Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne

ERZIROM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li Qereyaziyê bang li hezaran kesan kir, wiha got: “29 roj man ku qeyûm bişînin. Em ê bi hev re piştî 29 rojan qeyûman bişînin lê em ê teqez hesaba nelirêtiyên ku qeyûman kirine jî bipirsin.”

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê tev li hevdîtina bi gel re ku partiya wî li navçeya Qereyazî ya Erziromê li dar xist bû. Bi hezaran kesên li ber buroya hilbijartinê hatin bahev, li ber muzîkên ji otobusa hilbijartinê hatine xistin govend gerandin. Pişt re namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Bahar Goksû û Fûat Tûtkûn axaftinek kirin. 
 
Dû re Bakirhan axivî û got ku dê li Qereyaziyê bi rêjeyeke dengan a zêde dê şaredariyê qezenc bikin. Bakirhan, diyar kir ku bi gelê Qereyaziyê serbilind in û got: “Îro salvegera darbeya 2’yê Adarê ye. Em van darbeyan şermezar dikin. Ne darbeya 2’yê adarê ne yên beriya wê ne jî yên pişt re em nas nakin. Qereyaziyê her tim li dijî darbeya 2’yê adarê bi birina vîna xwe ya desthilatê bersiv daye. Çareserî darbe nîne, tayînkirina qeyûman nîne, daxwazên gelê me li ber çavan girtine. Sekna we ya mînak dê rojekê teqez Tirkiyeyê demokratîk bike. Em hevalên me yên weke vîna we hatin hilbijartin û pişt re şandin girtîgehê silav dikin. Bila ew mereq nekin, Qereyazî bêtir xwedî li doza xwe derdikeve. DEM bi hev re bûn û li dijî vê pergalê bersiva herî baş e. Li dijî pergala ku me tune dihesibîne têkoşîne. Divê hemû gelê me bi vê hestiyariyê tevbigere.”
 
‘EM Ê QEYÛMAN DI SINDOQAN DE BIHÊLIN’ 
 
Bakirhan, da zanîn ku Qereyazî di xizaniyê de di nav navçeyên li Tirkiyeyê de ji serî ve di rêza 7’emîn de ye û wiha berdewam kir: “Kesên dibêjin li Kurdistanê xizanî nîne, bila nexşeya xizaniyê deynin ber xwe ji xwe nexşeya Kurdistanê hatiye xêzkirin. Li Qereyaziyê bijîşkên pispor nînin. Di sedsala 21’emîn de dibe ku li navçeyê pisporê welîdîna jinan nebe? Belê li cihekî ku kurd lê nebin nabe. Li pitikên me jî cihekariyê dikin. Em ê hesaba vê ji van bipirsin. Bijîşk nîne, derman biha ne, mirov li ser riya Erziromê can didin. Heke di tenduristiyê e şoreş ev be, bila serê we bixwe! Xizanî ne qedera Qereyaziyê ye. Em ê bi wergirtina şaredariyên xwe vê rewşê têk bibin. Bi berxwedan û hevgirtina li dijî vê pergalê em ê di 31’ê Adarê de di warê rêjeya dengan de di rêza yekemîn de cih bidin Qereyaziyê. Divê qeyûm û ev pergal ji we şerm bike. Em ê di 31’ê adarê de qeyûmî jî feraseta qeyûmî jî di sindoqan de bihêlin. Qeyûm, dizî, nelirêtî, rant û dijminê kurdan e. Ji şandina qeyûm re 29 roj man. Em ê bi hev re piştî 29 rojan qeyûman bişînin lê em ê teqez hesaba nelirêtiyên ku qeyûman kirine jî bipirsin.”
 
 
‘HÛN NIKARIN RASTIYA KURDISTANÊ BIDIN GUHERTIN’  
 
Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm ewilî êrişî zimanê we kir. Ka em ummet bûn, em xwişk û bira bûn? Li Japonyayê kurdî bê axaftin ev li dijî wê derdikevin. An ku dixwazin ku kurd li Qereyaziyê jî li Êlihê jî li Japonyayê jî bi kurdî neaxivin. Ji vê feraseta we re lanet be. Duh bijîşkekî ku ji vir neçar mabû koçî Silêmaniyê kiribûn qetil kirin. Kurd li ku derê be li wir komkujî heye. Ev hilbijartin ne hilbijartineke ji rêzê ye. Ev hilbijartin hilbijartina têkoşîna li dijî feraseta ku li Silêmaniyê kurdan dikuje, li Japonyayê li dijî axaftina bi kurdî derkeve ye. Em van êrişan şermezar dikin. Serokkomar ji erdnîgariya Kurdistanê ya hezar salan e heye re dibêje teroristan. Em jî dibêjin ku ew der ne teroristan, Kurdistan e, Kurdistan. Ne cînayetên we yên kiryarên ne diyar, ne jî cînayetên kontrayên we li wir dikin, rastiya Kurdistanê naguherîne.”
 
‘EM Ê DERSEKE WISA BIDIN WAN KU…’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku ji 32 şaredariyên ku dê qezenc bikin re hilbijêrên qeçax veguhestine û axftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku nikarine we hilbijêran vediguhêzin. Ez we hişyar dikim; bila li ser her sindoqê 3 hevalên me hebin, em hevalên me yên li derve veguhêzin li ser sindoqan. Em ê vê carê derseke wiha bidin wan ku tu caran ji bîr nekin. Dem dema me ye.”
 
 

Sernavên din

07/03/2024
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin