevîzyoneke ku pêvajoya 25 salan a komployê vedibêje pêşandan. Bername li avahiya partiyê hat lidarxistin û gelek endamên partiyê û kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn di bernameyê de axivî û got ku ew komploya navneteweyî şermezar dikin. Şahîn, anî ziman ku ji bo aştiyê divê tecrîd bê rakirin. Li Geverê jî li navenda koordînasyona hilbijartinê ya DEM Partiyê ya navçeyê sînevîzyon hate pêşandan. Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. 
 
‘KOMPLO VALA DERKET’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, tecrîda ku di şexsê wî de hatiye destpêkirin û li ser hemû qadên civakê hatiye belavkirin û komploya navneteweyî vala derxist û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne.” Piştî axaftina Sevmez, sînevîzyona ku pêvajoya komployê vedibêje hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê, welatiyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
 
 
 

Sernavên din

16/02/2024
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin