Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin

  • cîhan
  • 15:50 17 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkildarî tecrîdê bi rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtin kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bang li KE, YE, DMME’yê kir ku bikevin nava liv û tevgerê û got: “Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin.”
 
Şandeya ku parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan û yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol jî di nav de, gelek peywendî bi saziyên Ewropayê yên li Strasboûrgê re çêkirin. Tê payîn ku şande di nava rojê de bi Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re hevdîtinekê pêk bîne. Roja Pêncşemê jî wê bi Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê ya DEM Partiyê re hevdîtinek were kirin û di vê hevdîtinê de jî wê rewşa Abdullah Ocalan bikeve rojevê.
 
TECRÎD LI DIJÎ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD TÊ KIRIN
 
Şandeya ku di nava têkîliyan de ye, li Konseya Ewropayê (KE) têkildarî tecrîdê civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîn ji aliyê Sarah Glynn ve hate birêvebirin. Di civînê de Omer Ocalan, parêzer Ozgur Faîk Erol û ji Qibrisê parlamenter Constntînos Efstathîoû axivîn. Di nava guhdarvanên civînê de, gelek parlamenter jî hebûn.
 
Ozgur Faîk Erol di semînera xwe de qala şert û mercên tecrîda li Îmraliyê kir. Erol diyar kir ku 17 sal in ew parêzeriya Abdullah Ocalan dike û destnîşan kir ku ji sala 2015’an ve destûr nayê dayîn ku pê re hevdîtinê bikin.
 
Parêzer Erol ragihand ku 4 sal in destûr ji ti hevdîtinên malbatê re jî nayê dayîn û got: “Di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin. Em baş dizanin ku ti bingehê hiqûqî yê vê tecrîdê tune ye. Em baş dizanin ku li ser esasê biryareke polîtîk û îdarî jî ye. Tecrîd li dijî çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin.”
 
ÎMRALÎ ÇALA REŞ A HIQÛQÎ YE
 
Erol anî ziman ku di rewşa heyî de Îmralî çala reş a hiqûqî ye û bilêv kir ku bêdengiya Ewropayê dibe sedem ku li Tirkiyeyê kiryarên heman belav bibin. Erol nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropayê da.
 
OMER OCALAN: REWŞA LI DIJÎ BIRÊZ OCALAN Û HEVALÊN WÎ ÎŞKENCE YE
 
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan jî bi bîr xist ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên siyasî û hiqûqî hene û got: “Li Tirkiyeyê pêkanînên kêfî cihê hiqûqê girtiye. Girtîgeha Girava Îmraliyê bifikirin; malbata wî zêdeyî 4 sal in nikare serdanê bike. Weke malbat hemû mafên me yên hiqûqî û qanûnî hatine xespkirin û em nikarin van mafan bi kar bînin.”
 
Omer Ocalan bi lêv kir ku li tu devera cîhanê tecrîdeke wiha nîne û got: “Gelo ev rewşa ku li dijî birêz Ocalan û sê hevalên wî yên pê re tê pêkanîn, ma ne îşkence ye?”
 
HÛN DIKARIN BÊQANÛNIYA LI ÎMRALIYÊ RAWESTÎNIN!
 
Omer Ocalan anî ziman ku pêkanînên li Îmraliyê dest pê kirîn, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek heye ku bi salane li ber Konseya Ewropayê nobetê digire. Em nizanin ku di nava Konseya Ewropayê de çiqas tê dîtin, çiqas tê bihîstin. Wê heta kengê ev bêdengî hebe, em nizanin. Daxwaz rewa ne. Banga me ji saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û di heman demê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re ye. Hûn dikarin vê bêhiqûqiya ku Tirkiye li Îmraliyê pêk tîne, rawestînin. Têkildarî vê yekê hûn dikarin berpirsyariyê bigirin. Em têkoşîna xwe bidomînin. Ez daxwaz dikim ku saziyên eleqedar ên Ewropayê têkildarî peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
 
Ji Qibrisê parlamenterê Ewropayê Constntînos Esfstathîoû ragihand ku Tirkiye di nava welatên ku muameleya herî xerab li girtiyan dike de ye.
 
Efstathîoû wiha got: “Demek dirêje li dijî Abdullah Ocalan tecrîd tê pêkanîn. Em têkildarî rewş û tenduristiya wî agahî nagirin.”
 
Constntînos Efstathîoû hin daneyên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê rêz kirin û got: “Divê bêdengiya Ewropayê were şermezarkirin. Divê Ewropa li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bide. Zextê li Tirkiyeyê bike. Ji ber ku Tirkiye dewletek e ku li deriyê Ewropayê xistiye.”
 

Sernavên din

16:53 Di şerê Xezayê de heye niha 34 hezar û 535 kes mirin
16:37 Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
16:03 Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye
16:01 Rojnameger Alayumat sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
15:50 Ji wezaretê bersiva Îmraliya ku ev 38 meh in agahî jê nayên girtin: Tecrîd tune ye!
15:20 Ewil dosyeya Bîlgîn a TJA’yî xera kirin, piştre ceza danê
14:37 Orhan Can piştî 30 salan hate berdan
14:24 Li Stenbolê 5 kes hatin binçavkirin
14:23 Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike