Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin

img
MELETÎ  - Ebû Mûslûm Dogan (18) ku di sala 2010’an de li dijî komploya li dijî Rêberê PKK’ê Ocalan dawî li jiyana xwe anî, di nameya xwe de wiha gotibû: “Divê roj bibe roja azadiya Rêbertiyê." Dayika wî Zax Doganê bal kişand ser xwestekên kurê xwe û xwest tecrîd bê rakirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin di serî de Kurdistan li gelek deverên cihanê gel daketin qadan û komployê protesto kirin. Hêrs û berteka gelê kurd û gelên ji fikir û ramanên Abdullah Ocalan bandor bûne tevî salan jî berdewam dike. Her sal di 15'ê Sibatê ku gelê kurd di vê rojê de ku wê wekî "Roja Reş" penase kiriye, dadikevin qadan û wê rojê û komployê navneteweyî şermezar dikin. 
 
Xwendekarê lîseyê Ebû Muslum Dogan ê 18 salî jî di 15’ê Sibata 2010'an de bi armanca şermezarkirina komplo û tecrîda li ser Ocalan li Çiyayê Reş ê Semsûrê xwe şewitand. 
 
Ebû Muslum Dogan di nameya xwe ya ji 5 rûpelan pêk dihat de sedema çalakiya xwe wiha gotibû: “Eşkere ye ku gelê min ê bi hezaran salan e li ser vê axê dijî, ji her serdema dîrokê bêhtir rastî hîleyên qirêj hatiye. Ya dikeve ser mile gelê kurd ku li ser bingeha azadiyê dijî, van dek û dolabên qirêj ên bi sîstematîk tên meşandin, bisekinîne. Ez di wê baweriyê de me ku jiyana komunal û têgîna demokrasiya rasteqîn ku ji dîrokê ve di bingeha gelê min de heye û têgihiştineke rasteqîn a jiyanê di nav xwe de dihewîne, wê li dijî sîstema kapîtalîst bisekine û hemû berdêlên ji bo vê hatine dayin wê pûç nebin. Dîrokê karakterekî bê rawestan daye gelê kurd. Divê hemû gelê kurd jî li dîroka xwe xwedî derkevin û li ser esasê jiyana azad rawestin. Weke her ciwanekî kurd ez jî hezar carî minetdarê Reber Apo me ku gelekî navê wî jî qedexe bû ji tunebûnê afirand. Bila fêm bikin ku gelê kurd wê careke din rastî xiyanetê neyê. Ez dixwazim bi hemû baweriya xwe teqez bikim ku ew rêya ez lê diçim tucar jê venagerim. Berîtan bûyîn, li Semayan bilind bûne, Mazlûmbûne û xwe gihandina Viyanan e.
 
DIVÊ ROJ BIBE ROJA AZADIYA RÊBERTÎ
 
Rewşa ku em tê de ne, îspata eşkere ye ku êdî wêrankirin, înkar û qirêjî bi ser nekevin. Gelê Kurd ê ku beriya niha navê wî dihat qedexekirin û înkarkirin, îro bi hemû rastiya xwe tê naskirin. Têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê îro gelê Kurd aniye vê rewşê, cihê heyranê ye. Polîtîkayên tasfiye û tunekirinê di serî de li ser Rêber Apo li ser PKK’ê û hemû gelê Kurd tê meşandin. Di vî warî de berpirsyariya PKK’ê û tevahî gelê Kurd e ku pêşî li pêkanînên kevneperest, tecrît û astengiyên li ser Rêbertiyê bigire. Ji ber vê yekê weke PKK’ê diyar kir “Divê roj bibe roja azadiya Rêbertî. 
Biji Serok Apo, Biji Kurdistan, Biji Azadi.”
 
DIVÊ BÎRANÎNÊN WAN BÊN JIYANDIN
 
Piştî çalakiya Dogan Rêberê PKK’ê Ocalan jî ev nirxandin kiribû: “Esas ez da beriya niha bi ser sekinîbûma. Min dixwest derbarê ciwanê Meletiyî Ebû Muslum Dogan ku xwe şewitand de çend tiştan bêjim. Min berê kurdbûna Meletiyê bi awayekî hişk rexne kiribû. Lê dixwazim bi vî hevalê ciwan re di kesayeta Zeynep Kinaci de nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta kurdbûna Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li hemberî van hevalan xwe berpirsyar dibînim. Min berê dengê Zeynep Kinaci jî guhdar kiribû. Li gorî min divê ji bo van hevalan li Meletiyê bîrdariyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê kesayetiya mezin a van hevalan û bîranîna wan bidin jiyîn.”
 
Dayika Ebû Muslum Dogan, Zax Doganê diyar kir ku kurê wê ji bo tecrîdê şermezar bike xwe şewitandibû û xwest ku tecrîd demildest bê rakirin. 
 
'DI RÊYA ABDULLAH OCALAN DE ÇÛ'
 
Zax Doganê anî ziman ku kurê we Ebû Mûslûm Dogan hê di zarokatiya xwe de fikrên Abdullah Ocalan bandor bûye û got ku kurê we di rêya Abdullah Ocalan de çû ye. Doganê bi bîr xist ku gelek ciwanên mîna kurê we Muslum çalakiyên bi vî rengî pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja duşemê Muslum nameyek li pey xwe hişt û bedena xwe da ber agir. Cenazeyê wî 2 rojan li wî çiyayî bû. Piştî du rojan termê wî ji aliyê şivanan ve hat dîtin. Me piştî wê xeber girt. Bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn. Jendermeyan destûr nedan ku gel beşdarî merasîma cenaze bibin. Ji Colamêrg, Amed, Şirnex û gelek bajarên din welatî hatin cenazeyê wî. Tevî astengiyê jî gel beşdarî merasîma cenaze bûn û meşiyan. Di nameya xwe de gotiye li Amedê min veşêrînin lê em paşê nameyê hîn bûn.”
 
'LAWIKÊ BÊZARÊ'
 
Doganê destnîşan kir ku Ebû Muslum di nameya ku li pey xwe hiştiye de li ser bîr anîna Çiyayê Bêzarê ku 6 jê gerîlayên PKK'ê 28 kesan di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn xwe wekî 'Lawikê Bêzarê' pênase kiriyê û wiha pê de çû: “Em her sal diçûn wir û dimeşiyan. Piştî Mûslûm ev çalakiyê pêk anî hem ji bo Muslum hem jî ji bo kesên li wir jiyana xwe ji dest dane em bi qurnefîlên dimeşiyan."
 
'ABDULLAH OCALAN HER TIM DI HÎŞE WÎ DE BÛ'
 
Doganê bi lêv kir ku Ebû Mûslûm ji zarokatiya xwe ve her tim qala Abdullah Ocalan kiriye û li ser bîr anînên kurê xwe ev tişt gotin: “Muslum hê 10 salî bû li ser vê fikrê bû. Her tim digot divê hemû mirov wekhev bin. Ew kesek pir cûda bû. Ew pir wêrek bû. Abdullah Öcalan her tim li ser hişê wî bû. Wî her dem behsa wî dikir. Digot Kurd bi saya Abdullah Ocalan ji bo mafên xwe têdikoşin. Di temenê xwe yê biçûk de şopandina rêya Abdullah Ocalan hilbijart. Min Müslüm di bin şert û mercên pir dijwar de mezin kir. Cilên ku li xwe bikin tune bûn. Min cilên wî bi destên xwe didirû. Wê demê mala me li Semsûrê bû. Piştre ji ber sedemên aborî û derketina cerdevanan em neçar man koçî Meletiyê bikin. Müslüm 6 salî bû dema em koçî Meletiyê bûn. Me di bin şert û mercên pir dijwar de Mûslûm perwerde kir. Ji ber ku ew di malê de herî piçûk bû, ji hêla xwişk û birayên xwe û malbatê ve pir dihat hezkirin."
 
'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Doganê bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û rê li ber aştiyê veke. Divê kurd bibêjin ku divê serokê me di bin tecrîdê de derkeve û ji bo mafên xwe têbikoşe. Bila dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Divê destûr bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi malbat û xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Bila ev tecrîd bê rakirin.. Bila êdî ev xwîn raweste. Divê dayik negirîn. Em dixwazin ev şer raweste."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

17/03/2024
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze