Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû

  • rojane
  • 12:53 16 Nîsan 2024
  • |

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Meclisê axivî, wiha got: “Plana Çokdanînê ya AKP’ê ya li dijî gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din têk çû.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di komcivîna partiya xwe ya heftane de têkildarî rojevê nirxandin kir. Hatîmogûllari diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de serkeftin û anî ziman ku di hilbijartinan de gelên Tirkiyeyê bi ser ketiye û ji aliyê bindestan û kesên keda wan tê xwarin ve li Tirkiyeyê deriyekî hêviyê vebû. 
 
‘GELAN JI ZEMAN Û ZILMÊ RE GOT BES E’ 
 
Hatîmogûllari, bal kişand ku hilbijartin di bingeheke antîdemokratîk de pêk hat û da zanîn ku partiyên siyasî di şert û mercên weke hev de neketine pêşbirkê. Hatîmogûllari wiha domand: “Di vê hilbijartinê de AKP’ê û MHP’ê serî li her cure hîleyan da. Tevî vê yekê jî ev encama derket holê nîşan dide ku cihê vê otorîterbûnê yê ku biçe derekê nîne. Di 31’ê Adarê de gelên Tirkiyeyê li dijî yekperestiyê, înkar û zeman mil dane milê hev û gotin bes e.”
 
‘PEYAMA KU GELÊ KURD DI HILBIJARTINAN DE DA…’ 
 
Hatîmogûllari diyar kir ku li dijî bêhiqûqî û neheqiyan gotin “êdî bes e” û bal kişand ser cihekarî û dijberiya di civakê de. Hatîmogûllari bi lêv kir ku desthilatê çavkaniyên welat pêşkeşî alîgiran kir û wiha domand: “Li vî welatî nêzî 50 milyon mirovan di sînorê birçîtî û xizaniyê de dijîn. Lê hemû çavkaniya welat pêşkeşî AKP’ê û beşeke nêzî qesrê tê kirin. Di vê tabloyê de gelên Tirkiyeyê weke bersiv wiha gotine. Gotine edalet, demokrasî û azadî. Gelên Tirkiyeyê dorpêça AKP’ê û MHP’ê şikandiye û qada desthilatê teng kiriye. Her dengê ku gelên Tirkiyeyê dan tê wateya em xizaniyê, cihekariyê naxwazin û em ji AKP’ê bêzar bûn ku mudaxileyî tarzê jiyana me dike. Tê wateya ku em êdî bi cînayetên jinan naxwazin bên qetilkirin, li dijî feraseta serwer a mêr bes e bû. Niha li Tirkiyeyê peywîra herî girîng ku dikeve ser milê hemû siyasetmedaran ew e ku vê peyama gelên Tirkiyeyê rast bixwînin. Ev ji bo desthilatê jî ji bo muxalefetê jî wiha ye. Û di vir de bi taybetî peyama ku gelê kurd di hilbijartinan de da, xwest deriyên çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd vebin.”
 
‘STRATEJIYA HILBIJARTINÊ YA DEM PARTIYÊ BI SER KETIYE’
 
Hatîmogûllari wiha dewam kir: “Li vir divê desthilatdarî jî muxalefet jî vê peyamê bi rengekî herî xurt binirxînin. Divê guh bidin daxwazên gelê Kurd. Nexşe û guhertina ku 31’ê Adarê derketiye holê, guhertineke demokratîk û nexşeya daxwaza veguherînê ye. Nexşeya hêviyê ye ku em welatekî demokratîk biafirînin. Nexşeya baweriyê ye. di 31’ê Adarê de stratejiya DEM Partiyê ya hilbijartinê bi ser ketiye. DEM Partiyê berê Tirkiyeyê diyar kiriye.
 
EM SOZ DIDIN KU SERKETINA XWE HÎN PÊŞDETIR BIBIN
 
DEM Partiyê tenê qeyûm ne şandin, me şaredariyên nû jî bi dest xistin. Ev hilbijartin serketina DEM Partiyê ye. Serketina lihevkirina bajêr a li her derê ye. Em ji vir spasiya hilbijêrên xwe, gelê xwe yê hêja, dayikên xwe yên seferber bûne û gelên xwe dikin ku careke bı zanebüna politîk û helwesta rêxistinkirî çûn ser sindoqan, ferqa xwe danîn holê û tevkarî li vê têkoşîn û serketinê kirin. Em soz didin ku em ê serketina xwe hîn pêşdetir bibin.
 
WAN SERKETINEKE MEZIN BÛ, LI ME HEMÛYAN PÎROZ BE
 
Em li vî welatî encex bi têkoşîna hevkar dikarin çareseriya demokratîk pêk bînin. Dema ku me hem 31’ê Adarê îradeya xwe li ser sindoqan nîşan da hem jî dema ku me li Wanê şaredariya xwe ya ku dihat xwestin were desteserkirin, parast em car din bûn şahidê girîngiya têkoşîna hevpar. Em ji vir bi taybetî spasiya gelê xwe yê ku di hilbijartinên Wanê de seferber bûne û hemû sazî û partiyên ku me bi hev re têkoşîn meşand, dikin. Wan serketineke mezin bû, bila li me hemûyan pîroz be. Em di ferqa wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê de ne. Em di ferqê de ne ku evane ji her demê zêdetir giran in. Em ê vê serketinê bes nebînin, em ê vê serketinê hîn pêşdetir bibin û ji bo vekirina deriyên siyaseta demokratîk bi wezîfe û berpirsyariya xwe rêya xwe dewam bikin. Weke DEM Partî em vê serketina hilbijartinê û vê nexşeya ku derketî holê li ber çav digirin. Em di ferqê de ne ku ji bo em li Tirkiyeyê komara demokratîk ava bikin, divê em bi hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re vê têkoşînê hîn mezintir bikin.
 
EM Ê TIRKIYEYÊ BI DEMOKRASIYÊ RE BÎNIN BA HEV
 
Dema ku me qala ‘Lihevkirina Bajar’ kir, dema me qala tifaqa têkoşîna demokratîk jî kir em timî ev yek destnîşan kir. Dema me gotî ‘lihevkirina bajar û xurtkirina tifaqa demokrasiyê’, me ti carî tenê qala partiyên siyasî nekiriye. Rast e, hêmanên girîng ên muxalefetê ne. Me heta îro bi hemû dînamîkên civakî yên li Tirkiyeyê, tevgera gelê Kurd, tevgera jinan, tevgera elewiyan û parêzvanên mafên mirovan û xwezayê re tevger kir. Ji bo em Tirkiyeyê bi demokrasiyê re bînin ba hev, ji bo avakirina komareke demokratîk wezîfe û berpirsyariya me heye. Ji bo vê wezîfe û berpirsyariyê, ji herêmî heta navendî weke DEM Partî em ê bi gelên xwe re, bi hemû dînamîkên civakî û siyasî re vê têkoşînê bimeşînin û Tirkiyeyê bi demokrasiyê re bînin ba hev.
 
ŞAREDARIYÊN KU HATINE DIZÎN
 
31’ê Adarê ew roj e ku gelê Kurd îradeya xwe li dijî qeyûm raber kiriye. Gel bi ser ket, zihniyeta qeyûm têk çû. Ez dixwazim van agahiyan parve bikim. Gelên me yên hêja li vir lîste û rêjeya dengan a şaredariyên ku desthilatdariya AKP-MHPê bi hilbijêrên qeyûm ji me wergirtîn, heye. Ez ê hin mînakan bidim. Li Kercews Êlihê 295 hilbijêrên qeyûm hene û me bi 54 dengan li vir winda kiriye. Li Şirnexa Navend 8 hezar û 287 hilbijêrên qeyûm hene û me bi 2 hezar û 507 dengan ev der winda kir. Lê me winda nekir. Lê me li Şirnexê jî, di lîsteya li 10 navendan de jî em bi ser ketin. AKP ku mafê hilbijartina li gorî hiqûqê û exlaqê tune dihesibîne, hilbijêr li van deran bi cih kir. Dema ku em çûn Şirnexê, bawer bikin ez bi hesteke wiha ketim. Şirnex hema bêje di moda qereqola hewaya vekirî de bû.
 
LI HER DERÊ LEŞKER HEBÛN
 
Li her derê leşker hebûn. Leşkerên ku ti carî piyê xwe neavêtîn Şirnexê, roja hilbijartinê hatin û li wir deng bi kar anîn. Niha gelo AKP dikare bêje ez bi serketinê ji vê hilbijartinê derketim. Nikare bêje. Li vir dizîtî kiriye. Ev versiyoneke cuda ya rejîma qeyûm e. Em ji vir spasiya gelê Şirnexê ku berxwedaneke bi rûmet raber kirin û heval û gelên me yên hêja yên li van navendên me di asta herî bilind de têkoşîn meşandin, dikim. Ez berxwedana we bi rêzdarî silav dikim. Hemû gel bi ser ketine. Em ê ji ber şaredariyên ku AKP’ê dizîne, hesab pirsînê bidomînin.
 
PLANA ÇOKDANÎNÊ TÊK ÇÛ 
 
Gelê kurd di vê hilbijartinê de li dijî plana çokdanînê ya li dijî wî gotiye ku ‘çi dibe bila bibe em ê xwedî li vîna xwe derkevin’. Bila ev were zanîn ku plana çokdanînê ya desthilata AKP’ê ya li ser gelê kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din têk çûye. Tifaqa JÎTEM’ê ya desthilat û pergala qesrê careke din têk çû. Dema em li encamên hilbijartinên 31’ê Adarê dinêrin bi rastiya ku kesên pirsgirêka kurd çareser nekin, çareser dibin re rû bi rû man. Em herkesê vedixwînin ku bi vê rastiyê re hevrû bibin. Gel li dijî pergala qeyûm got ku ‘ez ê xwe bi xwe bi rê ve bibim’. Em ê bi nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe bi rê ve bibin. Em çiqas spasiyên xwe pêşkeşî gelê xwe yê digot em ê xwe jî bajarê xwe bi rê ve bibin bikin kêm e. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Sibê danişîna biryarê ya Doza Komployê ya Kobanê dê bê lidarxistin. Lê li gorî agahiyên ji me re hatin biryar nayê dayîn û îhtîmala taloqkirinê heye. Doza Komployê ya Kobanê xwest ku têkoşîna demokratîk asteng bike. Ey daraz te têra xwe li ber qesrê bejna xwe tewand. Dest ji vê helwestê berde. Terazuya edaletê têra xwe xerabe ye. Qet nebe carekê hewl bidin vê terazuyê rast bikin. 
 
KRÎZA ROJHILATA NAVÎN 
 
Dema em li dîroka Rojhilata Navîn a 200 salan dinêrin tu caran şer nesekinîne. Dagirkirina Îsraîlê ya Xezayê ya jinûve û şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Îranê de agahiya şerekî cidî dide. Me destpêkê got ku divê li vê herêmê tu carî ji şer re prim neyê dayîn. Ketina şerekî 3’yemîn Şerê Cîhanê tê wateya ji holêrakirina cîhanê. Em di serdemeke ku dewlet bi çekên nukleer gefan li hevdû dixwin. Em difikirin ku di pêvajoyeke wiha de ji bilî aştî û diyalogê reçeteyeke din a were pêşkeşkirin nîne. Îro faturaya şerê feraseta netew dewletê bi awayekî herî giran gel didin.
 
EM PIRSGIRÊKA KURD Û PIRSGIRÊKA FILISTÎNÊ ÇARESER BIKIN 
 
Dema em îro li Rojhilata Navîn dinêrin tu pirsgirêkên bingehîn hene. Pirsgirêka Filistînê û pirsgirêka kurd. Me di çareserkirina pirsgirêka Filistînê ya bilez de her tim peyamên xwe dan. Me her tim ji destpêkê ve diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane û bidestxistina statuyekê li çar parçeyên Kurdistanê mijareke ku dikare gelên Rojhilata Navîn rehet bike û xizmetê ji aştiya Rojhilata Navîn re bike ye. Em ji vir careke din dibêjin; heta ku ev her du pirsgirêk di çarçoveya mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan de neyê çareserkirin, dê hêzên emperyalist ên kurewî her tim van birînan der bikin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin; werin em pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê çareser bikin. Em di nava vê kaos û gengeşiyê de dibêjin ku yekane çareserî tifaqa ku gel bi hev re ava bikin e. Ji aliyê herêmê ve çareseriya herî girîng Tifaqa Kurd û Tirkan e, Tifaqa Kurd û Ereban e. Werin em van tifaqan bi hev re xurt bikin ku li dijî şerxwazan aştî û aramî were herêmê. Em ê weke DEM Partî ji bo aştiya mezin a Rojhilata Navîn xebatên xwe bidomînin.”
 
 
 
 

Sernavên din

04/05/2024
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin