Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe

  • rojane
  • 09:01 22 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku Abdullah Ocalan ê di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e divê di şert û mercên wekhev û azad de be û anî ziman ku dê bi têkoşîna hevpar hem pirsgirêka kurd were çareserkirin hem jî dê tecrîda li Îmraliyê ji holê were rakirin. 
 
Di Girtîgeha Tîfa F ya Îmraliyê de tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin didome. Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi riya telefonê axivî bû û telefon hatibû qutkirin. Kampanyaya gerdûnî ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin berdewam dike. Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyayê de ji 4’ê nîsanê ber bi îro ve dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdîtinên malbat û telefonan.
 
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Cemal Demîr ê di navbera salên 2008 û 2011’an de di Girtîgeha Îmraliyê de 7 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk aniye, bi ser tecrîda girankirî axivî. 
 
‘ÎMRALI PERGALEKÎ DAQURTANDINA HIQÛQÊ YE’
 
Demîr da zanîn ku tu mînakên tecrîda li Îmraliyê li cîhanên nîn in û wiha got: “Bêedaletî, keyfîyet û hovîtî li Girtîgeha Îmraliyê bûye şêwazekî rêvebirinê. Ji ber wê derdorên hiqûqê jê re dibêjin ‘çalereşa hiqûqê’. Lewma pergala giravê, pergalekî ku hiqûqê daqurtîne ye.” 
 
‘AVAKARÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E’
 
Demîr destnîşan kir ku kurd Abdullah Ocalan wekî avakarê çareseriya pirsgirêka kurd dibinin û wiha pê de çû: “Gotinekî zanayê kurd ê Ehmedê Xanî heye; ‘Di vê demê de herkes avakarê dîwarê xwe ye’. Di çareseriya pirsgirêka kurd de jî gelê kurd ji xwe re Ocalan wek avakar dîtiye. Bûye remza raya giştî ya gelê kurd. Lewma di çareserkirina pirsgirêka kurd de divê muxatab were dîtin.”
 
‘ÇALAKÎ DENG VEDAN’
 
Demîr bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya Ocalan tên lidarxistin û wiha axivî: “Di mijara çareseriya kurd de helbet divê kesên muxatab jî di şert û mercên wekhev û azad de bin. Li aliyekê Tirkiye li aliyekê Abdullah Ocalan hebe, li dora maseyê divê wekhevî û azadî hebe. Tirkiye xwe nade aliyê çareseriyê û di Rojhilata Navîn de dibe sedema mirinan. Lewma gelek derdor çalakiyan li dar dixin. Çalakiya greva birçîbûnê, çalakiyên Nobeta Edaletê, çalakiyên Meşa Azadiyê di vê çarçoveyê de hatin lidarxistin. Her 3 çalakî jî deng vedan.” 
 
GIRÎNGIYA ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’
 
Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna hevpar a gelan dê bandorekî erênî ser çareseriya pirsgirêka kurd bike û wiha pê de çû: “Têkoşîna hevpar dê sepana faşîzane û derveyî hiqûqê ya tecrîdê jî dê ji holê rake. Dê Nobeta Edaletê, Meşa Azadiyê û çalakiyên bêîteatiya sivîl mijarê bêhtir têxe rojeva cîhanê. Li aliyê din divê têkiliyên dîplomasiyê yên navneteweyî bên pêşxistin, û ji bo di meclis û parlamentoyan de were nîqaşkirin divê bêhtir xebat werin kirin.” 
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

09/05/2024
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir
16:33 Derhêner Kesîk hate berdan
16:24 Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Begît hat protestokirin
15:47 Li Cizîrê xisar gihişt 198 xanî û 93 kargehan
15:33 Li pêşiya girtîgehan çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:22 KESK: Girtî û binçavkiriyan berdin
14:53 OHD’ê rapora ‘binpêkirinên li girtîgehên Egeyê’ eşkere kir
14:36 Li İslahiyeyê qeza: 8 kesan jiyana xwe ji dest da.
14:27 Hiqûqnas bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Kozagaçli û Tîmtîkê dan