Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî

  • rojane
  • 10:23 17 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan diyar kirin ku şandeya li Doza Kobanê dinêre bi berpirsyartiyeke dîrokî re rû bi rû ye û bang kirin ku ji vê dozê dest bi demokratîkbûnê bê kirin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, beriya Doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, rêveberên rêxistina DEM Partiyê yên Enqereyê û navçeyên wê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Cîgira Serokê Giştî Gul Çîftçî, parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û parlamentera Enqereyê Aliye Tîmîsî Ersever ku di nav şandeya CHP’ê ji bo dozê bişopîne peywîrdarkiriye de cih digirtin jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Tûncer Bakirhan ê ewilî li vir axivî, diyar kir ku yek ji hewldanên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye ku bi dozên dişibin Doza Kobanê re siyasetê dîzayn bike û wiha got: “Doza Komployê ya Kobanê yek ji mînakên herî mezin û herî dawî yên vê yekê ye. Li vir sûc nîne. Dozeke pûç û vala ye. Delîl tune ne. Hevalên me bi awayekî neheq û bêhiqûqî bi salan e tên darizandin.” 
 
EV DOZ DIKARE VEGUHERE FIRSENDEKE DÎROKΠ
 
Bakirhan, anî ziman ku ji bo siyasetmedaran li dijî hovitiya DAIŞ’ê banga hestiyariyê kirin bi salan e tên darizandin û ev tişt gotin: “Hêj biryarek nehetiya dayîn. Îro hem desthilat hem jî şandeya dadgehê bi berpirsyariyeke cidî re rû bi rû ne. Şandeya dadgehê dikare biryareke dîrokî bide. Şandeya dadgehê esas dikar vê ferasetê hilweşîne. Îro dibe ku li vir biryareke dîrokî were dayîn. Em bang li şandeya dadgehê dikin ku bi berpirsyartiyeke dîrokî re rû bi rû ye û divê berpirsyartiya xwe bi awayekî rast bi cih bîne. Îro em dixwazin hem biryara tahliyeyê were dayîn. Hem jî hevalên me yên bi awayekî neheq û bêhiqûqî bi salan e girtî ne bên beraetkirin.
 
GELÊN TIRKIYEYÊ HELWESTA XWE NÎŞAN DAN
 
Gelên Tirkiyeyê li dijî vê feraseta ku dozên komployê, siyasetê, siyasetmedarên kurd, siyasetmedarên şoreşger û demokrat dizayn dikin di 31’ê Adarê de helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan da. Gelên Tirkiyeyê esas ji bo bingeheke demokratîk dengên xwe dan. Divê desthilat jî vê biryara gelan bibîne. Êdî mirov azadiyê û demokrasiyê dixwazin. 
 
Hêvî dikim ku hem şandeya dadgehê hem jî desthilat vê vîna ku gelên Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de di sindoqê de nîşan da bibînin. Divê sedsala duyemîn bi van dozên komployê re berdewam neke. Gelên Tirkiyeyê dixwazin ku di sedsala duyemîn de di bingeheke demokratîk de û bi awayekî wekhev bijîn. Ji ber vê yekê em îro dixwazin ku şandeya dadgehê vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi layiqî bi cih bîne.”
 
HATÎMOGÛLLARI: DOZA KOBANÊ DOZA KOMPLOYÊ YE
 
Tulay Hatîmogûllari ya pişt re axivî jî ev tişt gotin: “Em li vir careke din dibêjin ku Doza Kobanê dozeke komployê ye. Îro berxwedana Kobanê berxwedaneke wisa ye ku ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Rojava û tevahiya cîhanê, li dijî van rêxistinbûyînên bi vî rengî yên kujer, tacîz û tecawizkaran, kesên bazirganiya mirovan û mafya organan dikin, têkoşîn û berxwedaneke xurt e.
 
NAYÊ QEBÛLKIRIN 
 
Ne tenê hêzên demokrasiyê û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, ne tenê HDP hemû hêzên demokrasiyê yên çar aliyê cîhanê piştevaniya berxwedana Kobanê kirin û DAIŞ şermezar kirin. Binêrin hêj jî xetereya DAIŞ’ê derbas nebûye. Di komkujiya li Rûsyayê de zêdetirî sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa dema em li çapemeniya Tirkiyeyê dinêrin, em nûçeyên rêze komkujiyên ku DAIŞ’ê û rêxistinên weke wê li Tirkiyeyê amadekirine dibînin. Dema em dîroka Tirkiyeyê ya nêz dinêrin, DAIŞ’ê li ser axa Tirkiyeyê gelek komkujî pêk anîne. Şûna ku van komkujiyan lêkolîn bikin, lêkolîna kesên li pişt van komkujiyan bikin û bi DAIŞ’ê re têbikoşin, HDP’ê, rêveberên HDP’ê û nûnerên siyaseta demokratîk ên Tirkiyeyê darizînin. Ev yek qet nayê qebûlkirin. 
 
DIVÊ HÛN LI GORÎ QANÛNÊN RAST BIRYARÊ BIDIN 
 
Em ji vir careke din bang li darazê dikin. Ey daraza Qesrê te têra xwe qulpikên cubeyê xwe girtin. Dema ev dosya were lêkolînkirin tê dîtin ku komkujiyeke hiqûqê heye û bûye dosyayeke ku ne tenê li Tirkiyeyê li fakulteyên hiqûqê yên cîhanê weke dersan bê dayîn. Em careke din ji darazê dibêjin ku divê hûn li gorî rastiya dosyayê û qanûnên rast biryarê bidin. 
 
NAVEROKA VÊ DOSYAYÊ SENARYOYEKE VALA YE
 
Em dibêjin ku daraz dikare ji vê xeletiyê vegere. Em dibêjin ku beriya ev pêvajo biryar bê dayîn divê hemû hevalên me bi awayekî adilane bên darizandin, nirxandin û encam girtin. Hevalên me yên parêzer ên di vê dosyayê de agahiyên gelekî berfireh bi raya giştî re parve kirin. Naveroka vê dosyayê senaryoyeke. Daxwaza 37 caran cezayê hefsê yê muebedê yê giran ê li ser esasê vê senaryoyê tu carî nikare li gorî hiqûq, wijdan û demokrasiyê be. Em careke din bang dikin, îro dê rewşa girtinê ya hevalên me yên girtî were nirxandin. Em destnîşan dikin ku hemû hevalên me demildest bên berdan. Her yek ji hevalên hundir rûmeta me ne. Her yek ji wan di siyaseta Tirkiyeyê û kurdan de aktorên girîng in û ji demokrasiya Tirkiyeyê re xizmet kirine. Divê hevalên demildest bên berdan. Ji bo ku gel li vî welatî baweriya xwe bi hiqûqê bîne pêdiviyek e. Ev ji bo avakirina jiyana hevpar a bi hev re ya li Tirkiyeyê firsendeke. 
 
WERIN EM VÊ FIRSENDÊ BINIRXÎNIN 
 
Em jî dibêjin ku werin em vê firsendê bi hev re binirxînin. Em ji Doza Komployê ya Kobanê dest bi vî karî bikin. Em bi hev re li welat demokrasiyê û jiyaneke hevpar ava bikin. Em hêvî dikin ku biryara berdanê ya hevalên me bê dayîn.”
 

Sernavên din

04/05/2024
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin