Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin

  • rojane
  • 10:36 20 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan beriya civîna Meclisa Partiyê ku ji bo encamên partiyê binirxîne û xeta têkoşînê ya serdema nû diyar bike kom bû axivî, wiha got: “Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
 
Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo encamên hilbijartinê binirxîne û xeta têkoşînê ya serdema pêş diyar bike li Navenda xwe ya Giştî dicive. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civînê de axivî. 
 
Bakirhan, da zanîn ku di civîna Meclisa Partiyê ya ku dê du rojan berdewam bike de dê encamên hilbijartinê û pêvajoya siyasî binirxînin û qala hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kir û wiha got: “Hilbijartin ji bo gelan, kedkaran, ciwanan, jinan û kurdan bû ronahiyek û rêyeke nû.
 
Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd di 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe derket. Feraseta qeyûm û qeyûm şandin û deng dan partiya xwe û li cem partiya xwe sekinî. Gelê herêmê ji rant, hilweşîn û talanê re gotin na. Li dijî her cure hîle û derewan, li dijî bertîlê di bin banê DEM Partiyê de kom bû û dîsa şaredarî bi dest xistin. 
 
Li Tirkiyeyê dîsa bindest, kedkar, jin û ciwan di bin banê DEM Partiyê de kom bûn û di rêveberiyên herêmî de bûn xwedî gotin. Ev gelek binirx û biwate ye. Dema me dest bi hilbijartinê kir jî me gotibû; em ê şaredariyên herêmê yên qeyûm bi rê ve dibin bi dest bixin. Me gotibû ku em ê qeyûman bişînin û li aliyê Tirkiyeyê jî li cihê ku gelê me lê dijî dê vîna wan di rêveberiyê de cih bigre. Her du stratejiyên me jî bi awayekî serkeftî pêk hatin. 
 
DEM PARTIYÊ NEXŞERÊYA PÊŞEROJÊ DIYAR KIRIYE
 
DEM Partî nexşerêya encam û pêşeroja Tirkiyeyê diyar kiriye. Bi hîle, dek û dolab û derewan, bi hilbijêrên heram îradeya Şirnex, Bedlîs, Qers gelek navçe û bajarokên me hatine xespkirin. A rastî Qers, Bedlîs û Şirnexê bi ser ketine. Yên ku Qers, Şirnex û Îdirê bi hilbijêrên qaçax dizîne winda kirine. Em hemû bajar û navçeyên di rewşa Qers, Îdir û Şirnexê de ne silav dikin û hezkirinên xwe ji wan re dişînin. Xem nekin we winda nekir, îradeya we xesp kirin. 
 
EM Ê BI HEZTIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN
 
Bawer bin em ê li wan deran xebatên xurttir bikin. Em ê bi heztir xwe bi rêxistin bikin. Em bi hev re di hilbijartinên pêş de dizên ku bi dengên heram û qaçax îradeya me xesp kirine, bişînin û dê îradeya gel serwer bikin. Me di herêmên ku winda kirine de kêmasiyên xwe dîtin. Helbet em ê serkeftinên xwe pîroz bikin lê belê em civînan ji bo pîrozbahiyan li dar naxin. Em ê di civînên xwe de kêmasî, nebesî sedemên windakirinê diyar bikin û em ê ji bo çareseriyê hewldanên xwe zêde bikin. Erê serkeftinek heye lê belê ev serkeftin ya gelên me ye, kêmasî û nebesî yên me ne. Em ji kevneşopiyekî wisa tên. Em ê di van civînan de kêmasî û nebesiyên xwe tespît bikin û dê xebata ji holêrakirina van kêmasiyan bidin meşadin.” 
 
Hevalên hêja perspektîfa me ya serdema nû gelekî zelal e. Em ê xwe bi rêxistin bikin û mezin bibin. Bila gumana kesê nebe em ê bi awayekî xurttir xwe bi rêxistin bikin. Em ê li bajarên ku lê birêxistin û nebirêxistin xebatên girîng bikin. Bi van hilbijartinan re firsendeke girîng kete destê me. Belê em ê mezin bibin. Tenê serkeftina li Kurdistanê û lihevkirina bajar a li Tirkiyeyê û ketina rêveberiyan tê ra nake, em ê zêdetir mezin bibin. Em ê bingeha tifaqên demokratîk ên di hilbijartinên herêmî de derket holê mezin bikin û encam bikin. Xebata tifaqa demokratîk jî dîsa yek ji xebata ku em ê weke Meclisa Partiyê bikin e. Ji Colemêrgê heta Îzmîrê, ji Wanê heta Stenbolê ji Colemêrgê heta Îdirê gel daxwaza guherînê aniye ziman. 
 
DEMA KU VÎNA GELÊ KURD NAS BIKIN HATIYE
 
Di 31’ê Adarê de gelê kurd û gelên Tirkiyeyê gelek peyam dan. Peyama ewil peyama gelê kurd e. Gelê kurd ji polîtîkayên înkarkirina gel, dijminatî, zilm, qeyûman re got na û ev polîtîka di sindoqê de hiştin. Em wan pîroz dikin. Careke din di mijara çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd de vîna xwe nîşan da. Ez dixwazim ji civîna me ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bangekê li desthilatê li partiya muxalefetê bikim; we sedsalek bi înkarkirina vîna gelê kurd winda kir. Dema ku di sedsala duyemîn de vê vînê nas bikin hatiye. Em ê destûrê nedin ku sedsaleke din dîsa bi vî gelî 86 milyonan bidin windakirin. Peyama duyemîn bû demokrasiya zêdetir. Gelên Tirkiyeyê di sindoqê de gotina xwe kiriye yek û navê vê jî bûye demokrasiya zêdetir. 
 
DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK 
 
Çareseriya meseleya kurd; meselya elewiyan, pirsgirêkên wekhevî û edaletê destûreke bingehîn a demokratîk e. Li ser vê yekê gelek xebatên me yên hêja hene. Ez dixwazim diyar bikim ku di rojên pêşiya me de em ê di encama nîqaşan de xebatên destûra bingehîn a demokratîk belavî her çar aliyê Tirkiyeyê bikin, bi gelên Tirkiyeyê re bicivin û em ê vê meseleyê bi wan re nîqaş bikin. 
 
RÊYA SÊYEMÎN DI SINDOQÊ DE YE GEL JI XIZANIYÊ RE GOT NA
 
Peyameke din a Rêya Sêyemîn da jî ew bû ku gel di sindoqê de ji xizanî û birçîtiyê re got na. Teqawîdan qêrîna xwe di dengan de nîşan dan. Ciwanan ji bêpêşerojiyê re gotin na. Karkeran gotin barê fatoreya krîzê ‘em nahilgirin’. Gelê kurd, elewiyan daxwazên xwe yên hemwelatîbûna wekhev bi awayekî zelal danîn holê. Ya ku dikeve ser milê me jî van peyaman bibin rojeva gelên Tirkiyeyê û xwedî lê derkevin û encam bikin. 
 
Perspektîfa me ya ji bo sala 2028’an ne tenê li ser hebûn an jî xizaniya gel û avahiyan e; wê bi perspektîfeke damezrîner a avaker dewam bike. Pêşî li deskeftiyên gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bigirin, em ê hemû xebatên xwe yên li ser van esasan bidomînin. Em ê tucar qûre nebin ku em bi ser ketine. Armanca me dê ew be ku em bigihin serkeftinê û li ser esasê siyaseta demokratîk siyaseta çareserî û muzakareyê berfireh bkin. 
 
Di vê mijarê de bi rastî jî DEM Partî ji bo Tirkiyeyê şanseke. Em di ferqa wê berpirsyartiya ku gelê me li me bar kiriye de ne û gelek wate didinê. Hêz, vîn û vizyona me ya ku em vê serbixînin heye. 
 
CIHÊ ME NE AVAHIYÊN ŞAREDARIYÊ NE
 
Ez dixwazim diyar bikim ku em ê rojekê teqez aştî, demokrasî û dadmendiyê bînin Tirkiyê û em ê van hewldanan bi rengekî çalak bidomînin. Her wiha em ê bi rêya rêveberiyên xwe yên herêmî civakê ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve biparêzin. Di feraseta me ya şaredariyê de belavkirina rantê nîne, rantperestî nîne. Di feraseta me ya şaredariyê de şaredariyên di nava deynan de nînin. Cihê me ne avahiyên şaredariyê ne, cihê me kolan in, cade ne, mal in, gund in. Her cihê ku mirovên me lê dijî ne. Ji ber vê yekê em ê destê xwe bidin gel, em ê bi gelan re biryaran bigirin û bi gel re bi rê ve bibin. Ji bo xizmet 7 roj û 24 saet in. Ev dê wiha bidome. Siyaset karê rêxistinên me yên bajêr û navçeyê, lijneyên me yên rayedar, navenda me ya giştî û parlamenterên me ne. Xizmet karên şaredariyên me ye. 
 
EM Ê TEXRÎBATÊN ŞAREDARVANIYA RANTÊ YA AKP’ê JI HOLÊ RAKIN 
 
Em ê hewl bidin texrîbatên qeyûman û şaredarvaniya rantê ya AKP’ê afirandiye demildest ji holê rakin. Hûn jî li qadê bûn, bi rastî jî li ser navê şaredarvaniyê tiştek tune bû. Şaredariyên me yên deriyê wan ji gel re girtî bûn bi qeyûman bi feraseta AKP’ê ya rantxur re hatine talankirin. Me bi hev re dît. Piştî ku me şaredarî bi dest xistin û deynên zêde derketin holê di şaredariyan de çi hatiye kirin hate dîtin. Gelek şaredariyên me ewqas zêde hatine deyndar kirin ku 50 salan jî bixebitin nikarin deynên AKP’ê û qeyûman ji holê rakin. Tevî van hemûyan em ê bixebitin û hewl bidin bi ser bixînin. 
 
ŞAREDARIYÊN ME NEÇARIN KU JI XIZANIYÊ RE BIBIN ÇARE 
 
Hûn dizanin ku krîzeke aboriyê ya mezin a bandorê li tencereyan û sifreyan dike heye. Di nava 5 salan de dê sibê û êvarê li dijî xizanî, birçîtî, bêkarî, bêpeşerojiyê em ê gel biparêzin. Peywîra şaredariyên me dê hebe. Em ji kevneşopiyeke ku tişta dibêje dikin tên. 
 
EM Ê LI PIŞT GOTINA XWE BISEKININ 
 
Ne tenê em hevrikên me jî baş dizanin. Di mitîngên hilbijartinê de hûn jî hebûn; em bi hev re tev li gelek xebatan bûn me li wir jî got. Yek şaredariyê me dema xizmet nekir dê nikare serê xwe deyne ser balif. Yek kolan û beşa civakî namîne ku jê re xizmet nekiribe. Deng dabe me nedabe, cihekarî li kesê nayê kirin. Feraseta me ya xizmeta ji bo herkesê me dike em. Ji ber vê yekê gelên me yên li wan herêman dijîn deng dan û hevalên me hilbijartin. Em li pişt gotina xwe ne. Hûn ê li qadê bibin şopdarên van gotinan. 
 
HEWLDANÊN ŞER ÇARESERÎ NÎN IN
 
Di herêmê de gengeşiyekî mezin hene û di van şert û mercan de hewldanên şer çareserî nin in. Çareserî xistina meriyetê ya polîtîkayên aştiyê ne. Dermanê ve yekê ev e. Ez pê bawer im ku gelên li Tirkiyeyê jî vê rastiyê dibînin. Berpirsyariya me ye ku em vê rastiyê nîşanî rêveber û aqlê dewletê jî bidin. Riya çareseriyê aştî ye, bêhtir demokrasî û esasgirtina îradeya ji sindoqê derdikeve ye. 
 
BI ŞAREDARIYÊN ME VE MIJÛL DIBIN
 
Ji duh ve nîqaşek dest pê kiriye. Em bi nîqaşên Tirkiyeya berê re rû bi rû dimînin û ji tu kesî re fêdeya van nîqaşan nîn e. Yên ku tevî hemû zextan şaredarî winda kirine, niha bi hin hincet û sedeman bi şaredariyên me ve mijûl dibin. Tu feydeya vê yekê ji tu kesî re nîn e, me vê yekê dît. Rewşa xirabeyên ku bi tayînkirina qeyûmên derketiye holê li ber çav in. Rewşa demokrasiyê Tirkiyeyê di holê de ye. Tekane nexşerêya şaredariyên heye, ew jî bêyî ji holê rakirina rastiya civakê birina xizmetê ye. Şaredariyên me ji destpêkê heya niha li gorî vê rastiyê tevdigerin û dê bi heman awayî tevbigerin.  
 
TEKANE NEXŞERÊYA ME XIZMETA GEL E
 
Şaredarî ji bo xizmeta gel hene û divê bi vî awayî werin zanîn. Bila bi ser remzan tu kes şaredariyên me tewanbar nekin. Tu fêdeya vê ji civakê re nîn e. Di vê hêlê de daxuyaniyên hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê kirine esas in, rast in. Em ji peywirdarkirina mufetîşan natirsin, jixwe mufetiş ji şaredariyên me dernakevin. Divê ji bo talan, qer û diziya hatiya hiştin were lêkolînkirin. Em ê kirina xizmeta gel bidomînin. Tekane nexşerêya me heye ew jî xizmeta gel e. Şaredariyên me vê yekê baş pêk tînin û dê vê yekê bidomînin.  
 
BANGA 1’Ê GULANÊ
 
Hevalên hêja, em ji pêvajoyekî zehmet derbas bûn. Texmînkirina pêvajoya li pêşiya me ne zehmet e. 31’ê Adarê riyek û bingehek ava kiriye. Niha pêdivî bi mezinkirin û xistina meriyetê heye. Me bi 8’ê Adarê dest pê kir û bi girseyî, coş û xebatekî pir hêja hevalên me yên jin xebatek derxistin holê. Me li gorî salên derbasbûyî Newrozekî bi heybet pîroz kir. Me li Yenîkapiyê, li Amed û Êlihê Newrozên girseyî li dar xistin. Me di 31’ê Adarê de îradeya xwe ya hatiye xespkirin bi serkeftinekî mezin paş ve stend. Niha em ê bi 1’ê Gulanê bi awayekî xurttir rêwîtiya xwe bidomînin.  
 
Dixwazim ji niha ve bangawaziya 1’ê Gulanê bikim; Niha tevahî rêxistin û lijneyên me yên li bajar û navçeyan, bi qasî Newroz û hilbijartinan giranahiya xwe bidin çalakiyên 1’ê Gulanê. Li ku derê pîrozbahî hebin divê gelê me bi kedkaran re bi coşeke mezin tev li bibe. Partiya me ji bo cewhera 1’ê Gulanê pîrozbahî werin kirin, dê bibe xwedî hewldanekî mezin. Di herêman de xebatên şaredariyên me dest pê kirin. Dema dermankirina taxrîbatên hatine avakirin e. Em ê nekevin pey nîqaşên vala. Bi giştî jî têkoşîna aştî, demokrasiyê û azadiyê li benda me ye. Em dikarin vê jî têxin meriyetê, heke em bawer bin, em karibin pêk bînin.”
 

Sernavên din

07/05/2024
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan
14:23 Cenazeyê rojnameger Başlangiç dê li Kolnê bê definkirin
14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî: Divê şandeyeke lêkolînê biçe Îmraliyê
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn: Têkoşîn dê serbikeve
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn