Hatîmogûllari: Encamên hilbijartinê hêviya me mezin kir

  • jin
  • 10:34 19 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civîna Meclisa Jinan a DEM Partiyê axivî û wiha got: “Encamên derketin holê mirûzê me xweş kir û hêviya me mezin kir.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk, civiya. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civînê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku dê derfetên hilbijartinê yên ji bo têkoşîna jinan a serdema nû afirandî bi hev re binirxînin û nexşerêyeke nû diyar bikin. Hatîmogûllari got ku encamên derketin holê mirûzê wan xweş kiriye û hêviya wan mezin kiriye. Bi domdarî Hatîmogûllari da zanîn ku îktîdarê di hilbijartinê de hemû derfetên dewletê bi kar anî û ew jî di nava bêderfetiyên mezin de ketine hilbijartinê. Hatîmogûllari leşker û polîsên weke hilbijêr li 32 navendan hatin veguhestin bi bîr xist û got ku AKP’ê tevî hemû hewldanên xwe jî li hemberî xebata çalak a DEM Partiyê nekarî xwe bigihîne meqseda xwe. Hatîmogûllari ji bo 10 şaredariyên nehatin qezenckirin jî ev nirxandin kir: “Di esasê xwe de AKP li wan 10 navendan bi ser neket. Bi hilbijêrên veguhestî ev der xesp kir.”  
 
SPASIYA XELKÊ ŞIRNEXÊ KIR
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari bi bîr xist ku li Şirnexê 8 hezar û 500 leşker hatine veguhestin û ev tişt anî ziman: “Ev polîtîkaya dagirkeriyê û xespkirina vîna gel e. Lê xelkê Şirnexê bersiveke baş da û em spasiya wan dikin.” Hatîmogûllari got ku hêza lokomatîf a xebatên DEM Partiyê jin bûn û bi şev û roj xebitîne. 
 
'DI 24 SAETAN DE 4 JIN HATIN QETILKIRIN’
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari destnîşan kir ku rojek berê di nava 24 saetan de 4 jin hatine qetilkirin û polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinên kurd bi bîr xist. Hatîmogûllari, got ku polîtîkayên şerê taybet bi destê hêzên ewlekariyê tên meşandin û dê tevgera jinên Tirkiyeyê û tevgera azadiyê ya jinên kurd rê nedin van polîtîkayan. Hatîmogûllari, bi domdarî “Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku” ku Meclisa Ciwanan daye destpêkirin bi bîr xist û got ku helwestekî li dijî polîtîkayên şerê taybet e û spasiya ciwanan kir. 
 
‘SERKEFTINA ME YA LI KURDISTANÊ DÎROKÎ YE’ 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari wiha got: “Di xebatên hilbijartinê yên li Kurdistanê de em bûn şahid ku plana têkbirinê û rejîma qeyûm têk çûye. Tevî rejîma qeyûm û seferberkirina derfetên dewletê jî me li Kurdistanê serkeftineke dîrokî bi dest xist. Her wiha ev encam nîşaneya wê bû ku divê em têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Di kampanyaya hilbijartinê de êrişê li dijî pergala heverokatiyê û nûnertiya wekhev bi zelalî derketin holê.
 
DOZA KOBANÊ
 
Di Doza Kobanê de dê biryar bihata dayîn lê taloqî 16’ê gulanê kirin. Hemû dinya û raya giştî ya Tirkiyeyê dizane ku Doza Kobanê, bandora DAIŞ’ê ya li Sîncanê ye. DAIŞ li Kobanê hate têkbirin û ev ji bo hemû cîhanê girîng bû. Berxwedana Kobanê li hemû cîhanê hate pîrozkirin lê îktîdara AKP’ê bi hinceta twîtekê û bi sedan klasorên bi îdiayên vala tije, êriş kir. Hevalên me di danişînên xwe de daraz darizandin û zîhniyeta azadîxwaziya jinê nîşanî wan dan. 
 
GULTAN KIŞANAK
 
Rewşa girtî ya Gultan Kişanak didome. Li gorî qanûnan divê bihata berdan. Me li gel Kişanak kampanyayeke xurt a hilbijartinê meşand. Di şexsê Gultan Kişanak a hêja de em silav û hezkirinên xwe ji hemû girtiyên Doza Kobanê re dişînin. 
 
EM AŞTIYÊ DIXWAZIN
 
Du birînên mezin ên Rojhilata Navîn hene. Yek jê pirsgirêka kurd ya din jî ya Filistînê ye. Divê ev pirsgirêk di çarçoveya tayînkirina qedera xwe ya gelan de bê çareserkirin. Heta ev pirsgirêka çareser nebin şer dê bidome. Li dijî polîtîkayên tecrîd, tundî û şer em aştiya birûmet diparêzin. Dê têkoşîna me ya li dijî cînayetên jinan bidome. Em ê bibin dengê lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar. Ji bo berdana Hatîce Yildiz a 75 salî ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê û girtiyên nexweş têbikoşin. Li dijî zext û zilmê, pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev xeta me ya mor e. Em ê li dijî cînayetên jinan rêxistiniya xwe mezintir bikin. Ji bo serkeftina serhildana jinan dê têkoşîna me bidome. Dê têkoşîna me ya ji bo destûreke bingehîn a demokratîk bidome.” 
 

Sernavên din

07/05/2024
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye