DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne

ENQERE - Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê diyar kir ku îtîrazên wan ên têkildarî 54 hezar hilbijêrên veguhestî nehatine qebûlkirin û dan zanîn ku walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de cih digirin. 

 
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan têkildarî ewlehiya hilbijartinê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
ÎTÎRAZA LI DIJÎ 54 HILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ NEHATE QEBÛLKIRIN 
 
Turkdogan ê di heman demê de namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Enqereyê yê DEM Partiyê ye diyar kir ku îtîrazên wan ên têkildarî hilbijêrên veguhestî kiribûn, ji aliyê YSK’ê ve nehatine qebûlkirin. Turkdogan da zanîn ku piraniya 54 hezar hilbijêrên veguhestî ji leşker û polîsan pêk tê û wiha got: “4 hezar û 607 hilbijêr veguhestina navenda Agiriyê. 708 hilbijêr veguhestine navçeya Tetwan a Bedlisê, hezar û 213 veguhestina navçeya Gêlê ya Amedê, hezar û 985 veguhestine navçeya Pasûr a Amedê, 3 hezar û 602 hilbijêr veguhestina navçeya Çelê ya Colemêrgê, 2 hezar û 107 hilbijêr veguhestine navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê 2 hezar û 19 veguhestine bajaroka Bajêrgehê ya navçeya Gever a Colemêrgê, 2 hezar û 260 veguhestine navçeya Şemzînan a Colemêrgê… 4 hezar û 598 hilbijêr veguhestine navenda Îdirê, 4 hezar û 30 veguhestine navenda Qersê, hezar û 175 veguhestine Misirc a Sêrtê, 6 hezar û 643 veguhestine navenda Sêrtê, 8 hezar û 287 veguhestina navenda Şirnexê û navçeyên wê jî min ne hejmartin. Me temamê 31 navendan tespît kirin û îtîrazên xwe kirin. Îtîrazên ku me kirine ji aliyê lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan ve hatin redkirin, pişt re jî ji aliyê YSK’ê ve hatin redkirin. 
 
LI NAVNÎŞANEKÊ HEZAR Û 221 HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN 
 
Turkdogan, diyar kir ku tenê li navnîşaneke li navenda Agiriyê hezar û 923 hilbijêr hatine veguhestin û wiha berdewam kir: “Di bersiva ji îtîraza me re hatiye dayîn de gotiye ku ‘qismekî wan ji bo taqwiyeya bergiriyên miduriyeta polîsan qismekî wan di çarçoveya xebatên operasyon û tatbîkatan di bin fermana 3’yemîn Tugaya Fermandariyê de hatine peywîrdarkirin, her wiha divê were tespîtkirin ku ew kes heke li wê navnîşanê nerûnin li ku rûdinin’ Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr wiha dibêje; ‘Ji me re nêjin ku ev kes li ku rûdinin da li gorî wê lêkolîn bikin’. Ev peywîra we ye. Cemaweriyê ev peywîr daye we. Ev îtîraz hemû hatin redkirin.”
 
GILÎ KIRIN 
 
Turkdogan, da zanîn ku têkildarî mijarê giliyên xwe kirine û wiha pê de çû: “Me ne tenê giliya kesên ku bi awayekî neheqî navnîşan veguhestine kirin di heman demê de giliya personelên ewlehiyê yên navnîşanên xwe veguhestine jî kirin.” Turkdogan bang li partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê kir ku li bajarên bakurên Kurdistanê bi awayekî vekirî nelirêtî tê kirin û wiha lê zêde kir: “Di serî de li hin navendên bajaran li navendên navçeyan ên girîng bi hilbijêrên veguhestî yên dijhiqûqî tê xwestin ku di hilbijartinê de şaredarî ji partiya me bên stendin û bidin partiya desthilatê. Dê herkes vê temaşe bike. Helbet em temaşe nakin.”
 
‘GELO OPERASYONEKE LEŞKERÎ HEYE?’
 
Turkdogan, anî ziman ku veguhestina bi hezaran leşkeran a li bajarên ser sînor, rê li ber hin fikarên din vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke evqas personelên ewlehiyê beriya 6 mehan veguhestibin bajaran, têkildarî pêşerojê rê li ber fikaran vedike. 
 
Wateyeke din a veguhestina evqas personelê ewlehiyê heye. Piştî hilbijartinê operasyonên mezin ên leşkerî dê bên lidarxistin? Ez dixwazim dubare dubare vê yekê pêşkeşî raya giştî bikim. Dibe ku desthilat personelên cemaweriyê bikarbîne lê ji kerema xwe hûn xwe nedin bikaranîn. Em bi awayekî hiqûqî heta dawiyê şopdarê vê bin.
 
YA KU DIVÊ BÊ KIRIN RAKIRINA TECRÎDÊ YE
 
Partiya me gelek caran ji desthilata siyasî re gotiye ku siyaseta aştiyê dike. Encax di nava aştiyê de dikare bi gelên herêmê re, kurdan re, gelên li Rojhilata Navîn bazirganî bê kirin. Encax di nava aştiyê de welat dikare pêşbikeve. Nehatiye dîtin ku bi operasyonên leşkerî, şer û pevçûnan bazirganî pêş ketiye. Ji ber vê yekê desthilat li vir hesabeke xelet dike. 
 
Yekane tişta ku divê bê kirin rakirina tecrîdê ye. Divê tişta ewilî bê kirin pirsîna pirsa ‘em di 28’ê sibata 2015’an de li ku mabûn’ be. Vebijêrkên berovajiyê vê dê li Tirkiyeyê zêdetir rê li ber krîzên aborî veke. Em bi vê boneyê careke din pêvajoya aştiyê tînin bîra desthilatê.”
 
Turkdogan diyar kir ku têkildarî ewlehiya sindoqê jî bergiriyên pêwîst girtine. 
 
WALÎ DI NAV XEBATÊN AKP’Ê DE CIH DIGIRIN 
 
Sevda Ozçelîk Bîngol jî diyar kir ku feraseta qeyûm bi nelirêtiyên hilbijartine berdewam dike. Bîngel, da zanîn ku peywîrdarên cemaweriyê tev li xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bûne û wesayîtên şaredariyê jî ji bo xebatên hilbijartinê yên desthilatê tên bikaranîn. Bîngol, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser tevlibûna çalak a walî û qeymeqaman a li xebatên hilbijartinê, lidarxistina civînên bi muxtar û qeymeqaman re, tevlikirina xwendekar, karmendên cemaweriyê û xebatkarên saziyan a bi darê zorê ya mitîngan nerazîbûnên cidî tên nîşandan.
 
Em dizanin ku gelê me dê feraseta qeyûman di sindoqê de bihêle û vîna gel dê bi serkeftî ji hilbijartinê derkeve. Em dixwazin gelê me û raya giştî bizane ku em ê bêhiqûqî, helwestên li dijî qanûnan û mûameleyên vîna gel tune dihesibînin ên di vê pêvajoyê de bişopînin.”
 
 

Sernavên din

10/03/2024
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne