Bakirhan ê li Wanê axivî: Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e

img
WAN - Tuncer Bakirhan ê di mitînga Wanê de axivî, wiha got: “Tu partiyên ku pirsgirêka kurd çareser nekin bi ser nakevin. Gel di Newrozê de ji bo çareseriya meseleya kurd weke navnîşan Îmrali nîşan da û got ‘Birêz Ocalan muxatabê meseleya kurd e.’”
 
Li Wanê di mitînga dîrokî ku bi deh hezaran kes tev li bûn de qad bi devî re tejî bû û bi hezaran kesan jî nekarî bikevin qadê. Li qada ku dirûşma “Bijî Serok Apo” qet jê kêm nebû, piştî rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kûrt, axivî. Kûrt, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û bertek nîşan da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Veysî Dîlekçî jî wiha got: “Em ê roja hilbijartinê ji qeyûman û piştevanên wan re bêjin ‘Siwar hatin peya çûn’.”
 
‘EM Ê QEYÛMAN DU ROJÊN DIN BIŞÎNIN’ 
 
Dû re pêşkeşvan namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin û navçeyan û parlamenterên Wanê vexwendin ser dikê. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ewilî axivî, wiha got: “Li ku be bila bibe dê têkoşîna me bidome û serbikevin. Demekî dirêj e, em xebatên xwe dimeşînin. Gelê me got em ê dengê xwe bidin ziman, ax û partiya xwe. Em ê her qada bajarê xwe veguherînin qadên jinan û ciwanan. Em ê qeyûman bişînin û bajarên xwe azad bikin.”
 
Hevşaredarê din Abdûllah Zeydan ê pişt re axivî jî wiha got: “Ev qad nîşan dide ku kes nikare gelê kurd têk bibe. 10 sal in şaredariyên me ji aliyê qeyûman ve tên xespkirin. Xwestin hemû nirxên gelê kurd hilweşînin lê ev qad nîşanî me dide ku piştî du rojan em ê wan bişînin cihê jê hatine.”
 
‘WAN DÊ 14 ŞAREDARIYAN BI DEST BIXE’ 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî jî bi gotinên “Her partî li bajarê ku lê xurt e mitînga xwe ya fînalê dike em jî fînala xwe ya mitîngê li Wanê dikin” dest bi axaftina xwe kir. 
 
Bakirhan, anî ziman ku Wan dê her 14 şaredariyan bi dest bixe û wiha got: “Gelê Wanê li dijî vê girseya qelebalix, rengîn, keyfa dostan tîne û dijminan aciz dike, hûn hene di 31’ê Adarê de bi bidestxistina her 14 şaredariyan mizginiyekê bidin? Her partî li bajarê ku lê xurt e mitînga xwe ya fînalê dike. Me jî xwest bi vê fînalê nîşan bidin ku em çiqas ji gelê Wanê hez dikin. Hûn bi salan e, hêzê didin me, piştgiriyê didin me. Tevî hemû zextan jî we dest ji doza xwe ji têkoşîna xwe berneda. Em ji bo we çi bikin jî kêm e, em çiqas bi wer serbilind bin jî kêm e. Ji ber vê yekê li ser navê Dêrsimê, Amedê, Serhedê hemû erdnîgariya Kurdistanê têkoşîna gelê Wanê careke din silav dikim.”
 
‘HESABA XELET DÊ JI WANÊ VEGERE’ 
 
Bakirhan, anî ziman ku hesabên desthilatê yên xelet dê ji Wanê bizivire û wiha lê zêde kir: “Bawer bikin hemû hesabên xelet dê ji van qadên ku gelê kurd lê kombûye vegere. 40 sal in hewl dan bi zextan biqûtifînin, ewilî hewldan bi cînayetên kiryarên nediyar biqûtifînin, pişt re ev tê re nekir, gundên me vala kirin, gundên me şewitandin û zozanên me qedexe kirin. Destûr nedan ku gelê kurd li ser axa xwe, erdnîgariya xwe, li gundê xwe bijî. Lê gelê Wanê dest jê berda? Na. Lê nêrîn bi wê nabe, mirovên me tejî zindanan kirin. Bi zindanan jî bi ser neketin. Ji ber ku têkoşîna we ya gelê Wanê, ya gelê kurd têkoşîna heqîqetê ye. Têkoşîneke mafdar e. Em careke din ji kesên ku kurdan nas nakin, ji zimanê wî re dibêjin zimanê nayê zanîn, vîna wî diavêje zindanan re dibêjin ku hesaba xelet dê ji Wanê dê ji vê qadê vegere. Hesaba we ya xelet dê li Keleha Wanê bikeve û perçe perçe bibe. Ji ber vê yekê polîtîkaya we ya kurdan, pirsgirêka kurdan tune dihesibîne, hewl dide bi zext û zorê tune bike îflas kiriye. Heke zextên we encam girtibûna niha bi deh hezaran ev qad tejî nedikir.”
 
‘DEST JI POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ BERDIN’ 
 
Bakirhan, bang kir ku dest ji polîtîkayên ku gelê kurd tune dihesibînin bê berdan û wiha berdewam kir: “Demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên tunekirin û înkarê berdin! Gelê kurd her tim ji dirêjkirina destê aştî, müzakere û diyalogê re vekirî ye. Guneh e, we aboriya vî welatî, pêşeroja vî welatî ji bo gelê kurd bi zimanê xwe yê dayikê neaxive we têk bir. Li Tirkiyeyê mirov nikarin debara xwe bikin. Heke we milyar dolarên ji şer, top û tifingê re xerckirine, ji bo teqawîdan, xizanan, bêkaran, ciwanan, jinan, aboriya malbatan xerckiribûya niha Tirkiye bûbû welatê herî pêşketî yê Rojhilata Navîn. Lê aqlê van li ser dijminatiya kurdan e. Heta ku dijminatiye kurdan hebe ne xizan, ne teqawît ne jî kedkar nayên fikirîn. Wan careke din aştiyê qêr dike. Wan careke din dixwaze meseleya kurd bi rêyên demokratîk bi diyalogê were çareserkirin. Ji kesên nabihîzin re Wan aştiyê dixwaze.
 
WAN WÊ REKORÊ BIŞIKÎNE'
 
Qeyûm dizî ye, nelirêtî ye. Dijminatiya li ziman û çanda Kurdan e. Dijminatiya li jin, ciwanan e. Dizîn, xistin bin deynan, ew jî têrê nekir niha mal û milkên şaredariyê pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Doh qeyûmê li Êlihê çi kiribû? Kliyên xurekê yên ji 53 milyonî amade kir. Li ser koliyên xurekê jî wêneyê namzetê AKP'ê yê Şaredariya Êlihê danîn û bi vî rengî li mirovan belav kirin. Ji bo xwedê, we li ku dîtiye ku derfetên şaredariyê ji bo partiyekê hatiye bikaranîn, di kîjan baweriyê de cihê vê yekê heye? Xelkê Êlihê baş zane ku qeyûm şaredarî desteser kiriye, budçeya xelkê Wanê jî ji bo namzetên AKP'ê bi kar tîne. Gel em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin van? Em ê feraseta şaredariyê ya gelparêz, civakîparêz, Kurd û kedkaran li hemû navçeyên Wanê serwer bikin? Di 1'ê Nîsanê de xelkê Wanê, jin, ciwan, meleyên me, seydayên me wê careke din îradeya xwe, rêveberiya xwe bi dest bixin. Wan wê di asta rekorê de hilbijartina xwe pêk bîne."
 
'EM Ê QERTA SOR NÎŞANÎ SÎSTEMA ZALIMAN BIDIN'
 
Bakirhan anî ziman ku gelên Tirkiyeyê di 31'ê Adarê de wê bi dengên xwe qerta sor nîşanî vê sîstema zalim bidin. Bakirhan got, "Recep Tayyîp Erdogan doh got, 'Kurdan bi saya me kêfxweşî û azadî dîtin'. Ji bo xwedê, destê xwe bidin ser wijdanê xwe, 22 sal in em rojeke bi tenê jî xweş razan? Rojeke bi tenê jî me azadî dît? Ma me Kemal Kûrkût ji bîr kir? Ma me Osman Şiban, Servet Tûrgût ji bîr kir? Me Dayika Taybet ji bîr kir? Me ew qeyûm ji bîr kir ku 10 sal in li ser îradeya gelê Kurd dest daniye? Hatîce Yildiz a 75 salî ji ber ku pere şand ji keça xwe û hevalên wê yên li girtîgehê, hate girtin. Gelo kêfxweşî ev e? Azadî ev e? Bawer bikin gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê 22 sal in ji ber we ne kêfxweş e, ne jî azad e. Înşaleh gelên Tirkiyeyê wê di 31'ê Adarê de bi dengên xwe qerta sor nîşanî vê sîstema zalim, vê feraseta faşîzan, vê feraseta qeyûm bide û kêm jî be hinekî wê kêfxweş û azad bibe."
 
'HESABÊ LI QESRÊ HATE KIRIN LI NEWROZÊ TÊK ÇÛ'
 
Bakirhan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd cidiyek divê û got, "Pirsgirêka Kurd cidiyet divê. Pirsgirêka Kurd samîmiyet divê. Kurd gelekî bi rûmet e. li hemberî yên ku ne samîmî ne, ne cidî ne, li hemberî yên ku li cografya Kurdistanê heqaretê li DEM Partiyê dike, heqaretê li me dike, gelo em ê çi bersivê bidin? Niha rabûye sibehê êvarê qala operasyonan dike, dibêje 'terorîstan', dibêje terorîst, dibêje ez ê filan tiştî bikim, ez ê biqedînim, lê belê ez qurbana we, hûn gelekî welê yê bi rûmet in ku we di Newrozê de bersiveke welê dan polîtîkayên şerxwaziyê û zordariyê ku hesabê li Enqereyê li qesrê hate kirin, di Newrozê de hate têkbirin. Îro jî we heman tişt destnîşan kirin. Bawer bikin, rojekê li Tirkiyeyê Kurd wê bibin xwedî mafên wekhev. Rojekê em ê li Tirkiyeyê, bi taybetî jî li parlamentê bi rengekî azad bi zimanê xwe biaxivin. Rojekê hûn ê îradeya xwe bi rengekî azad hilbijêrin, bi rengekî mirovane bi hev re bijîn."
 
'MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'
 
Bakirhan diyar kir ku yên pirsgirêka Kurd çareser nakin bi xwe ji hev dikevin û got, "Me gelek serokkomar dît ku pirsgirêka Kurd çareser nekirin. Me gelek serokwezîr dît. Me gelek burokrat dît. Çi bû ji wan? Ji hev ketin, qediyan, têk çûn. Ti partiya ku meseleya Kurd çareser neke, qet bi ser nakeve. Heta ku hûn bi vî rengî nêzî meseleya Kurd bibin, destpêkê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de di her hilbijartinê de înşaleh hûn ê têk biçin, biqedin. Li qadên Newrozê bi milyonan mirovî bi yek dengî çi gotin? Gotin, meseleya Kurd çareser bikin. Ji bo çareseriya meseleya Kurd jî Îmrali weke navnîşan nîşan dan, gotin 'Muxatabê meseleya Kurd Birêz Ocalan e'. Niha jî em ji vê derê dibêjin; îradeya ku bi milyonan mirovî li qadên Newrozê nîşan dan, rast e. Em pê re ne, bi heman rengî difikirin. Li şûna şer, operasyon, çekê, li şûna ku çavkaniyên vî welatî bêne çikandin, waye girava Îmraliyê li wê derê ye, Birêz Ocalan li wê derê ye. Guh bidin gotinên gelê Kurd, vî karî bi muxatabê wê re, meseleya Kurd bi diyalogê, bi danûstandinan çareser bikin."
 
Bakirhan herî dawî bang li gel kir ku tevlî hilbijartinê bibe û dengê xwe bi kar bîne. Mîtîng bi stranên Mûrat Demîr dewam kir.
 
 

Sernavên din

28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin| HATE NÛKIRIN
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin
16:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Yildiz û Çaglak bên berdan
16:35 Lijneya Giştî ya GGC’ê, Bozarslan ji nû ve hilbijart
16:09 Ji Mitînga Herêmê ya Êlihê re bangawaziya tevlîbûnê
16:03 ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
15:48 Xizmên windayan ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel edalet xwestin
15:28 ‘Rojnamevan ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hatin girtin’
14:58 Ji OHD’ê û MED TUHAD-FED’ê ‘Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehan’
14:31 Partî û rêxistinên civakî bang kirin: Tecrîda li Îmraliyê rakin
14:07 Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye
13:56 Aqûbeta Yedîgol ê beriya 43 salan di bin çavan de hate windakirin hate pirsîn
13:42 DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin
13:35 Sînora xizaniyê derket 58 hezar lîreyan
11:55 Çalakgerên gundê Marûnisê: Bila ji erdnîgariya me derkevin
11:46 Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin
10:43 EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da
10:36 DEM Partiyê bersiva gefên girtina partiyê da: Gelên me destûra vê nadin
10:25 KDV’ya kahwexane û xwaringehan hate zemkirin
10:22 ‘Heke desthilat were guhertin dibe ku em bikarin bêhnê bistînin’
10:15 Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê: Daxwazên girtiyan dê aştiya civakî xurt bike
09:45 Der barê kesên rastî 'tundiya polîsan hatin' de lêpirsîn hate destpêkirin
09:33 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
09:29 Şagirtên Dibistana Egîdê Cimo li benda alîkariyê ne
09:28 Banga ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê
09:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 186 roj in agahî nayên girtin
09:27 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:26 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm
09:16 Şanogerên kurd: Şanoya kurdî li dijî êrişan mezintir bû
09:02 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN
08:51 Li Erzînganê erdhej çêbû
00:10 Ji Aslanê hate girtin peyam: Em ê nivîsandina xwe bidomînin
26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome