Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin

  • rojane
  • 09:06 17 Nîsan 2024
  • |
ERDEXAN - Parêzer Yaşar Kaya diyar kir ku dem dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û got: “Em wekî parêzer ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, me serî li Wezareta Dadê da. Em ê di demeke nêzîk de pêvajoyek serlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin."
 
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîda “mutleq” didome. Ligel vê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 37 meh in agahî jê nayê girtin, li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê çalakî jî tên lidarxistin. 
 
Endamê Baroya Erdexanê Parêzer Yaşar Kaya, têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî û rola Abdullah Ocalan a di qada navneteweyî de nirxand.
 
SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
 
Kaya anî ziman ku desthilatdarî bi pergala tecrîdê re hewl dide encamekê bi dest bixe û got ku encama ku hatiye xwestin bi dest neketiye. Kaya got: "Birêz Ocalan di wê hucreya wekî tabûtê de, li gel şert û mercên zehmet jî ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi kedeke mezin fikiran pêş dixe." Kaya bal kişand ku girtîgehên tîpa F, pergaleke ku ji ya serdema navîn paşverûtir e û got ku girtîgehên tîpa F sûcê li dijî mirovahiyê ne. Kaya bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 25 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin û got ku Abdullah Ocalan tevî hemû rêgez û pêkanînan jî bi kedeke bêhempa li hemberî vê sîstemê li ber xwe dide. 
 
MESELEYA KURD
 
Kaya da zanîn ku Komar li ser bingehên pirneteweyî hatiye avakirin û got ku piştre veguheriye avahiyeke yekneteweyî. Kaya wiha domand: “Li vir kurd û gelên din hatin paşguhkirin. Em dikarin bibêjin ku di dîroka Komarê ya 100 salî de tenê 3-4 salan li gorî pîvanên demokratîk liv û tevgerek çêbû. Di pêvajoya aştî û çareseriyê de ku bi birêz Ocalan re hat destpêkirin, pirsgirêka maf û azadiyan a li Tirkiyeyê kêm be jî hinekî ji holê rabû. Lê piştî ku pêvajo bi dawî bû, AKP bi MHP’ê re li hev kir û nêzîkatiyeke nijadperestî kir. Sîstemek li ser bingeha neteweperestiya tirk hat hilberandin. Mînaka vê li cîhanê nîn e. Hikûmeta ku ji aliyê yekkesî ve hat avakirin dest danî ser qanûnçêkerî, rêveberî û darazê. Mirov nikare tu hêviyê ji vê pergalê bike. Ji ber ku ev sîstem ne li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û ne jî li gorî qanûnên xwe tevdigere. Ev qirkirin û kuştina demokrasiyê ye. Ji bo domandina vê rejîma hov bi salan zext tê kirin, lê êdî ev pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. Ev sîstem bêyî çareseriya pirsgirêka kurd nikare bi ser bikeve. Sedema bingehîn a xitimandin û têkçûna vê sîstemê neçareserkirina pirsgirêka kurd e."
 
Kaya diyar kir ku nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li gelê kurd û hemû gelên vî welatî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hikûmet jî wekî hikûmetên berê bi polîtîkayên şer hewl dide bijî. Rêya ku îro welat tê de ye ne rê ye. Ev pergal; pergaleke ku ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn reçeteyên tal afirandiye. Sedema sereke ya tengezarî û xizaniya îro ya li vî welatî, ew e ku pere ji şer re tên xerckirin. Sedema sereke ya têkçûna demokrasî û hiqûqê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.
 
Niha weke min di serî de jî behs kir, divê em li rewşa birêz Ocalan binêrin. Bi biryara gladyoya navneteweyî birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Hevsengiyên wê demê ne wekî hevsengên piştî 25 salan e. Pir tişt guherîn. Bi kurtasî dikarim vê bêjim; di navbera qonaxa şaristaniya cîhana îroyîn û qonaxa ku Komara Tirkiyeyê gihaştiyê ferqên mezin hene. Ger hûn bala xwe bidinê, di şexsê Tayyîp Erdogan de dewlet êdî li Ewropa, cîhana rojava û NATO'yê nayê qebûlkirin. Erdogan bi rola xwe ya Abdulhemîdê Duyem, yanî bi polîtîkaya xwe ya hevsengiyê, ji aliyekê ve bi Rûsyayê re, ji aliyê din ve jî bi temaşekirina hevsengiya nêzîkbûna Ewropa û DYA’yê re, hewl dide ku xitimîna xwe bidomîne. Lê di qonaxeke wiha de ye ku wê nikaribe wê bidomîne."
 
DURÎTIYA YE'YÊ
 
Kaya bal kişand ku Abdullah Ocalan di her şert û mercî de aştiyê diparêze û got. “Ji ber ku rizgariya gelan bi aştiyê ve girêdayî ye. Ji ber vê divê bê berdan, lê belê em rastiyê bêjin dewleteke ku li gor rêgezên xwe nameşe heye. Tirkiye endama Konseya Ewropayê (KE) ye, lê der barê muwekîlên me û girtiyên din de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas nagire. Ji ber vê rewşê divê Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin, lê ji ber berjewendiyên xwe standardên dualî bi kar tînin. Niha li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Eger Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi kurdan re çareser neke, wê di vî şerê payêkirinê de 100 salên din jî winda bike. Rizgariya gelên Tirkiyeyê, bi taybetî jî gelê kurd paradîgmaya birêz Ocalan e."
 
WÊ CAREKE DIN SERLÊDANÊ BIKIN
 
Kaya diyar kir ku êdî dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya aştiyê de yekane kesê jidil bû û helwestek ji dil nîşan da birêz Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku birêz Ocalan ne rojane, dûr û dirêj difikire. Eger Tirkiye modela birêz Ocalan bişopîne û pirsgirêka kurd çareser bike, wê li Rojhilata Navîn bibe hêzeke herêmî, lê eger vê neke, wê ji hêza xwe ya niha gelekî paşde biçe. Ji ber vê yekê, hemû gel wê mexdûr bibin. Ji bo rê li ber vê yekê vebe û azadiya fizîkî bê misogerkirin, me wekî parêzer berê serî li Wezareta Dadê dabû ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em ê di demeke nêz de pêvajoyek serîlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin. Em vê înîsiyatîfê ji bo protestokirina pêkanînên dijmirovahî yên li ser muwekîlê me tên kirin, dimeşînin. Divê civak jî di vî warî de erka xwe bi cih bîne.”
 
MA / Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

04/05/2024
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin