Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 15:58 2 Nîsan 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Rojnameger Evîn Buldan ku di sala 2017’an di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla hempîşeyên xwe û xizmên xwe li ser gora xwe hat bibîranîn. 

Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan ku di sala 2017’an de li Amedê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, di 7’emîn salvegera wefata xwe de li navçeya Geverê a Colemêrgê li ser gora xwe hat bîranîn. Endamên malbatê û xizmên Buldan, endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Goristana Bajêrge hatin cem hev. Rêveberiya Rêxistina Navçeya Geverê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Parlamenterên DEM Partiyê yên Colemêrgê Oznur Bartin û Onur Duşunmez û Parlamenterê HDP’ê yê berê Saît Dede beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta bi wêneyê Evînê ya bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hate vekirin.
 
Di bîranînê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mazlum Engîndenîz axivî. Engîndenîz da zanîn ku ew kedkarên çapemeniya azad ên ji bo bibin dengê heqîqetê, tevî şert û mercên dijwar ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de têkoşiyayîn û jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIDOMÎNIN’
 
Engîndenîz, bal kişand ser zextên li kedkarên çapemeniya azad tên kirin û wiha got: “Em çiqasî di bin zextê de bin jî têkoşîna me wê li her qadê bidome. Em careke din soza têkoşîna di şexsê şehîdên çapemeniya azad Apê Mûsa Anter, Gurbetelî Ersoz û Evîn Buldan de nû dikin û em ê pênûsa şehîdên çapemeniya azad li erdê nehêlin. Em ê berxwedana xwe ya li dijî zilmê bi israr bidomînin û heta ku em yek heqîqeta ku di tariyê de jî maye derxin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
‘EM Ê VÊ KEVNEŞOPIYÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Endama MKG'ê û nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Önver jî piştre axivî û ev tişt anî ziman: “Kevneşopiya çapemeniya azad kevneşopiyeke ku bi îradeya li ber çavan mezin dibe. Xebatkarên çapemeniya azad bi salane bi zext, îşkence û binçavkirinan hewl tê dayîn dengên wan bê qutkirin. Mîna Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Evîn Buldan ku kamerayên xwe li dijî zilmê rakirine em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê kevneşopiya çapemeniya azad bêyî ku serî li ber kesî bitewînin bidomînin. Em di şexsê Evîn Buldan de hemû şehîdên xwe yên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
Li ser navê malbata Buldan jî Lutfu Buldan axivî û wiha got: “Têkoşîna Evînê û hevalên wê hê jî rêya me ronî dike. Em bi têkoşîna wan serbilind in. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî piştgiriyê bidin têkoşîna wan."
 
'EM BEJNA XWE LI BER TÊKOŞÎNA WÊ DITEWÎNIN’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin, bi bîranîna kedkarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. Bartin, wiha axivî: “Hevala min Evîn ji zarokatiya xwe ve li dijî vê pergalê bi malbata xwe re têkoşînek pir pîroz daye. Tevî gelê Kurdistanê û polîtîkaya koçberiyê ya ku malbata Evîn Buldan bi wan re rû bi rû maye, jiyaneke bi rûmet jiyane. Evîn Buldan ji bo azadiya fikir û ramanê têkoşiya.  Evîn weke generalên biçûk ên Apê Musa têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinên li Kurdistanê berdewam kir.  Evînê wekî hevalên xwe yên din  rojnamevan Nûjiyan, Denîz û Gurbetelî kedeke mezin da di çapemeniya azad de. Bi rûyê xwe yê bi ken ji bo hemû gelê Kurdistanê bû mînak. Em li ber têkoşîna wê bejna xwe ditewînin."
 

Sernavên din

05/04/2024
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome
09:35 54 jinên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:33 Ji rojnameger Silêman Ehmed 164 roj in agahî nayên girtin
09:32 Pîroglû: Desthilat di sindoqê de ma
Akdenîz: Gelê kurd vîna xwe nîşanî desthilata yekperest da
09:23 Zanyarê Siyasetê Onal: Planên êrişê yên Tirkiyeyê dê têk biçin
09:02 Parêzer Sevîmlî: Girtina Hatîce Yildizê derî aqilan e
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2024'AN
08:13 Li bajarên Ewropayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
08:12 Li Amedê piştî şahiyê 9 kes hatin binçavkirin
08:10 Li Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 18 hatin girtin
04/04/2024
21:30 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 68'an de ye
20:43 Li Amedê bi hezaran kesî 4'ê Nîsanê pîroz kir
19:00 Hevşaredar bi gel re mazbatayên xwe wergirtin
18:21 Namzetê AKP'ê yê Wanê ji dêvla ku lêborînê bixwaze gel bi 'vandaltiyê' tawanbar kir
17:42 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbûye hat pîrozkirin
17:07 Qeyûmê ku ji wezaretê destûra girtina karkeran xwestibû, piştî hilbijartinê xwest destûr were betalkirin
16:53 Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê: Heta Abdullah Ocalan azad nebe em nasekinin
16:43 Bi hezaran kes çûn Şaredariya Êlihê: Ev serkeftin encama berxwedana gel e
16:41 CHP’iyê li dijî namzetê DEM Partiyê îtîraz kirî ji partiya xwe hat îxrackirin
16:34 Çalakvanên Nobeta Edaletê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
16:27 Di Girtîgeha Kurkçulerê de hewldana provakasyona alê
16:09 Qeyûmê Peyasê 5 neguhêzbar dewr kirin
15:58 Meşa Amarayê bi civîna bi gel re bi dawî bû
15:57 Şaredarê AKP’î piştî ku hilbijartin winda kir, pereyê alîkariyê bi paş ve kişand
15:56 HSK’ê derheqê dadgeha têkildarî Zeydan biryar dabû lêpirsîn da destpêkirin
15:43 Hevşaredarên Wanê tev li paqijkirina kolanan bûn
15:33 Zarokê li Edeneyê hatiye binçavkirin cezayê nederketina ji Şaxê girt
15:14 Rewşa girtiya nexweş Hatîce Yildiz a 75 salî giran bû
15:05 Rojnamevan Alataş dê li ser gora xwe bê bibîranîn
14:53 Yildirim ê piştî 30 salan hatiye berdan: Îro rojek ronî ye
14:52 Dema binçavkirina 3 jê rojnamevan 132 kesan hate dirêjkirin
14:51 4’ê Nîsanê bi pankarta ku bi sûran ve daliqandin pîroz kirin
14:25 Zarokê rûbiken ê berxwedanê hate girtin
14:16 Bîlançoya du rojan a Wanê
14:15 Hem tundî lê kirin hem jî bi îdiaya ‘tundiyê’ derheqê wan de lêpirsîn vekirin
13:57 Qeyûma Cizîrê 772 milyon û 414 hezar TL deyn li pey xwe hiştiye!
13:32 DEM Partî: Elî Welî yê radestî cendirmeyan hatiye kirin li ku ye?
13:18 Ji ber îfadeya ‘Qirkirina Ermenan’ doza 4’emîn li Baroya Amedê hat vekirin
12:51 Ji Bekîr Kaya peyam: Berxwedana we ji bo gelan bû hêvî
12:50 Kahyaoglu yê bi derbkirinê hatibû binçavkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rêveberiya Xweser: Tirkiye li herêmê pêşiya DAIŞ’ê vedike
12:12 Rojnameger Kaya yê rastî êrişa AKP’iyan hat: Jiyana min di xetereyê de ye
11:58 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 ‘Li Wanê piştevanî û têkoşîn bi ser ket’
11:48 YSK dê hinceta biryara têkildarî Wanê îro binivîse
11:36 Meşa Amarayê: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
11:34 Kadîr Înanir ji nexweşxaneyê tabûrcî bû
11:33 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
11:18 Li Periyê dê hilbijartin jinûve bê lidarxistin
11:15 Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê
11:14 Gelê Wanê dest bi paqijiya bajêr kir
10:53 Li Edeneyê polîs jinekî ducanî derb kirin
10:47 Li Tarsusê jinek hate qetilkirin
10:46 Kışanakê gelê Wanê pîroz kir: We dîrok nivîsand
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxa nû bû: Berxwedan di roja 130’an de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 163 roj in agahî nayên girtin
09:07 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina jiyana ekolojîk
09:05 'Divê hilbijartina bihîle ya li Şirnexê bê nûkirin'
09:04 ‘4'ê Nîsanê vejîna gelê kurd e'
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2024'AN
08:39 Yilmaz li Êlihê bi girseyî hate oxirkirin
08:21 Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kirin
03/04/2024
23:16 Zeydan: Dê kes nikaribe vîna we xesp bike
23:03 Li gelek bajaran pîrozbahiyên berxwedanê
22:25 Li Wanê bi deh hezaran kesî dest bi prîozbahiya berxwedanê kir
21:46 Emîne Şenyaşar: Ez dixwazim girseya li Wanê li cem min be
21:01 Li Şemzînanê wesayîta polîsan li ciwanekî qelibî
20:22 3 rojnamevan hatin binçavkirin
18:51 YSK'ê mazbata da Abdullah Zeydan
17:29 Li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin dê jinûve bên hejmartin
17:28 Çalakgerên Nobeta Edaletê dê sibê li Amarayê bin
17:21 Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin: Em bi xelkê Wanê re ne
17:00 Li Edeneyê rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
16:59 Karamollaoglu: Gelê Wanê biryara xwe daye, şaredarê xwe hilbijartiye