Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî

  • rojane
  • 19:29 20 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê KNK’ê Adem Ûzûn got ku Kurd di navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne û got: “Divê em biryarên cidî û girîng bidin. Em ê yan tune bibin yan jî tiştekî bi dest bixin." Ûzûn bang kir ku divê di nava salekê de konferansa yekîtiya neteweyî bê lidarxistin.
 
Civîna navborî ya 22’yemîn a Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi axaftinan berdewam dike. Endamê KNK'ê Adem Ûzûn di civînê de axivî û diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn diqewime û got ku divê hemû Kurd bi vê yekê zanibin.
 
'LI ROJHILATA NAVÎN PERGALÊN NÛ TÊ AFIRANDIN’
 
Adem Ûzûn anî ziman ku tişta li Rojhilata Navîn diqewimin beriya avakirina pergaleke nû ye û wiha axivî: “Her kes li pey vê planê ne. Bi taybetî jî Tirkiye û Îran di vî warî de hewldanên wan hene û ji bo vê jî planan çêdikin. Lê belê ev hêz Tevgera Azadiya Kurd ji bo xwe weke pirsgirêk dibînin. Ji ber vê jî amadekariya operasyon û êrîşê dikin. Di sedsala nû de tiştên nû diqewimin. Loma jî naxwazin kurd tiştekî bi dest bixin. Îro li Rojhilata Navîn hem şerê Xezeyê hem jî şerê Îranê me eleqedar dike. Em nikarin wek berê tevbigerin. Divê em biryarên cidî û girîng bidin. Em ê yan tune bibin yan jî em ê tiştekî bi dest bixin.”
 
Ûzûn bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û Kafkasyayê diqewimin û wiha berdewam kir: “Ya ku îro diqewime Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Kurd di navenda vê de ne. Em nikarin di vê serdemê de destketiyên Kurdan ên ku heta niha hatine bidestxistin bikin qurban. Lewma divê helwesta me ya li hemberî hêzên ku bi dijminên me re tevdigerin zelal û vekirî be. Divê em nêzîkatiyên van hêzan şermezar bikin.”
 
'ABDULLAH OCALAN NIRXÊ ME YÊ NETEWEYÎ YE'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Adem Ûzûn diyar kir ku pirsgirêkên Kerkûk û bajarên din ên Kurdistanê yên neteweyî ne û wiha got: “Kerkûk ji bo me pirsgirêkeke neteweyî ye, her wiha herêmên din ên Kurdistanê jî ji bo me pirsgirêkeke neteweyî ne. Rewşa ku Abdullah Ocalan tê de ye jî pirsgirêka me ya neteweyî ye. Em nikarin Rêber Apo weke rêveberiya partiyek û parçeyekî wê bibînin. Di dîrokê de hemû serokên Kurdan hatin qetilkirin. Ger îro tiştek were serê Rêber Apo em ê ji dîrokê re çi bêjin? Ji bo ku li cîhanê bibe xwedî rûmet, divê em hemû nirxên xwe biparêzin.”
 
'EM BIRYARA LOZANÊ VALA DERXIN’
 
Adem Ûzûn diyar kir ku divê konferansa neteweya Kurd bê lidarxistin û dawî li axaftina xwe anî: “Em di 100’emîn salvegera Lozanê de ne. Sed sal berê dewletan welatê me perçe kirin. Îro em ji bo vê yekê vala derxin têdikoşin. Me par di Konferansa Lozanê de biryara Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê wergirt. Li vir ez dîsa bang dikim; em îsal vê konferansê li dar bixin. Kî bê, kî neyê ew dizanin. Yên nayên bila neyên.Eger em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neynin, tu kes me cidî nagire.”

Sernavên din

06/05/2024
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû