Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin

  • rojane
  • 11:48 23 Nîsan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên Stêrk TV û Medya Haberê bertek nîşanî serdegirtina studyoyên televîzyonê de dan û gotin: “Em ê bibin dengê gelê xwe. Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin.” 
 
Studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV yên li Belçîkayên di şeva duşemê de bûn hedefa serdegirtina polîsan. Bêyî hincetek bê nîşandan serdegirtin hate kirin û tevahiya şevê nehiştin ku kedkarên televîzyonê xwe bigihînin avahiyên studyoyan. Kedkarên Stêrk TV û Medya Haber TV daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: “Derî şikandin û bi rengekî korsanwarî ketin hundir, di serî de kompûter xisar dan amûr û materyalên weşanê."
 
Daxuyanî li ber avahiyên her du qenalên televîzyonê hate dayin. Bi navê Stêrk TV Ramazan Olçen, bi navê Medya Haberê jî Heval Aslan daxuyanî dan. Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
‘DERÎ HATIN ŞIKANDIN Û BI KORSANWARÎ KETIN HUNDIR’
 
“Polîsên Belçîkayê 23’yê nîsanê set derdora 01.30’an de li bajarê Denderleeûw ê Belçîkayê, bi ser avahiyên ku şîrketa Sterk N.V, Roj N.V û Hîvron N.V lê kar dikin de girtin. Serdegirtin ji aliyê Polîsên Federal ên Belçîkayê ve hatiye kirin û beriya wê ti agahî ji parêzer û rayedarên me yên şîrketê re nehatiye dayîn. Derengiya şevê dema ku ti kes li avahiyê nebûn, deriyên ofîsên me hatine şikandin û bi rengekî korsanwarî ketine hundir. Kompûter, amûr û materyalên me yên çapemeniyê hatine texrîbkirin. Destpêkê em vê êrişa derhiqûqî û antî-demokratîk a ku li navenda Ewropayê hate kirin, şermezar dikin. Ev rewş ne hewldaneke hiqûqî, ne jî teftîşek e. Ev êrişeke ku li dijî saziyên Çapemeniya Azad ku dengê gelê kurd e, hatiye kirin. Ji xwe di heman saetê de jî polîsên tirk bi ser malên rojnamevanên kurd ên li Tirkiyeyê de girtine, ev yek dewama êrişa organîzeyî ye. Her wiha êriş di salvegera 126’an a çapemeniya kurd de hatiye kirin û helbet ev yek manîdar e.
 
DI 2010’AN DE JÎ HEMAN ÊRIŞ HATIBÛ KIRIN
 
Polîsên Belçîkayê di adara 2010’an de bi ser heman studyoyan de girtibû û di vê serdegirtinê de hemû kompûter û hard dîsk hatibûn desteserkirin. Lêkolînên hatin kirin û dozên hatin vekirin bêencam man û tu pêkanîn li şîrketên me nehatine ferzkirin. Her wiha şîrketên navborî li gorî qanûnên Belçîkayê karên xwe dikin û weke saziyên ticarî heta niha rû bi rûyê ti pêkanînên qanûnî nemane.
 
ÊRIŞEKE LI DIJÎ MEDYAYA KURD E
 
Destpêkê em dixwazin diyar bikin ku; ev êriş li dijî medyaya kurd a azad û azadiya agahîwergirtina gelê kurd hatiye kirin. Dewleta tirk û hevalbendên wê yên navneteweyî, heta niha bi sedan êriş li dijî medyaya kurd pêk anîne lê encam wernegirtine. Ji ber ku em yanî kedkarên çapemeniya azad, di her şert û mercî de tevî her cure zextê me karê xwe dewam kir û em ê dewam bikin. Bila her kes vê yekê bizane ku serdegirtinên korsanî yên bi vî rengî, girtin û astengî nikarin me ji rêya me dûr bixin.
 
ENCAMA TÊKILIYÊN QIRÊJ ÊN BI REJÎMA ERDOGAN RE YE
 
Dewleta tirk bi salan ev yek ceriband, bi dehan hempîşeyên me qetil kir lê dîsa jî nekarî çapemeniya azad rawestîne. Gumana me nîne ku ev êriş di encama têkîliyên qirêj de yên bi rejîma Erdogan a faşîst re hatiye kirin. Li vir em vê bangê li hikûmeta Belçîkayê dikin; hûn bi rejîma Erdogan a faşîst re di encama kîjan cureyên bazariyên qirêj de êrişî medyaya kurd dikin? Divê hûn vê ji kurdan û raya giştî ya Belçîka û cîhanê re eşkere bikin. Heke we bi rejîma Erdogan re bazariyek qirêj nekiribe, wê demê çima hûn bi rengekî korsanwarî êrişî studyoyên me dikin? Em vê bangê jî li medyaya Belçîka, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dikin; em li vir karê weşana çapemeniyê dikin. Xebatên me eşkere ne, deriyên me yên studyoyê ji her kesê re vekirî ne. Di serî de polîs her kes dema bixwaze dikare were studyo û ofîsên me û karên me yên li vir bişopînin. Li vir rewşeke veşartî ne mijara gotinê ye.
 
EV SERDEGIRTIN KOMPLO YE
 
Em dixwazin vê yekê jî bînin ziman ku em êrişa polîsan a bêyî parêzer û rayedarên şîrketa me weke komployekê dinirxînin. Lêgerînên polîsan ên bêyî girteyên hiqûqî, li gorî me sûc e, binpêkirina hiqûqê ye.
 
Em weke xebatkarên çapemeniya azad em dizanin ku êrişên bi vî rengî bi tu rewşên hiqûqî nayên îzahkirin. Lê belê em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin. Parêzerên me wê di zûtirîn demê de li dijî van êrişên korsan dest bi xebatan bikin. 
 
DÊ NEKARIN EM BÊDENG BIKIN
 
Her wiha em, yanî kedkarên çapemeniya kurd em ê tim bibin dengê gelê xwe. Tu hêz wê nikaribe dengê me qut bike. Em vê peyamê didin gelê xwe, dostên xwe û aliyên faşîst ên ku hewl didin dengê me qut bikin;  ‘EM LI VIR IN.’  Em ji agahdarkirina gelê xwe û belavkirina ziman û çanda xwe, xwe berpirsiyar dibînin.
 
Ev erk ji bo me pîroz e û ji jiyana me jî bi qîmettir e. Wê li hemberî hemû zextan jî pênûsa me binivîsîne û kamerayên me heqîqetê bikşînin. Rojnamevanên Kurdistanî kiryarên qirêj ên dewleta tirk ên weke şewitandina gund û daristanan û qetilkirina zarok û jinan ji raya giştî re parve kirin. Her wiha yên ku hovîtiya DAIŞ’ê ji cîhanê re ragihandin û ji bo ragihandina vê hovîtiyê jiyana xwe ji dest dan, dîsa kedkarên fedaî yên çapemeniya azad bûn. Cîhan hemû vê yekê dizane. Em ê tim şopdarê başî, rastî û heqîqetê bin."
 
 
 

Sernavên din

20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!