Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin

RIHA - Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di sala 2021’ê de derheqê rojnameger Nazim Babaoglû de ku 30 sal in winda ye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn vekiriye. 
 
Di 12’ê adara sala 1994’an de ji nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû re telefonek hat û jê re hat gotin ku “li Sêweregê nûçeyeke lezgîn heye.” Babaoglû ku ji bo nûçeyê bi rê ket, ji wê rojê heta  niha tu agahî jê nayên girtin. Piştî windakirina rojnameger Babaoglû, malbat û hempîşeyên wî yên di rojnameya Ozgur Gundemê de bi salan ji bo hiqûqê têkoşiyan. Di vê pêvajoyê de malbat û hempîşeyên wî ji ber lêpirsîna nedihat kirin, bi derfetên xwe şahid peyda kirin. Malbatê bi dozger û hêzên ewlekariyê yên demê re hevdîtin kir û ji bo dozgerî li şahidên ku malbatê bi derfetên xwe peyda kiribûn were guhdarîkirin, daxwazname da. 
 
DI PÊVAJOYA DARAZÊ DE BIRYARÊN LI DIJÎ MALBATÊ HATIN DAYÎN 
 
Wê demê welatiyekî ku birayê wî winda, got ku dema li birayê xwe digeriya Nazim Babaoglû li mala Sedat Bucak dîtiye û ev agahî bi malbata Babaoglû re parve kir. Malbatê jî îfadeyên endamên malbata xizmên xwe windakirin û hemû delîl radestî Dozger bi Rayeya Taybet a Amedê yê demê Ahmet Karacan kir. Piiştî van îfadeyên hatin qeydkirin û delîlan, li Dozgeriya Rihayê gilî hate kirin. Dozgeriyê jî bi hinceta “delîl kêm in” ev gilî red kir û nehişt lêpirsîn veguhere teqîbatê. 
 
Malbatê piştî pêvajoya lêpirsînê ya 10 salan, biryara heyî bir Dadgeha Bilind lê belê dosya li vir jî 10 salan hate sekinandin. Piştî biryara neyînî ya Dadgeha Bilind a di sala 2018’an de, malbatê îcar serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê 5 sal piştre biryar xwe da û serlêdana malbata Babaoglû ya di çarçoveya “binpêkirina mafê jiyanê” de hatiye kirin bi îdiaya ku lêpirsîn didome û rêyên serlêdanê nehatine qedandin, got; “Nayê qebûlkirin.” Di heman demê de AYM’ê îdia kir ku îdiayên mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin jî bêbingeh in û biryar da ku ev daxwaz nayê qebûlkirin. Her wiha dadgehê ji bo serlêdana binpêkirina darizandina di dema maqûl a malbata Babaoglû jî nirxand û got: “Ev daxwaz dikare were qebûlkirin” û biryar da ku ji bo lêçûnên malbatê 12 hezar TL tazmînat were dayîn. 
 
LI GORÎ AYM’Ê BABAOGLÛ YÊ KU 30 SAL IN WINDA YE HÊJ DIJΠ
 
AYM’ê ji malbatê re biryara xwe ya bihincet teblîx kir û têkildarî endamên malbatê got “Ji endamtiya rêxistinê ya dem bi dem û propagandayê qeyda wan a sabiqeyê heye û li dadgehan hatine darizandin.” Di heman demê de destnîşan kir ku di qeydên nifûsê de lêkolîn hatiye kirin û îfadeya “Nazim hêj jî dijî” hate bikaranîn. 
 
LI GORÎ DOZGER BABAOGLÛ YÊ AYM’Ê DIGOT HÊJ DIJÎ MIRÎ YE 
 
Parêzerên malbatê herî dawî li ser UYAP’ê lêpirsîn kirin û dan zanîn ku hejmara rasteqîn a lêpirsîna têkildarî Nazim Babaoglû di sala 2015’an de hatiye guherîn û li dosyaya ku Babaoglû weke “kuştî” hatiye nîşandan îcar gumanbarekî lêgerîna wî heye lê hatiye bicihkirin û derket holê ku di sala 2021’ê de derheqê Babaoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatiye destpekirin. Ji ber biryara bisînorkirinê ya derheqê her du dosyayan de, parêzer û malbat nikarin derheqê dosyayê de agahiyên berfireh bi dest bixin. 
 
‘MALBATÊ SERÎ LI DMME’YÊ DA’
 
Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa têkildarî mijarê axivî. Vefa, bi bîr xist ku Babaoglû di 12’ê adara 1994’an de ji bo nûçeyê çûye Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Vefa, bi domdarî got ku ji wê rojê ve malbat ji bo hiqûqê têdikoşe lê tu encam bi dest nexistine. Vefa, ev tişt anî ziman: “Herî dawî piştî biryara AYM’ê, malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Lê belê di vê pêvajoyê de geşedanên balkêş qewimîn.” 
 
‘JI BO DOSYAYÊ BIRYARA BISÎNORKIRINÊ HEYE’
 
Di berdewamê de Vefa daxuyand ku di sala 2015’an de derheqê Babaoglû de lêpirsîneke ku tê de weke “kuştî” tê qebûlkirin hatiye vekirin û ev agahî dan: “Dosyaya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye vekirin û biryara bisînorkirinê heye. Li dijî wê îtîraz hate kirin lê encamek jê derneket. Malbatê serî li ÎHD’ê da û me jî xwest dosyaya Nazim Babaoglû bipirsin. Me li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîn kir û di lêpirsînê de xuya bû ku lêpirsîn di sala 2015’an de hatiye destpêkirin û Babaoglû weke ‘kuştî’ hatiye pênasekirin. Her wiha em hîn bûn ku di dosyayê de kesek jî weke ‘gumanbar’ cih digire. Lê tevî hemû israrên me jî agahî nehatin parvekirin. Di dosyayê de kesekê ku em nizanin kî ye heye û derheqê wî de biryara girtinê heye. Dosya li cem dozgerê TEM’ê ye. Ev dosyaya bi biryara bisînorkirinê ji sala 2015’an ve didome. Em nikarin xwe bigihînin vê dosyayê û ev bi tena serê xwe binpêkirina maf e.” 
 
DERHEQÊ ROJNAMEGERÊ WINDA DE LÊPIRSÎNA JI ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’ 
 
Vefa, bi domdarî got ku di dema van lêpirsînan de hîn bûne ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di sala 2021’ê de derheqê Nazim Babaoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîneke din daye destpêkirin. Ji bo dosyaya 2021’ê jî biryara bisînorkirinê hatiye dayîn. Me xwest ev biryara bisînorkirinê were rakirin û hem malbat hem jî parêzer bikarin xwe bigihînin naveroka wê. Ji ber ku di sala 2022’yan de li Curnê Reş hestî hatin dîtin. Hem malbata Babaoglû hem jî malbatên xizmên xwe winda kirin bi fikra ku dibe hestiyên zarokên wan bû li Curnê Reş serlêdana sûc kirin. Lê belê ji wê rojê heta niha di dosyayan de guherînek çênebû. Tenê 2 meh berê bang kirin û mînakên xwînê girtin. Em hêj jî li benda bersiva tipa edlî ne. A rast di dosyayên windakiriyan de ev rewş pir kêm diqewime. Anku li rexekî hestiyên hatine dîtin û em bi fikra ku dibe yên Nazim bûn tev li lêpirsînê bûn. Li hêla din jî pêvajoyeke derveyî me bi parêzerên malbatê re tê domandin heye. Hêj nû agahiya me ji vê rewşê bû. Diviya haya me jê hebûya bê ka di dosyaya 2015’an heta niha de li kê digerin, gumanbar kî ne û hwd. bi me re parve bikirana. Ji ber ku şahidên me ragihandine hene. Pêvajoyeke dosyayê ya didome heye. Her wiha AYM di biryara xwe de îdia dike ku Nazim ‘hêj dijî’ û dozgerî jî di lêpirsîna xwe de dibêje ‘kuştî’ ye. Du pêvajoyên ji hev qut tên meşandin. Dê hewldanên me yên hiqûqî çêbibin. Heke lêpirsîneke baş bixwazin, divê em jî te li vê lêpirsînê bibin û em dixwazin bi hev re aqûbeta Nazim hîn bibim.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2024
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan