Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî

DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Dêrsimê de axivî û wiha got: “Dixwazim Dêrsimê ji kurdan vala bikin lê xelkê Dêrsimê ji 38’an heta niha tu caran li ber ne danî.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrsimê tev li hevdîtina bi gel re bû. Gelek kes tev li hevdîtina gel a li Qada Seyîd Riza bû. Namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak û gelek pêkhateyên “Tifaqa Dêrsimê” tev li hevdîtinê bûn. 
 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di hevdîtinê de dovîzên “Lê mirina esasî jiyana bêyî wî ye” û “Di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî” hilgirtin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê peyama “Dêrsim DEM e” dan. 
 
ŞOREŞGER BI BÎR ANÎ
 
Bakirhan, got; “Ez serbilind im ku bi neviyên Seyîd Riza, bi rêhevalên doktor Şivan û li warê Elî Şêran, Mahîran, Îboyan, Denîzan, Zarîfeyan û Sakîneyê me.” Bakirhan, da zanîn ku dewlet hewl dide Dêrsimê bi “operasyonên Tunceliyê” bênasname bihêle û wiha domand: “Dema em hatin me navê wê kir Şaredariya Dêrsimê. Lê qeyûm ew tabela rakir. Em soz didin ku dema em hatin ew tabela dê dîsa were daliqandin.”
 
'DÊRSIMÊ LI BER NEDANÎ’
 
Bakirhan, gotina Erdogan a “Me cihêkarî li tu kesî nekir” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 21 sal in cihêkariyê li elewî û kurdan dikin. Erdogan ji bo elewiyan dibêje ‘cure.’ Hêj nizane bê ka elewîtî çi ye. Bi birçîtî û girtîgehan cihêkariyê li kurdan dike. Dibêje; ‘jin jî be, zarok be jî em ê li hêsirên çavên wan nenêrin û tişta pêwîst bikin.’ Ev dijminên xwezaya me, dijminên kurdan û jiyana me ne. Dê li her çar aliyên Kurdistanê gelên me bersiva herî pêwîst bide wan. Xaka Dêrsimê bi HES’an tije kirin. Ew jî bes nekir ku îcar rûxseta 150 madenan dan sermayedaran. Ji bo betalkirina van rûxsetan em ê tişta ji dest tê bikin. Dixwazin xwezaya me talan bikin û ji destê me derxînin. Êrişî bawerî û nasnameya me dikin. Îcar bêyî şerm bike dibêje ‘me cihêkarî li tu kesî nekiriye.’ Di 38’ê de qetil kirin, di 94’an de gundên me şewitandin, em sirgun kirin û hewl dan me ji vir koç bikin. Niha jî hewl didin Dêrsimê bêmirov bihêlin û ji kurdan vala bikin. Lê xelkê Dêrsimê ji 38’an heta niha li ber wan nedanî. Dê careke din bersiva pêwîst bidin wan.” 
 
GULISTAN DOKU BI BÎR XIST
 
Bakirhan, bertek nîşanî nedîtina Gulistan Doku da û wiha pê de çû: “Dema em rojekê bûn rêveberî dê yek bi yek hesabê tevahiya kesên wan qetil kirin, wan tune kirin û dayîn windakirin bipirsin. Her çar aliyên Dêrsimê bi kamerayan tije kirin lê Gulistan Doku hêj nehatiye dîtin. Em bi aqûbeta wê nizanin. Bi destê darazê dibêjin ‘kuştina kurdan, windakirina wan, zilma li dijî wan, şewitandina gundên wan û cînayetên kiryarnediyar bêceza ye.’ Gelo ma dê gelên bindest û gelê kurd vê nebîne?” 
 
TIFAQA DÊRSIMÊ
 
Bakirhan, anî ziman ku di rêveberiyên herêmî yên demokratîk de xwedî tecrubeyeke 25 salan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tecrûbeya xwe ya rêveberiyên herêmî bi Tifaqa Dêrsimê re li vir dîsa bixin meriyetê. Hilweşîna îktîdara AKP-MHP’ê nêz e. Yên ku dê wê îktîdarê hilweşînin jî DEM Partî, Tifaqa Dêrsimê û kedkar in. Hinek tişt bi fedekariyê dibin. Ez spasiya her kesên keda wan di Tifaqa Dêrsimê de heye dikim. Ev ne tenê tifaqeke hilbjartinê ye. Her wiha tifaqeke li dijî talanê ye. Tifaqa nasnameya şoreşgerî ye. Di wê baweriyê de me ku ev Tifaqa Dêrsimê dê ji bo Tirkiyeyê bibe modêleke baş.” 
 

Sernavên din

07/03/2024
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin