Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên

img
DÊRSIM - Namzetên Hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak sozên di danezana xwe ya hilbijartinê de kirin proje. Di projeyan de gelek tiştên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, çand û huner, dizaynkirina bajêr di nav tiştên ku dê bên çêkirin de cih girtin. 
 
Tifaqa Dêrsimê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di nav de bi îdiaya ji pirsgirêkên li bajêr re bibe çareserî danezaneke ji 22 xalan pêk dihat amade kiribû. Tifaqê piştî vê danezanê projeyên şênber pêşkeşî gelê Dêrsimê kirin. 
 
Projeyên namzetên Hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak wiha ne: 
 
PROJEYA PÊŞÎLÊGIRTINA KOÇA BI DARÊ ZORÊ 
 
Bi Midûriyeta Karesata Erdhejê ya di bin banê şaredariyê de dê bajêr ji erdhejê re were amadekirin û perwerdehiya amadekariya karesatê dê bê dayîn. Li deverên weke kêleka çem, xeta fayê û avzêmên ku ji bo zemîn bibin rîsk dê ji çêkirina avahiyan re destûr neyê dayîn. Qadên îstîhdamê yên li dijî pêşîlêgirtina koça bi darê zorê dê li tevahiya bajêr belav bikin. Wê Akademiya Teknolojiya Dîjîtal a Dersîmê ku perwerdeyên nivîsbariyê, zîrektiya çêkirî, teknolojî, sêwirandin û pevbestînê dide, bê avakirin. 
 
PIŞTGIRIYA ÇANDINÎ Û HEWCEDARIYÊ 
 
Dê piştgiriya gubre, tov, şitil û şêwirmendiyê bidin cotkaran. Dê Bankeyek Xwarinê û Bankeyek Cilûbergan were damezrandin da ku pêdiviyên xwarin û cil û bergan ên malbatên hewcedar peyda bikin. Park, rê, meydan, avahî û peyarêyên li bajêr wê ji bo astengdaran ji nû ve bên dîzaynkirin. Bi avakirina yekîneyeke tenduristiyê ya mobîl re wê ji extiyar û welatiyên xwedî pêwîstiyên taybet re xizmeta tenduristiyê li malê bê dayîn.
 
JIN Û CIWAN 
 
Malên Jiyanê yên Jinan û Navenda Piştevaniyê ya Jinan were avakirin ku jin bikaribin bi hêsanî xwe bigihînin piştgiriya civakî, psîkolojîk, aborî û hiqûqî. Ji bo jin ji veguhestin, spor, aktîvîteyên çand û hunerê sûdê wergirin dê derbasî sepana “JIN KART” bibin. Ji bo ku jin bikaribin xwe bigihînin malzemeyên tenduristiyê yên bêpere ê li hin noxteyên bajêr “HIJYENMATÎK” bên avakirin. 
 
Ji bo ciwanan arasteyî aktîvîteyên çandî, hunerî û zanistî bike û wan ji hînbûniyên bi zirar biparêze, wê Navendeke Çandê ya Ciwanan bê avakirin. Qadên basketbol, tenîs û futbolê û parkên hilkişîn, paten û xijkxijkê yên ku zaroka bikaribin lê bilîzin dê bên vekirin. 
 
Ji bo pêşî li bikaranîna hişbirê û bengîtiyê were girtin, dê di di bin banê şaredariyê de Navenda Têkoşîna li Dijî Bengîtiya Hişbirê û navenda piştgiriyê ya psîkososyal bê vekirin. 
 
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ Û NAVENDÊN BÎRÊ 
 
Li her taxê wê pêşdibistanên bi zimanê dayikê yên bikaribin xwe bigihîninê û bêpere bên vekirin. Ji bilî zimanê me yê dayikê kirmançkî yê li ber tunebûnê ye, zindî bihêlin, ji bo perwerdeya ziman a weke ingilîzî, îspanyolî, çînî û rûsî ji ciwanan re bê dayîn, wê Akademîya Ziman bê avakirin.
 
Dê Muzeya Bîrdariyê ya Dêrsimê û Navenda Bîrê  ya Elewiyan ku dê zindîhiştina bîrdariya dîrokî ya Dêrsimê esas bigire bên avakirin. Dê li gorî bawerî û çanda bajêr, Malacemê ya Gazîk ji xizmetê re bê vekirin. 
 
Pirsgirêka avê ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajêr e, wê bi misogerkirina ku ava Mûnzûrê ji mûslûxên her malekê bê bikaranîn, çareser bibe.
 
PROJEYÊN ÇAND Û HUNERÊ
 
Namzetên hevşaredariyê armanc dikin ku festîvala sînemayê bînin Dêrsimê ku xebatên cihêreng ên sînemaya cîhanê ya serbixwe lê werin nîşandan û lîstikvan û derhêner tev li bibin.
 
Ji bo bîranîna nirxên ku zimanê Kirmançkî zindî dihêlin û derbasî nifşên pêşerojê dikin, rojên helbest û wêjeyê wê bên lidarxistin. Bi şanoya ku dê di bin navê şaredariyê de bê avakirin dê lîstikên bi zimanê zikmakî bên pêşandan.
 
Avahiya şaredariyê ya nû were çêkirin dê bi enerjiya hawîrdorparêz û tavê û teknolojiyeke têra xwe bike were arastinê. Otobusên şaredariyê wê bi wesayîtên bielektrîkê bên nûkirin. Sererastkirina rê û derdorên ziyaretgehan ku di baweriya elewîtiyê de xwedî cihekî girîng in, wê bên kirin. Her wiha wê rêya meşê ya Dayika Fatma bê çêkirin. 

Sernavên din

21/03/2024
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan