Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe

  • rojane
  • 18:16 27 Sibat 2024
  • |
img
AMED – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku di civîna gel a partiya xwe ya li navçeya Xana Axparê de axivî, got: “Tecrîd sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye, divê demildest bê rakirin û birêz Ocalan demildest azadiya xwe bi dest bixe. "
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Amedê de çû navçeya Xana Axparê. Di ketina navçeyê de gelek kesan Hatîmogullariyê û kesên pê re pêşwazî kir. Piştî karwaneke dirêj a wesayîtan girse gihaşt ber avahiya navçeyê.
 
Hatîmogullariyê ku xîtabî bi hezaran kesên li vir kir beşdaran silav kir. Hatîmogûllariyê anî ziman ku ew ji Stenbolê hatine vir, li Esenyurtê bi beşdariya deh hezaran kes mîtîngek mezin li dar xistine û got: “Peyama bi awayekî demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan hate dayîn. Em ji Xana Axparê careke din ji tevahî Tirkiyeyê re dibêjin ku tecrîd sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin. Divê birêz Ocalan demildest azadiya xwe bi dest bixe."
 
Hatîmogullariyê diyar kir ku ji girtîgehê silavên namzeta Hevşaredariyê ya Enqereyê Gultan Kişanak û silavên hevserokên giştî yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên di Doza Kobanê de girtî aniye û got ku dayikên Nobeda Edaletê ji Stenbolê silavên xwe şandine. Hatîmogullariyê diyar kir ku ew ji bo hilbijartinê bênavber dixebitin û got: "Em ê di 31'ê Adarê de encameke wisa bi dest bixin ku yên şaredariyên me beton kirine wê bizanibin gelê kurd li vir e, kes nikare vîna gelê kurd bi betonê veşêre." 
 
Hatîmogullariyê diyar kir ku ew ê li dijî pergala tekparêz û nijadperest parastina biratiya gelan bidomînin. 
 
Hatimogullariyê got ku ew temînata ku ciwan li cihê ku lê ji dayik bûne têr bibin bi xwe ne û diyar kir ku çavkaniya debarê ya li vir çandinî û sewalkarî ye. Hatîmogullariyê di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku cotkar û ajalvan li vir li dijî zilma DEDAŞ'ê ne û wiha got: "Em encax li cihekî ku cudakarî ew qas eşkere xuya dike dikarin li ber xwe bidin." Hatîmogullari diyar kir ku DEM Partî dê civînên xwe yên şaredariyan ji raya giştî re vekirî li dar bixe û li her taxê nûnerên xwe hebin û got: "Em ê li Kurdistanê xizmetê bi zimanê kurdî û tirkî û bi zimanên din bikin. Em ê ji wan kesên ku navên kolanên kurdî guherandin bibêjin de wê de û em ê wan bişînin qesrê."
 
SERKEFTİN SERKEFTİN!
 
Hatîmogullari diyar kir ku dê DEM qadên îstîhdamê yên jinan ava bike û li taxan rêxistinbûna meclisa jinan xurttir bike û got: “Em hevalên Sêvê, Pakîze û Sakîneyan in. Em rêhevalê wan kesên ku dibêjin Jin jiyan azadî ne."
 
Hatîmogullariyê anî ziman ku koçberî bi "Plana Çokşikandinê" pêk hatiye û wiha got: "Tenê derdê Xana Axparê ne bidestxistina şaredariyê ye. Em dizanin ku AKP'ê ji gelek deveran hilbijêr anîne. Divê hevalên me werin û li dijî rêbazên wan dengê xwe bidin."
 
Hatîmogûllariyê anî ziman ku têkoşîna wan ji niha ve pîroz be û bi gotina "serkeftin, serkeftin" dawî li axaftina xwe anî: 
 
Bernameya Hatîmogûllariyê ya Amedê bi dawî bû. 

Sernavên din

02/03/2024
18:47 Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin
17:31 Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne
17:14 Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin
16:59 ‘Bila girtiyê nexweşê penceşêrê Mahmût Başyîgît were berdan’
16:33 Gultan Kişanak: Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên
16:21 Jin li qada ne: Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin
15:55 Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!
15:24 Bakirhan: Ên Şêx Seîd birin darê îdamê, Ocalan tecrîd dikin
15:22 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aydinlar ê 30 sal in winda ye pirsîn
15:01 Jinan li Silopiyayê dar çandin
14:56 Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in
14:32 Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî
14:25 Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn
14:20 Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin
13:58 Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da
13:11 Li Şakranê gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin
13:09 Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne
12:49 Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
12:45 DEM Partiyê bi kampanyaya hilbijartinê ya Kişanakê starta 8’ê Adarê da
12:42 DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin