Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin

  • jin
  • 09:14 3 Adar 2024
  • |
img

MÊRSÎN - Jinên kedkarên çandiniyê yên ku di bin zexta kedxwariyê de ji bo jiyanê têdikoşin, xwestin ku jin li qadên 8'ê Adarê dengê wan ragihînin. 

Li Herêma Çûkûrovayê, warç çandiniyç, karkerên çandiniyê yên demsalî ji ber şert û mercên nebaş ên xebatê û heqdestên rojane yên kêm roj bi roj feqîr dibin û şîrket û dewleta ku wan dixebitîne jî qezencê li qezenca xwe bar dikin. Weke her qadê, jin di çandiniyê de jî bi her awayî bi xizanî û newekheviyê re rû bi rû ne. Jinên ku serê sibê saet di 04.30’yî de radibin, her roj li baxçe û zeviyên cuda dixebitin. 
 
Jinên ku me rojek bi wan re derbas kir, ji ajansa me re behsa serpêhatiyên xwe û kedxwariyê kirin.
 
Ez serê sibê saet di 04.30'yî de xwe amade dikim û derdikevim kolana tarî û li benda wesayita ku dê karkeran bibe baxçe disekinim. Piştî nîv saetê em bi mînîbusê bi rê dikevin, mêr li pêş, jin li paş rûdinên. Li qada ku em saet di 06.30'yî de hatinê, wêneyekî bi kodên zaynediya civakî heye. Mêr li benda taştê disekinin, jinên ku ji wesayîtê peya dibin ji bo taştê bi lez û bez tevdigerin. Jinên pêşî sifreya taştê amade kirin, paşê firaqan dişon û mêr li quncikê rûdinên, li benda destpêkirina dewreya xwe ne. Dema kar saet di 07.30'yî de dest pê dike, keç û jinên ku piraniya wan di bin 18 saliyê de ne, porteqalên bi daran ce bi maqseyan didirûn, jinên li cihê qaseyan e jî pirteqalan dineqînin û wan dixin qaseyan. 
 
KAR LI MALÊ JÎ DIDOME
 
Di dema van tiştan hemûyan de ez Zehra Ertem a 21 salî nas dikim. Ertem a ku 9 sal in karê çandiniyê dike, salên wê yênd ibistanê ji yên karkeriyê kêmtir in. Ertemê anî ziman ku jiyana wî ya perwerdehiyê piştî dibistana navîn bi dawî bûye û wiha pê de çû: “Li malê cuda, li nav baxçe cuda. Em saet di 04.30'yî de radibin û di 05.00’an de ji malê derdikevin. Me ewil sifreya taştê ya li bexçê ku em saet 06.30'yî de gihaştinê datînin û radikin. Xebat seat li derdora 07.30'yî de dest pê dike. Sifre dîsa saet di 12:00'an de tê danîn. Dema em êvarê ji baxçe diçin malê xebat berdewam dike. Bi vî awayî sifrerakirin, danîn, paqijî, firaqşûştin, kincşûştin... Dema em bi mînîbusan tên zeviyan, ji ber ku mirov bi mêran re di wesayîtên transît de rûdinin, em nerehettir dibin. Mêr tu karî nakin, hemû zehmetî wekî malê li vir jî dikeve serê me.”
 
PISGIRÊKA HERÎ MEZIN PAQIJÎ YE
 
Ertemê bal kişand ser qeza û mirina karkeran ku gelek caran di rojeva raya giştî de ne û got ku tu garantiya wan tune. Ertemê anî ziman ku di qezaya trafîkê de birîndar bûye û 10 rojan li malê hatiye dermankirin û got ku di vê demê de tu piştgirî nehatiye kirin. Ertemê anî ziman ku bi taybetî di dema reglê de zehmetiyan dikişînin û ji ber jinbûnê pêwîstiya wan a herî mezin paqijiyê ye û wiha got: “Em nikarin derkevin derve (tuwaletê), her wiha lavabo tune. Her çi qas em hewl bidin ku bi qasî ku ji destê me tê paqij bin jî, hawirdor ji bo vê yekê ne guncav e. Carinan heta ku em neçin malê em paçikên xwe naguherînin. Em çareseriya vê pirsgirêkê dixwazin. Diviyabû dewlet ji vê re çareyekê bidîta, lê me tu destek negirt. Dewlet bi tu awayî jinan nabîne û bi taybetî dema ku karkerên çandiniyê jin bin, dîtina wan hîn zêdetir kêm dibe. Ew dikarin alîkariyê bikin? Bêguman ew dikarin, lê nakin." 
 
BANGA JI BO 8'Ê ADARÊ
 
Ertemê diyar kir ku ew dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û wiha bang li jinên ku dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de qadan tijî bikin kir: “Divê jin piştgiriyê bidin hev. Em ji hevalên xwe yên jin piştgiriyê dixwazin."
 
Bahar Bariş a 21 salî ya ji Wanê hatiye Mêrsînê jî dibêje ji ber ku karê li baxçe û zeviyan zêde ye jin pir zêde diwestin. Barişê anî ziman ku dema hatine Mêrsînê ji bo kirêya giştî pere dane û got ku ji ber ku bûne deyndarê cihê kar ji bêgavî di nava çerxa heyî de dixebitin. Barişê bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber jinbûna wan diqewime û wiha got: “Ji ber ku em nikarin dema reglê ji mêran re rave bikin, em zehmetiyê dikişînin. Em êdî tiştekî nabêjin, ji ber ku em hîn bûne. Ger lavabok hebe dê baş be, ji ber ku em nikarin bi tena serê xwe biçin destavê û ne jî cîhek guncav peyda bikin. Divê jin azadiya xwe ya aborî misoger bikin. Helbet her kar zehmetiyên xwe hene, lê mirov fêr dibe. Ez bawer dikim ku jinek bi biryar dikare her tiştî bike. Divê jin çi dibe bila bibe, ji tiştekî netirse û li ser lingan bisekine."
 
'DEMA REGLÊ ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN'
 
Xwişka Barişê Pinar Bariş a 23 salî jî bertek nîşan dide ku hêviyên wê yên ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên karker ên çandiniyê pêk nayên. Barişê got: “Bicîhanîna pêwîstiyan zehmet e, lê em nikarin çareseriyekê dabîn bikin. Her wiha yên vê bibînin jî ne em in. Dema ku em regl dibin, em nikarin bibêjin 'ez nayêm ser kar'. Pirsgirêka herî mezin daşir e. Me doz kir, lê bersivek nehat. Malbatên hinek jinan li vir nîn in. Divê herin malê, xwarinê çêkin, paşê werin ser kar û bixebitin. Li gel ku em wekî mêran heman karî dikin jî, lê em li malê jî dixebitin. Ev ne tiştekî adil e."
 
Pişt re em vedigerin mînîbusê û diçin malê. Lê keda jinan li vir naqede, li malê jî bi heman çerxê dewam dike.
 
SIBÊ: Li kargeha xwe ya bi navê 'Jiyan’ ji nû ve vejiya
 
MA / Yusra Batihan

Sernavên din

07/03/2024
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin