Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye

  • rojane
  • 10:04 18 Nîsan 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Hate zanîn ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji bo mitînga Serokkomarê AKP’î Erdogan ji kirêkirina wesayîtan, cihê mayînê û xwarinê re 2 milyon û 416 hezar lîre xerc kiriye. Her wiha derket holê ku beriya hilbijartinê bi 6 milyon û 469 hezar lîreyî tiştên diyariyê kirîne. 

 
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist, waliyên ku di dîrokên cuda de weke qeyûm hatin tayînkirin, li pey xwe 3 milyar û 502 milyon lîre deyn hiştin. Lêçûnên taybet ên qeyûman ku beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi nelirêtiyan her tim di rojevê de bûn, mirovan matmayî dihêlin. Tenê di pêvajoya 34 rojan a di navbera 28’ê sibat-1’ê nîsana 2024’an de ku Walî Tûncay Akkoyûn qeyûm bû, ji bo “Lêçûnên nûnerî û mevanperweriyê” bi milyonan lîre hatine xerckirin. Piraniya van lêçûnan ji xwarin, tiştên diyariyan û kirêkirina wesayîtan pêk tê. 
 
BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ JI ERDOGAN Û ŞANDEYA WÎ RE HATE XERCKIRIN
 
Rêveberiya qeyûm di navbera 28’ê sibatê-1’ê nîsanê de ji bilî “Mûçeya Şaredariyê” 9 milyon û 844 hezar û 783 lîre pere xerc kiriye. Ji bo mitînga hilbijartinê ya Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan di 13’ê adarê de li dar xist, bi 2 milyon û 30 hezar lîreyan re 67 heb wesayît hatine kirêkirin. Dîsa ji bo şandeya ji ber mitînga Erdogan hate bajêr 211 hezar û 807 lîre ji bo xwarinê hatiye dayîn. Ji bo 95 kesên di nava şandeyê de cih digirtin 175 hezar û 40 lîre ji bo cihê mayînê hatiye dayîn. 
 
PIŞTÎ HILBIJARTINÊ BIHAYÊ 114 HEZAR LÎREYAN ÇEREZ KIRIYE
 
Rêveberiya qeyûm rojekê piştî hilbijartina 31’ê Adarê an ku di 1’ê nîsana 2024’an de bi bihayê 114 hezar û 130 lîreyan çerez û çîkolate kirîne. Kirîna çerez û çîkolateyan jî weke “Ji bo diyarî mevanan bên kirin” derbasî qeydan bûye. 
 
BI BIHAYÊ 6 MILYON Û 469 LÎREYAN DIYARÎ HATINE KIRÎN 
 
Lêçûnên balkêş ên rêveberiya qeyûm bi vê jî bisînor nînin. Di navbera 28’ê sibatê û 1’ê nîsanê de bi bihayê 6 milyoan û 469 hezar û 264 lîre tiştên diyariyê kirîne. Ji bo xerckirina tiştên diyariyê yên bi 5 milyon û 479 hezar û 835 lîreyan a di 29’ê Adarê de wiha hatiye gotin “Kirîna pirtûkan ku li dibistanên navend û navçeyan bê belavkirin.”
 
Ji lêçûnên taybet ên sala 2024’an 622 hezar lîre ji cihê mayînê, 609 hezar û 199 lîre ji xwarinê û 2 milyon û 30 hezar lîre jî ji kirêkirina wesayîtan pêk tê. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

03/05/2024
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!
09:04 Rojnameger Silêman Ehmed ê PDK’ê revandî li ku ye?
09:03 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 157’an de didome
09:00 Ji bo kurê xwe bang li parlamenter û parazvanên mafan kir
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2024’AN
08:44 Komîteyên Ciwanan li Taksîmê ne
08:38 Karker xwe amade dikin ku bikevin Taksîmê