Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn

img
STENBOL - Partiyên siyasî û rêxistinên ku di Newroza Yenîkapiyê ya bi sed hezaran kes beşdar bûn de axivîn gotin “Niha dem dema azadiyê ye” û li dijî desthilatê peyama têkoşîna bi hev re dan. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya ku li qada Mitîngê ya Yenîkapiyê bi tevlîbûna sed hezaran kesan li Stenbolê hate lidarxistin bi dawî bû. Piştî axaftinên Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tûncer Bakirhan û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, axaftvanên din derketin ser dikê.
 
TJA’YÊ JI JINÊN GIRTÎ RE SILAV ŞANDIN  
 
Aktîvîsta TJA’yê Eylem Sarûca ya ewilî axivî, sed hezar silav kirin. Sarûca, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were bidawîkirin û wiha got: “Em tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibînin ku tecrîd li dijî gelan tê pêkanîn.  Ez hemû hevalên ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ketine çalakiya greva birçîbûnê silav dikim. Di kesayeta Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel û Fîgen Yuksekdagê de ji hemû girtiyên siyasî re silav.”
 
Sarûca, diyar kir ku Newroz li dijî kesên jinan tune dihesibînin berxwedanek û serhildanek in û wiha domand: “Yên ku bi zext, binçavkirin û zindanan hewl didin me bitirsînin, ji bîr nekin ku ev mîrate ji Zekiye Alkanan, Mazlûm Doganan û Sema Yuceya ku digotin ‘Ez dixwazim ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê bedena xwe bikin pireke ji agir' e.”
 
EHP: BILA RÊYA ME VEKIRÎ BE 
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk jî wiha got: “Ev Newroz, Newroza Kawayên Hesinkar e. Newroz pîroz be. Gelê kurd ji bo ku di sala 2024’an de mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê bikarbîne neçar dimîne ku têbikoşe. Em dibêjin hiqûqek, makeqanûneke wiha dibe. Em gelek bixebitin van bişînin. Bila rêya me vekirî be.”
 
BMG: NIHA DEMA AZADIYÊ YE 
 
Pişt re li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) Muhammed Hîzmetçî axivî. Hîzmetçî, diyar kir ku kurd, ermen, penaber li ser vê axê tune tên hesibandin û wiha got: “Jin karker tên qetilkirin. Ji ber ku li ser serê me belayek heye. Me sond xwar ku em vê pergalê hilweşînin. Her rû û dilê ez li vir dibînim keleheke şoreşger e. Li zindanan çalakiya greva birçîbûnê heye. Ev ax bi tecrîdê hatiye dorpêçkirin weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dorpêç kiriye hemû girtî dorpêç kiriye. Em dixwazin gelê kurd û gelên bindest azad bin û li welatekî demokratîk bijîn. Em meşaleya Kawayê Hesinkar hilgirin û bêjin ‘Niha dema azadiyê ye’. Newroz pîroz be.”
 
EMEP: EM Ê BI HEV RE BÊJIN BISEKINE 
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan bi silavdayîna gel dest bi axaftina xwe kir. Aslan, diyar kir ku desthilat li ser jinan, ciwanan û karkeran terorê dimeşîne û wiha got: “Her roja diçe li dijî hemû kesên têkoşînê dikin siyaseta tundiyê zêde dibe. Em ên ku li van qadan hatine bahev, em ê yekîtî û hêza xwe bi kar bînin ku em bi hev re li dijî vê meyla faşîst bisekinin. Li girtîgehan bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Siyasetmedarên kurd ên bi vîna gel hatine hilbijartin di girtîgehan de ne. Divê di zûtirîn demê de girtîgeh werin valakirin. Ev desthilata yek zilamî ji bo gelên Fîlîstînê azadiyê dixwaze. Lê belê li Rojava û Kurdistanê bi pevçûnên rojane re hewl dide têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd bifetisîne. Em vê helwesta durû şermezar dikin. Em li cem gelê Xezayê û gelê kurd in. Em ê bi hev re têbikoşin û serbikevin. Em dikarin bi têkoşîna yekgirtî ya gelê xwe vê pergala zordar hilweşînin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”
 
Pişt re hunermend Mîkaîl Aslan derket ser dikê. Ligel stranên wî yên bi zaravayê kirmanckî yê kurdî bi sed hezaran kesan govend gerandin. Di pîrozbahiya coş lê zêde bû de çepik û tilîlî yek keliyê nesikînin. Newroza Stenbolê bi stranên hatin gotin bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

21/03/2024
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan