Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin

img
SÊRT – Hevserokên DEM Partiyê yên Misircê ji bo mitînga ku dê di 30’yê adarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Werin em bi hev re serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de li qada mitîngê pîroz bikin.”
 
Xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê bênavber didomin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Misircê ya Sêrtê jî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Misircê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û hunermend Kadîr Çat mitîngekê li dar bixe. Hevserokên navçeyê Naîl Asma û Sûltan Yorûlmaz banga tevlibûnê kirin û xwest in ku divê gelê Misircê bi tevlibûna xwe ya mitînga 30’yê adarê encama hilbijartina 31’ê adarê diyar bike. 
 
‘DIVÊ EWIL EM QEYÛMAN BIŞÎNIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Misircê Naîl Asma da zanîn ku hemû hilbijartin ji bo wan girîng in, lê belê ev hilbijartin ji bo şandina qeyûman xwedî taybetiyeke cuda ye. Asma diyar kir ku divê di hilbijartina 31’ê adarê de ewilî qeyûm bişînin. Asma bi bîr xist ku serdemekê şaredarî di destê AKP’ê de bûye, lê ev serdemek e jî qeyûm şaredariya Misircê bi rê ve dibe û got ku heta niha tu sozên xwe neanîne cih. Asma bi domdarî wiha got: “Soza parkçêkirinê dane û hêj jî didin. Lê park, yekemîn di serdemên me de hatine çêkirin. Ev nêzî deh sal in ew vî bajarî bi rê ve dibin hêj jî park çênekirine û di ser de qeyûm navê Parka Ehmedê Xanî rakiriye. Heke em 31’ê adarê serbikevin em ê careke din navê Ehmedê Xanî li wê parkê bikin. Her wiha binesaziya Misircê çêkirine, lê her 15 rojan careke cihek diteqe. Xizmeteke baş nekirine, lê gelek deyn çêkirine. Nêzî 300 tirîlyon deynê şaredariyê heye. Ew ji bo gelê Misircê nayên ser kar, ji bo berjewendiyên dixebitin.”
 
‘JI HEFT SALÎ HETA HEFTÊ SALÎ EM LI BENDA HEMÛ GELÊ XWE NE’
 
Asma bi bîr xist ku 30’ê adarê mitînga wan heye û ji heft salî heta heftê salî hemû gelê Misircê vexwand mitîngê. Asma diyar kir ku ev mitîng ji bo encama 31’ê adarê gelek girîng e û wiha dirêj kir: “Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û ji bo ciwanan jî hunermend Kadîr Çat dê tev li mitînga me bibin. Ciwan bingeha vê partiyê ne û divê tu kes 30’ê adarê di mala xwe de nemîne û bê mitîngê. Me hemû amadekariyên xwe yên mitîngê pêkanîne û em ê qada mitîngê bikin qada Newrozê. Divê em 30’ê adarê serkeftina xwe ya hilbijartinê îlan bikin. Ez hemû gelê xwe yê gundan, bajarokan, ciwanan, rûspiyan û dayikan 30’ê adarê di saet 13.00’an de vedixwinîm qada mitîngê. Ez hêvîdarim em ê hilbijartinê de jî serbikevin û ev serkeftin dê bibe serkeftina azadî, aşitî û wekheviyê. Divê em hevalên di zîndanan de jî kêfxweş bikin û serkeftina Misircê diyariyê wan bikin.”
 
BANG LI JINAN KIR
 
Hevseroka DEM Partiyê yê Misircê Sûltan Yorûlmaz jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û anî ziman ku jinên li Misircê dijîn pirsgirêkên bêkariyê dijîn û ji ber civaka feodal paş de mane. Yorûlmaz ji bo ku ew 31’ê adarê ser bikevin û mizgîniyê bidin gelê xwe jinên li navçeyê vexwand mitîngê û wiha berdewam kir: “Serkeftina me ya 31’ê adarê di eslê xwe de serkeftina we ye, bi dawîkirina vê başdemayînê ye. Ev ax axa me ye, ev av ava me ye, ev welat welatê me ye. Gava me şaredarî sitandin em ê ji bo ku jin pêş ve biçin bixebitin û ez weke hevseroka vî bajarî soz didim. Em weke partî me da nîşandan ku jin ji bo me çiqas girîng in û hemû cihan jî dizane. Em ê 30’ê adarê fînala xwe ya mezin bikin û em dixwazin hemû gelê me yê Misircê û taybetî jî jinên li Misircê dijîn di nava me de bin. Werin em bi hev re coşeke mezin biafirînin û werin em bi hev re biharê pêşwazî bikin. Werin em bi hev re serkeftina 31’ê adarê di 30’ê adarê de li qada mitîngê pîroz bikin.”
 

Sernavên din

21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin| HATE NÛKIRIN
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome