Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade

  • rojane
  • 16:59 27 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Di doza polîs Serdar Gok ku ji ber îşkenceya bikuçik a li dijî aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn tê darizandin de derket holê ku polîsê şahid di dozeke din a heman polîsî de jî şahidî kiriye û heman îfade daye. 
 
Polîsan di 26’ê hezîrana 2020’an de bi ser mala aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn de girtin û bi kuçikan îşkence lê kirin. Piştî 11 rojên binçavkirinê, Çetîn hatibû girtin. Polîsê bi navê Serdar Gok ji ber vê îşkenceya li Çetîn kiribû ji sûcê “sivik birîndarkirinê” dihat darizandin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. 
 
Çetîn ku ji dosyayeke cuda girtî ye, parêzerên wê Ozum Vurgun û Gurbet Ozbey Oner di danişînê de amade bûn. Gelek aktîvîstên TJA’yê jî tev li danişînê bûn. 
 
Di danişînê de li peywirdarê ewlehiyê yê sîteyê Gokhan Oral hate guhdarîkirin ku di dema lêgerînê de li wir amade bû. Oral, anî ziman ku di roja bûyerê de polîsan weke şahid bang li wî kirine, dîtiye ku Çetîn li ser çokên xwe hatibû rûniştandin, serê wê hatibû tewandin, ji pişt ve hatiye kelemçekirin û wisa birine. Oral, destnîşan kir ku piştre ew girtine hundir, ji bo tiştên şikestî û hwd. li odeyan hatiye gerandin lê nehiştine bikeve odeya Çetîn. 
 
DI DU BÛYERAN DE JÎ HEM BERSÛC HEM ŞAHID HEM JÎ ÎFADE HEMAN IN 
 
Polîsê şahid Adem Petek ji Êlihê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Petek, îdia kir ku li gorî usûlê li derî xistine, ji ber ku nehatiye vekirin piştre derî şikandine, kûçikên operasyonê şandine hundir, ji ber ku Çetîn hewl da bireve kuçikan êriş kiriye û lingê wê hatiye gezkirin. Petek, bi domdarî îdia kir ku ev kêlî bi qasî 8-10 saniyeyan dom kir û polîsan mudaxileyî kuçikan kiriye. 
 
Parêzer Ozum Vurgun pirsa “Gelo te di çi dosyayên têkildarî êrişa bikuçik de îfade daye yan na?” ji Petek kir û wî jî got: “Di operasyonên wiha de cih digirim lewma dibe ku min dabe. Lê nayê bîra min.” Vurgun, dosyaya bersûc Serdar Gok a têkildarî êrişa bikuçik a li dijî Şeyhmûs Yilmaz û Menîce Yilmaz bi bîr xist û got: “Gelo dibe ku we dosya tevlihev kiribin? Gelo tu piştrastî ku îfadeyên we ji bo vê dosyayê ne?” Li ser vê yekê polîsê şahid got; “Belê ji bo vê dosyayê ye.” 
 
Piştî îfadeyên şahidan, dozger ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. 
 
XWEST DOSYAYÊ BIŞÎNIN DADGEHA CEZAYÊN GIRAN 
 
Parêzer Ozum Vurgun jî piştî mutalaayê parastina xwe kir û bal kişand ser Adem Petek ku di dosyayeke din a bersûc de jî şahidiyê dike. Vurgun, got ku Petek hewl dide hempîşeyê xwe biparêze. Vurgun, got ku dosya ne dosyaya “birîndarkirina sivik e” lê doza îşkenceyê ye û xwest ji Dadgeha Cezayên Giran re bê şandin. Di heman demê Vurgun anî ziman ku bersûc Gok sewalan weke çekekê bi kar tîne û divê biryar were dayîn ku êdî nêzî sewalan nebe. 
 
‘GEVA TECAWIZÊ LI MIN XWARIN’
 
Rojbîn Sevîl Çetîn jî pirsa “Gelo hûn dizanin bê ka şikandina rûmeta mirov tiştekî çawa ye?” ji şandeya dadgehê kir û wiha domand: “Bi postalên xwe hatin ser serê min, gefa ku dê destdirêjiyê li min bikin, guleyekî li ser ê min bixin û di kendalekê de biavêjin li min xwarin. Em ji bo ev tişt neqewimin têdikoşin. Em ji bo her kes birûmeta xwe bijî têdikoşin. Ev dosya doza îşkenceyê ye. Divê dadgeh biryara bêrayetiyê bide.” 
 
HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Dadgehê daxwaza ku dosya ji dadgeha cezayên giran re were şandin û ya ku bersûc ji sewalan were dûrxistin red kilr. Dadgehê danişîna dozê taloqî 30’ê gulanê kir. 
 

Sernavên din

28/02/2024
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe