Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin

ÇEWLIG - Bi sedan kes bi cilên xwe yên netewî tev li Newroza ku piştî 12 salan li Kanîreşê hate pîrozkirin bûn. Parlamenter Salîha Aydenîz a di pîrozbahiya tevî barîna berfê jî coş lê zêde bû de axivî, wiha got: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

 
Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftine ye” li 57 navend û li sedan cihan tê pîrozkirin. Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê ku yek ji van navendane jî piştî 12 salan cara ewil e Newroz tê pîrozkirin. Bi sedan welatiyan ji bo pîrozbahiya Newrozê di saetên zû yên serê sibehê de ji gund û taxan berê xwe dan qada Newrozê. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Saliha Aydenîz, Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariyê yên Çewligê Çîçek Arîç û Aydin Burçun, namzetên hevşaredariyê yên Kanîreşê Zuhre Eroglû û Mehmet Genç tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. 
 
Newroz bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê bi coşeke mezin û ligel dirûşma “Bijî Serok Apo” hate vêxistin. 
 
Piştî vêxistina agir, namzeta hevşaredariya Kanîreşê ya DEM Partiyê Zuhre Eroglû axivî. Eroglû, ji bo tevî hewayê sar û barîna berfê li qadê bûn spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin û wiha got: “Gelê Kanîreşê berxwedêr e, ji bo serbikeve dê her tiştî bike. Lê gel weke ku ne xwediyê vir ê esas in weke ku ji aliyekî din ê cîhane hatine vir mûamele lê tê kirin. Em ê li vir ji bo zêdetir weke mirovan bijîn, bi hev re em ê ji wan tişta ku ya me ye bistînin. Şeva 31’ê Adarê em ê li vir bi hev re govendê bigerînin. Dem dema Kanîreşê ye.”
 
Pişt re parlamenterê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Farûk Hulaku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalna a di Newroza Amedê ya sala 2013’an de hatibû xwendin, xwend. 
 
Dû re parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û wiha got: “Îro we li ber vê berfa dibare careke din vîna xwe nîşan da û qad tejî kir. Kesên dibêjin ‘me vîna kurdan şikand’ bila baş li vê qadê binêrin. Newroz, ligel serhildan û berxwedanê vîna jiyana bi hev re ye. Em ji ber vê yekê dibêjin, em ê agirê Newrozê heta dawiyê gur bikin.”
 
‘TERORÎSTÊN ESAS KESÊN QEYÛM TAYÎNKIRINE NE’ 
 
Aydenîz, da zanîn ku welatiyekî ku xwest bi stûmala Selahattîn Demîrtaş bikeve qada Newrozê hate astengkirin û Demîrtaş “terorîst” hate îlankirin û wiha berdewam kir: “Em jî vir dibêjin ku, ne hevalên me yên ji bo azadiyê li ber xwe didin, kesên ew avêtine girtîgehê terorîst in. Kesên ziman û statuya gelê kurd qebûl nekin, kesên qeyûm tayînî şaredariyên me kirin terorîst in. Heta ku gelê kurd azad nebe, gelê tirk jî azad nabe. Ji ber vê yekê ji bo azadiya me hemûyan, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê em têdikoşin.”
 
Aydenîz, bi lêv kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê yekane muxatab Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro dewleta Tirkiyeyê ji ber ne demokratîk e her roja ku diçe meseleya kurdan kûrtir dibe. Yekane muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo aştî û demokrasiyê têkoşiya îro di bin tecrîdê de ye. 
 
Tecrîd îro ne tenê li Îmraliyê li her derê ye. Ji ber vê yekê heta ku ev tecrîd were rakirin divê em têkoşîna xwe zêdetir bikin. Tecrîd weke teşeyeke rêveberiyê tê bi rê ve birin. Bi vê tecrîdê hewl dide şer zêde bike. Hewl didin kurdan bê statu bihêlin. Bi vê tecrîdê hewl didin polîtîkaya qeyûman pêş ve bibin. Em dibêjin ku heta ku ev tecrîd were rakirin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştî axaftinan pîrozbahiya Newrozê bi gotina stranên hunermend Mizgîn Tûran û Denîz Esmer berdewam kir. Bi sedan kesan tevî hewayê sar û barîna berfê govend gerandin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2024
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan