Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê

ŞIRNEX - Eşîra Cafiran ku di hilbijartinên berê de dengê xwe dabû AKP'ê, diyar kir ku ew ê di hilbijartinên herêmî de piştgiriyê bidin DEM Partiyê. Ji mezinên eşîrê Hacî Mistefa Saltan got "Nabe ku tu kes me parçe bike" û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin DEM Partiyê.

Ji Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê re tenê çend roj man. Li gel vê xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî jî zêde bûne. Ber bi hilbijartinê ve gelek derdorên civakî rengê xwe diyar dikin û eşkere dikin ku dê piştgiriyê bidin DEM Partiyêî
 
Eşîra Cafiran a ku bi hezaran endamên wê hene û di hilbijartinên berê de dengên xwe dane AKP'ê, diyar kirin ku dê piştgiriya wan ji bo DEM Partiyê be. Ji mezinên eşîrê Hacî Mustafa Saltan diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de piştgiriyê bidin DEM Partiyê.
 
Hecî Mistefa Saltan diyar kir ku wekî malbat bi salan e ji bo gelê Şirnexê xizmetê dikin û wiha got: “Em hewl didin ku bi her awayî li gel gel bin. Berî min birayekî min ê mezin hebû. Dema ku ew koça dawî kir, berpirsiyariya malbatê ket ser milê min."
 
Saltan da zanîn ku hema hema nîvê Şirnexê ji eşîra Cafiran e û wiha got: “Ev eşîr ji 12 şaxan pêk tê, lê 3 şaxên sereke hene. Mehmeroka şaxê herî mezin e. Ya duyemîn Mala Kaso û malbata din jî Mala Delo ye. Ev şêniyên Şirnexê ne. Ji dema ku keştiya Nûh li Çiyayê Cûdiyê rawestiyaye ev malbat li vî bajarî ne. Ji bilî Cafiran malbatên wekî Xalomêrî, Dûdan, Mala Biliga jî hene."
 
'JI BER GEFAN ME DENGÊ XWE DA AKP'Ê'
 
Saltan diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de wekî malbat dengê xwe dane AKP’ê û wiha got: “Di sala 2019’an de dema em çûn hilbijartinê me jî dengê xwe da AKP’ê. Beriya hilbijartinan, yanî di sala 2016'an de li Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Ji bo ku di dema qedexeya derketina derve de rewş neyê vê rewşê me gelek xebat kir. Lê rewş hat asta ku qedexeya derketina derve bê ragihandin. Di wê pêvajoyê de beşeke mezin ji Şirnexê hat wêrankirin. Piraniya xelkê bajêr terikand. Çûn metropolên wekî Îzmîr û Mêrsînê. Kêm kes li vir man. Di rêya hilbijartinê de dewletê got ku ew ê Şirnexê ji bajarbûnê derxîne û bike navçe. Hat gotin ku gef li gel hatiye xwarin ku malên xwe yên wêrankirî ji nû ve ava nekin û dê pere ji gel bê standin. Dû re hat gotin ku ger Şaredarê niha Mehmet Yarka ji AKP'ê bi ser bikeve dê dest nede bajar û malên gel bên avakirin. Her wiha hat gotin ku dê li Şirnexê nexweşxaneyeke nû bê çêkirin. Her wiha destnîşan kirin ku dê rêya navbera Şirnex û Wanê bê çêkirin û kolanên bajêr jî bên çêkirin.”
 
Saltan diyar kir ku wan û kesên din ji ber gefên bi vî rengî li bajarê ku wê demê tenê çend kes lê dijîn dengê xwe dane AKP'ê.
 
Saltan got: “Gel ji ber ku ji gefan ditirsiya dengê xwe da AKP’ê. Ez jî di nav wan kesan de bûm. Ji bo ku ev gel belengazî nebe û yên ji vir çûn careke din vegerin, me carekê dengê xwe da AKP'ê. Mehmet Yarka 5 sal in şaredar e. Ger min rastiya vê pêvajoyê bigota, ez ê ketibûma tengasiyê. Heger hûn ji hin derdoran Mehmet Yarka bipirsin, dê bêjin bila rojekê jî neçe wir. Hin kes dibêjin ku tu kes bi qasî vî xizmet nekiriye. Lê ez nizanim ev xizmet çi ne. Ez ê tenê rewşekê vebêjim. Kî hat ser AKP'ê, dewletê îhale dan wan û xizmên wan. Ev 5 sal in îhaleyan di nav xwe de belav dikin û gel jî tenê temaşevan e."
 
‘EM Ê JI BO NAMZETÊN DEM PARTIYÊ BIXEBITIN'
 
Saltan diyar kir ku ew ê di hilbijartinên pêş de piştgiriyê bidin namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û got: “Em wekî malbat li pişt Tûran Saltan û Berîvan Kûtlû ne û em ê piştgiriyê bidin wan. Dema bi ser bikevin wê ji maf, hiqûq û wekheviyê dûr nekevin. Şaredarî saziyeke dewletê ye. Ew ê di çarçoveya qanûnê de xizmetê bikin. Wekî eşîr em ê xizmetên ku berê ji bo van kesan kiribûn bidomînin. Em ê wekî heval, xizm û kesên nêzî me piştgirî bidin namzetên DEM Partiyê. Em ê ji bo wan bixebitin."
 
‘NANÊ 3 HEZAR KESÎ DAN KESEKÎ'
 
Saltan bal kişand ser sozên namzetên AKP’ê û got: “Gelê Şirnexê ji aliyê aborî ve di rewşeke xerab de ye. Kesên ku di salên 90’î de gundên wan hatin şewitandin, gundên xwe terikandin û hatin vî bajarî. Ew kes gundî bûn, nexwende bûn, ne xwedî pîşe bûn. Yên hatin, li herêma Çiyayê Cûdiyê bi cih bûn û bi keda xwe ya destan hewl dan komirê derxin da ku debara xwe û zarokên xwe bikin. Van kesan tenê ji bo nan şer dikir. Piştre AKP'ê ew herêm da dewlemendekî mêrdînî. Tevahiya herêmê radestî kesekî bi navê Suleyman Bolunmez kirin. Niha bêyî destûra Suleyman Bolunmez kes nikare traktoreke komirê bîne û li malê bişewitîne. Ger dewlemendên Şirnexê, rayedarên payebilind û şaredar hebûna dê vê heqareta li gel qebûl nekirina. Dewlemendên şirnexî bila nebêjin ji bo xizanên bajêr bazirganiyê dikin. Li vî bajarî hezar malbat ji kanên komirê debara xwe dikirin, lê van malbatan ji wir derxistin. Hezar mal lê diman. Heke hûn ji her malekê 3 kesan bijmêrin, nanê 3 hezar kesî dan kesekî."
 
'XWEDIYÊ VÎ BAJARÎ XELKÊ ŞIRNEXÊ YE'
 
Saltan anî ziman ku DEM Parti partiya xızan û bindestan e û wiha got: “Divê her kes piştgiriyê bide vê partiyê. Pêwîst e DEM Partî jî bi awayekî wekhevî nêzî her kesî bibe. Dema ku namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di hilbijartinan de bi ser bikevin, hevşaredarên her kesî ne. Divê bi edalet nêzî her kesî bibin. Banga min ji raya giştî re; Divê em nehêlin kes me parçe bike. Gelê Şirnexê xwediyê vî bajarî ye. Divê destûr nedin ku kes wan parçe bike. Kesên ku piştî şerê 93’yan hatine vir û wekî koçber bi cih bûne, divê gelê Şirnexê ji hev cuda nekin. Divê di 31’ê Adarê de piştgirî bidin namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê.”
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

17/03/2024
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze