Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd

  • rojane
  • 09:00 21 Nîsan 2024
  • |
img

AMED - Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş ji bo Roja Rojnamevanên Kurd got: "Divê her kurd, hîn bêtir bi kurdî bixwîne û were û beşdarî xebatên çapemeniyê bibe."

Rojnameya Kurdistanê, ji aliyê Mîqdad Mîdhad Bedirxan ve di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê hat çapkirin. 126 sal bi ser derketina rojnameya Kurdistanê re derbas bûn. Ji sala 1973’an û vir ve her sal 22’yê Nîsanê wekî Roja Rojnamevanên Kurd tê pîrozkirin. 
 
 
Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, zextên li ser rojnamevanên kurd nirxand û bal kişand ser parastina mîrateya ji wan re hatiye hiştin. 
 
Ertaş bi bîr xist ku ewil rojnameyên kurdî li derveyî sînorên Tirkiyeyê hatine weşandin û vê pêvajoyê wiha nirxand: “Sê gav hene. Ya yekem weşana rojnameya Kurdistanê ye. Paşê di 15'ê Gulana 1932'yan de Kovara Hawarê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn û Osman Sebrî ve derket. Pêngava sêyemîn jî, bi pêşengiya Apê Mûsa û Gurbetelli Ersozê li Stenbolê dest pê kir. Rojnameya Serxwebûn bi pêşengiya Mazlûm Dogan derket.”
 
‘HAWARA KURDAN E'
 
Ertaş anî ziman ku rojnamevanî bi berxwedana kurdan re pêş ketiye û got ku Bedirxaniyan di serdema derketina rojnameya Kurdistanê de li dijî Osmaniyan dest bi berxwedanê kirin.
 
Ertaş wiha domand: “Wê demê kurd jî hatibûn sirgûnkirin. Kurdên ku sirgûnî Qahîreyê bûn, li wir dest bi rojnamevaniya kurdî kirin. Em dibînin ku ji wê demê û vir ve zextên li ser kurdan dewam dikin. Kurd jî ji bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê girîngiyê didin rojnamevaniyê. Çima girîng e? Ji ber ku kurd her tim rastî zext, polîtîkayên înkar û qirkirinê hatine, neçar bûn bi awayekî dengê xwe ragihînin cîhanê. Diviyabû ziman, çand û dîroka xwe ji cîhanê û raya giştî re ragihînin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku rojnamevaniy kurdî di heman demê de tê wateya deng û hawara kurdan."
 
Ertaş diyar kir ku di salên 1990'î de bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya kurdan re çapemeniya kurd derbasî qonaxeke nû bûye û got ku di warê xwedîderketin û parastina ziman û çanda kurdî de çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e. Ertaş got: "Wê demê çapemenî zêde pêş neketibû, tenê rojname dihatin weşandin. Îro, mîrateya ji wan hatiye wergirtin bi Xwebûnê didome. Her ku tevgera azadiya kurd pêş ket, gel xwedî li ziman, çand û çapemeniya xwe derket."
 
Ertaş îşaret bi wê yekê kir ku çapemeniya kurd deng, çav û zimanê gelê kurd e û wiha pê de çû: “Ger di nav miletekî de rojnamevanî kêm bibe, hafizeya wê civakê jî kêm dibe. Dîroka wê civakê tê jibîrkirin. Lê dema rojnamevanî di nav gel de pêş dikeve, çav û guhên gel vedibin û haya gel ji qewimînan çêdibe. HRojnamevaniya krudî pêş ketiye, lê asta heyî jî ne bi dilê me ye. Li Tirkiyeyê piraniya ciwanan bi tirkî diaxivin û rojnameyên bi tirkî dixwînin. Em dikarin bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Aliyê siyasî, çandî û civakî yên vê pirsgirêkê hene. Di vî warî de divê hemû saziyên ku li ser ziman û çanda kurdî dixebitin, xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin." 
 
Ertaş destnîşan kir Çapemeniya Azad her tim rastî zextên dewletê tê û bibîr xist k di salên 1990'î de rojnamevanên kurd hatine qetilkirin. 
 
Ertaş diyar kir ku divê her kes xwedî li rojnamevaniya kurdî derkeve û got: “Em deyndarê Apê Mûsa û Gurbetelliyan e, em deyndarê Mazlûm Dogan in. Ji ber vê yekê divê em her tim vê mîrateyê biparêzin û xwedî lê derkevin." 

Sernavên din

06/05/2024
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû