Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!

  • cîhan
  • 22:08 15 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fizîkî mîsoger bibe, kurd û dostên wan li ber Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê hatin ba hev.
 
Mîtînga li ber Konseya Ewropayê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji gelek welatên Ewropayê kurd û dostên wan beşdarî mîtîngê bûn. Pankart û dovîzên ku daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin, hatin hildan. Li ser dovîzan nivîsa “CPT demildest here Îmraliyê” bal kişand. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, parlamenterên Fransî û Îrlandayî û parêzera damezrînera WîkîLeaks’ê Jûlîan Assange jî beşdarî mîtîngê bû.
 
Di destpêka mîtîngê de li ser navê organîzatoran daxuyanî hate dayîn û hate bibîrxistin ku ti agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin.
 
Di vê daxuyaniya ku li ser navê rêxistinên Kurdan hatî dayîn de, hate destnîşankirin ku bi milyonan Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketine qadan û wiha hate gotin: “Weke rêxistinên Kurdan ji bo demildest agahî ji Rêber Apo were girtin, em bang dikin.”
 
Di mîtîngê de bênavber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.Di axaftinên destpêkê yên li ser dikê hatin kirin de, hat gotin ku saziyên Ewropayê çavê xwe li ber tecrîdê digirin û dibin hevkarê sûcên dewleta Tirk.
 
DEMA AZADIYA FIZÎKÎ HATIYE
 
Hevserokê Meclîsa Gel a Strasboûrgê Fikret Çelîk diyar kir ku dema mijar dibe Abdullah Ocalan û Kurd deriyên hiqûqê tê girtin û got: “Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye.”
 
Ji Hevserokatiya KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut jî wiha got: “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, em ê têbikoşin. Pêngava ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, gihiştiye qonaxeke girîng. Divê ev têkoşîn dîwarên Îmraliyê bişikîne. Gelê Kurd tecrîdê qebûl nake.”
 
Ji Hevserokatiya KCDK-E’yê Enfîn Sever jî hevkariya CPT û saziyên Ewropayê şermezar kir û ev tişt got: “Tu kes nikare li ser jiyana Rêber Apo hesabên qirêj bike. Ev gel wê bersiva herî xurt bide.”
 
Piştî van axaftinên vekirinê hunermendê kurd, Diyar Dersim derket ser dikê û stran gotin. Hunermend Diyar Dersim jî destnîşan kir ku ew jiyaneke bêyî Abdullah Ocalan qebûl nakin.
 
‘RÊBER APO HEVRÊYÊ JINAN E’
 
Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Kezban Dogan beşdarên mîtîngê silav kir. Kezban Dogan bal kişand ser pêvajoya komployê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê û got: “Rêber Apo ne kesek tenê ye. Şêx Seîd e, Seyîd Riza ye (…) Tola komkujiya Geliyê Zîlan e. Hevrêyê jinan e.”
 
Kezban Dogan bang li Konseya Ewropa û CPT kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad jî anî ziman ku heta deriyên Îmraliyê neşikên, ew dest ji vê têkoşînê bernadin û ragihand ku fikrên Abdullah Ocalan belavî her devera cîhanê bûne. Zeynep Mûrad destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd wê êdî nekarin li hemberî vê berxwedanê bisekinin.
 
Piştre hunermend Sîdar Amed di nava dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” derket ser dikê.
 
Nûnerên ciwan ên Partiya Komunîst a Şoreşger jî derketin ser dikê û piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna gelê Kurd diyar kirin.
 
PARLAMENTERÊ ÎRLANDAYÎ: BIJÎ SEROK APO
 
Endamê Parlamentoya Ewropa û endamê serbixe yê parlamentoya Îrlandayê Thomas Prîngle diyar kir ku ew pir serbilinde ku di nava gelê Kurd de ye û destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Prîngle îşaret pê kir ku têkoşîna gelê Kurd û ya gelê Îrlandayê dişibe hev û got: “Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî girtiyên siyasî û Abdullah Ocalan, tirsa dewleta Tirk nîşan dide.” Prîgle axaftina xwe bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” qedand.
 
OMER OCALAN: DIVÊ EV XWEDÎDERKETIN HÎN XURTTIR BIBE
 
Piştre Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan jî derket ser dikê. Di vê navberê de ji qada mîtîngê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Omer Ocalan axaftina xwe bi Kurdî kir û got: “Divê ev xwedîderketin hîn xurttir bibe, heta ku em encamê werdigirin divê em bixebitin. Divê weke wijdanî, hiqûqî û siyasî em têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Omer Ocalan got ku Konseya Ewropayê û CPT “mixabin” li hemberî “zilma” li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bêdeng û diyar kir ku gelê kurd Abdullah Ocalan wekî “rêberê xwe” dibîne.
 
Omer wiha got: “Divê tifaqa Kurd û Kurdistanê xurt bibe, tifaqa enternasyonal xurt bibe. Divê saziykên Ewropayê serî li ber polîtîkayên şantajê yên dewleta Tirk netewînin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistan azad bibe. Ji bo şikestina vê tecrîdê divê her kes bixebite.”
 
PARÊZERÊ ASSANGE: CESARETA WE HEYECAN DIDE
 
Parêzerê damezrînera Wîkîleaks’ê Jûlan Assange jî beşdarî mîtîngê bû û têkoşîn û berxwedana gelê Kurd silav kir. Parêzer ku di heman demê de endamê sendîkaya karkeran jî ye, ragihand ku ew memnûne ku di nava gelê Kurd de ye û got: “Cesareta we cesaretê dide mirovên din jî. Kelaceneke mezin dide me.”
 
Parêzer diyar kir ku ew gelek dozên li cîhanê dişopînin û got: “Rewşa li Tirkiyeyê karesat e. Divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe.” Parêzer bêdengiya Konseya Ewropayê rexne kir û got: “Ez ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re li vir im. Ez bi hemû girtiyên siyasî re di nava piştevaniyê de me.”
 
ENDAMÊ PARLAMENTOYA EWROPAYÊ FERNANDES: DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE
 
Parlamenterê partiya çepgir a Fransî LFI û endamê Parlamentoya Ewropayê Emmanûel Fernandes axivî û wiha got: “Ji bo hatina vir, rûmetek e. Ji bo ku ez piştevaniya xwe diyar bikim, ez li vir im.”
 
Fernandest cesaret û têkoşîna gelê Kurd silav kir û destnîşan kir ku ew ê di Konseya Ewropayê de mafê axaftinê bigire û rewşa Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş bixe rojevê. Fernandest ragihand ku Fransayê beriya demek kurt koçberên Kurd radestî dewleta Tirk kir û got: “Ev li ser navê min nehat kirin. Li ser navê LFI’yê nehat kirin. Li ser navê çepa Fransa nehat kirin. Ev şermezariyek e. Em ê li parastina hevrêyên xwe dewam bikin. Em ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadiyê dixwazin.”
 
Piştî axaftina Fernandes hunermend Kawa Urmiye derket ser dikê. Kawa Urmiye ku di heman demê de pêşkêşvaniyê ji mîtîngê re dike, strana xwe ya destpêkê ji bo dayikên Kurd ên berxwedêr got. Mîtîng bi stranên Kawa Urmiye bi dawî bû.

Sernavên din

03/05/2024
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê