Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere

  • rojane
  • 11:16 23 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlêrê nirxand û wiha got: “Tirkiyeyê tişta ji dest dihat kir û ew pêvajo êdî derbas bû. Dibe ku ev hewldan şer hinek dirêj bike lê dê encam neguhere.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh li Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê çendek hevdîtin kir. Erdogan bi Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es Sudanî re hevdîtin kir. Erdogan piştî hevdîtinê axivî û got ku ew keyfxweş e ku Iraqê PKK xistiye nava lîsteya “rêxistinên qedexe.” Erdogan, da zanîn ku di hevdîtinan de li ser “têkoşîna li dijî PKK’ê” û “Projeya Rêya Pêşxistinê” axivî ne. 
 
Erdogan herî dawî jî çû Hewlêrê. Li vir bi rêveberên PDK’ê Barzaniyan re hevdîtin kir. Di roja hevdîtinê de li cade û kolanên Hewlêrê alaya tirkan hate daliqandin. 
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr têkildarî serdana Erdogan axivî. 
 
Mervan Ozdemîr 
 
TIRKIYE ÇI DIXWAZE?
 
Ozdemîr bi bîr xist ku beriya Erdogan rayedarên payebilind li herêmê hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Dema mirov ji rexa Tirkiyeyê ve lê dinêre; sedema esasî ya hevdîtinan pirsgirêka kurd û PKK bû. Weke ku tê zanîn li başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKK’ê û artêşa tirk de şerekî dijwar heye. Tirkiye ji sala 2022’yan ve li dijî van qadan di asta herî jor de êrişan dike û gelek baregehên leşkerî ava kir. Ev êriş bênavber didomin û çendek roj berê li Metînayê qonaxeke nû dest pê kir. Ev rewş li Iraqê bi eşkereyî nehat nîqaşkirin lê yek ji mijarên nîqaşan bû. Ya girîng ew bû ku Iraqê di vê mijarê de tu piştgirî neda Tirkiyeyê. Lê dîsa jî hinek derdoran ev rewş jinedîtî ve hatin. Sedema esasî ya vê helwesta Iraqê jî ew e ku zêdetir bala xwe dide ser çareseriyên navxweyî û dixwaze pirsgirêkên xwe yê bi Tirkiyeyê re bi rêya guftûgoyê çareser bike.” 
 
‘ROJEVA ESASÎ YA IRAQÊ AV Û ABORÎ BÛ’
 
Bi domdarî Ozdemîr bi lêv kir ku Iraqê heta niha jî qebûl nekiriye ku di êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de li rex Tirkiyeyê cih bigire û wiha pê de çû: “Yek ji sedema herî girîng a serdana Erdogan jî ev bû. Dema em ji hêla Iraqê ve li hevdîtinê dinêrin; rojeva wan a sereke û ya Tirkiyeyê heman rojev nîne. Iraq gelemperî li ser pirsgirêka avê û têkiliyên aboriyê disekine. Tirkiye çemên Firat û Dîcleyê bisînor dike lewma herêmên nava Iraqê bi hişkayiyê re rû bi rû ne. Her wiha dahata wê ya herî girîng petrol e û ew jî li ser Tirkiyeyê pêşkeşî piyasaya cîhanê tê kirin. Lewma rojeva wê ya esasî av û aborî bû.” 
 
‘IRAQ SIYASETA HEVSENGIYÊ DIMEŞÎNE’
 
Di berdewamê de Ozdemîr got ku Iraq li dijî Tirkiyeyê “siyaseta hevsengiyê” dimeşîne û wiha dom kir: “Lewma binpêkirina mafê serdestiya xwe jinedîtî ve tê. Lê tam nehat ser xeta ku Tirkiye dixwaze. Tirkiye jî di daxwazên xwe de biisrar e û dê dev jê bernede. Di vê hevdîtinê zelal bû ku Iraq dê di şerê li dijî PKK’ê de bi awayekî çalak li rex Tirkiyeyê cih negire. An jî piştgiriya ku Tirkiyeyê di serê xwe de çêkiribû pêk nehat. Tu sedemeke ku Iraq li dijî PKK’ê şer bike tune ye û tu berjewendiyên wê jî tê de tune ne. Heta Iraq û PKK’ê ji sala 2014’an heta 2016’an di heman eniyê de bi awayekî çalak li dijî DAIŞ’ê şer kir. Ji salên 1980’an heta niha, bi taybet jî piştî têkbirina rejîma Sedam heta niha di navbera Iraq û PKK’ê de tu pevçûn derneketine. KCK’ê çendek roj berê bi daxuyaniyekê ev rewş weke ‘rêzgirtina hemberî hev’ nirxand.” 
 
Rojnameger Ozdemîr bi lêv kir ku Iraqê ji ber siyaseta xwe ya hevsengiyê PKK nexistiye nava lîsteya “rêxistinên terorê” û ev nirxandin kir: “PKK xist nava lîsteya ‘rêxistinên qedexe.’ Ne diyar e bê ka ev pênaseye dê bi xwe re encamên çawa bîne. Gotina her carê ya klasîk dubare kir û got; ‘em ê nehêlin tu kes ji nava xaka me êrişî dewleteke din bike.’ Her wiha ji bo PKK’ê got; ‘em ê destûrê nedin xebatên wan ên civakî û siyasî bimeşînin. PKK’î dê weke mêvan û penaber bên qebûlkirin.’ Nayê zanîn ev rewş dê di pratîkê de bi xwe re çi bîne.” 
 
HEDEFA ‘RÊYA PÊŞXISTINÊ’
 
Ozdemîr, diyar kir ku ne PKK’ê lê berjewendiyên bazirganiyê Iraq û Tirkiye nêzî hev kirine û wiha derbirî: “Weke ku tê zanîn di sala 2023’yan di Lûtkeya G20’ê de biryar hate dayîn ku korîdoreke bazirganiyê ya nû ku Hindistan û Ewropayê girêdayî hev dike bê çêkirin. (Korîdora Aboriyê ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê - IMEC). Ev rêya bazirganiyê ji Iraq, Tirkiye, Îran û gelek welatên din ên Rojhilata Navîn re derbas nabe. Korîdor, li ser rêya Behra Hindê digihije keştîgehên Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb, ji vir bi rêya bejahî ser Erebistana Siûdî derbasî Îsraîlê dibe û ji wir jî ser Behra Spî derbasî Îtalya, Fransa û welatên din ên Ewropayê dibe. Heke mirov bala xwe bide ser, Iraq, Îran û Tirkiye pir li jora vê nexşeyê dimînin. Wisa xuya dike ku kirdeya herî girîng jî Îsraîl e. Jixwe di demên dawî de yek ji sedemên herî girîng a Tirkiye, Îran û Iraqê nêzî hev dike jî ev e. Ev welatên hatine baypas kirin, dixwazin di navbera xwe de bi navê ‘Rêya pêşxistinê’ projeyekê bixin meriyetê. Di vê hevdîtinê de di navbera Qeter, Tirkiye û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb ku di projeya IMEC’ê de jî cih digire, protokolek hate îmzekirin. "
 
TÊKILIYÊN PDK-AKP’Ê
 
Ozdemîr, ji bo hevdîtina di navbera Erdogan û Barzaniyan de jî ev nirxandin kir: “Şêweyê protokola pêşwazîkirina Erdogan a PDK û malbata Barzaniyan, qeyûm anîn bîra min. Qeyûm dema şaerdariyên gelê kurd xesp dikin, weke karê ewil li her derê alayan didaliqînin. Bi vê yekê hewl didin gelê kurd tehrîk bikni. Erdogan ê ku li Amed, Wan, Êlih, Mûş, Colemêrgê têk çûyî, bi rêya malbata Barzaniyan bersiva xwe bi daliqandina alaya tirk li ser Keleha Hewlêrê da. Herî zêde PDK ji têkçûna Erdogan bibandor bû. PDK’ê wisa bawer dikir ku dê tifaqa Erdogan û MHP’ê tu caran têk neçe û xizmeteke bêdawî ji wan re kir. PDK’ê piştgirî û moralê herî mezin bi daliqandina alaya tirk li Hewlêrê dan Erdogan.” 
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku dibe ku Erdogan li dijî PKK’ê konseptekî nû bixe meriyetê û axaftina xwe wiha qedand: “Lê Tirkiyeyê di pêvajoya berê de her tiştê ku bikare bike kir. Me ew pêvajo êdî derbas kir. Tiştê ji niha ve çêdibin, dubarekirina duh e. Dê ev şer hinek din jî dirêj bibe lê encam dê neguhere.” 
 

Sernavên din

10/05/2024
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin