Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan

  • rojane
  • 12:43 23 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Li dijî binçavkirinên xebatkarên Çapemeniya Azad, ser medyaya dijîtal bertek hatin nîşandan. 
 
Gelek rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî, parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û rojnameger bi ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bertek nîşanî operasyonên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad ên Enqere û Stenbolê û serdagirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê yên li Belçîkayê dan. 
 
Bertekên ser hesaba X’ê hatine nîşandan wiha ne: 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD): Rojnamegerî sûc nîn. Divê ev operasyonên li dijî azadiya çapemeniyê û mafê agahîstendinê ya gel were dawîkirin, rojnameger demildest werin berdan, astengiyên li pêşiya studyoyan werin rakirin. 
 
Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir: Desthilata Erdogan-Bahçelî ya têkçûna 31’ê Adarê ranegirtiye, ji bo emrê xwe yê siyasî dirêj bike dîsa çareseriyê êrişên li dijî gelê kurd de dibîne. Yekemîn, êrişî li çapameniya azad dike. Sekna Belçîkayê jî nêzîkatiya Ewropayê ya li hember daxwaza azadiya gelê kurd nîşan dide.  Demokrasiya Ewropayê ji nîqaşkirinê re vekirî ye û divê her tim were rapirsînkirin.” 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît: Piştî ku duh me têkoşîna kedkarên çapemeniya azad piroz kir, îro bi operasyonekî li dijî xebatkarên çapemeniya azad, 8 rojnameger hatin binçavkirin. Bi heman awayî polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê girtin û bi awayekî derveyî hiqûqê gefa binçavkirinê li wan xwarin, alavên teknîkî û hin belgeyan desteser kirin. Rojnamegerî ne sûc e, Ev êriş li dijî çapameniya azad û mafê agahîstendinê ya gel e. Divê demildest rojnameger werin berdan, û astengiyên li pêşiya studyoyan werin rakirin. 
 
ESP: Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê girtin. Di heman demê de li Enqereyê û Stenbolê 7 rojnameger hatin girtin. Ev êrişên li dijî çapemeniya azad, perçeyekî êrişên rejîma faşîst a li dijî gelê me yê kurd e. Kevneşopiya çapemeniya azad a dagirkerî, mêtingeriyê û polîtîkayên şerê taybet tîne ziman, rûmeta me ye. Hêza we dê têrî girtina kanalên nûçeyan ên çav, guh û dengê gelê kurd in, nake. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!
 
Kirkyama/Temînata Ji bo Jinan: Di serdagirtinên li Enqere û Stenbolê de rojnamegerên xebatkarên @Maturkce û @yeniyasamgazete hatin binçavkirin. Bila demildest rojnamegerên hatine girtin werin berdin! Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!
 
Fehîm Işik: Dê ev êriş kedkarên Çapemeniya Azad neçewisîne!
 
Murat Mihçi: Dîsa hewl didin Çapemeniya Azad asteng bikin. Ji kedkarên çapmeniyê re azadî. 
 
Parastina Jinê: Îro di serdagirtinên malan de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Di nava wan de rojnamegerên jin ên her tim li cem me disekinin jî hene. Em dixwazin demildest werin berdan. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!
 
Ciwantiya Azadîxwaz: Di serdagirtinên li Stenbol û Enqereyê de gelek hevalên me yên kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin! Bila kedkarên çapemeniyê demildest werin berdan. 
 
SODAP: Di serdagirtinên li Enqere û Stenbolê de rojnamegerên xebatkarên @Maturkce û @yeniyasamgazete hatin binçavkirin. Faşîzma qesrê bi gumana serê rastiyan bigire, êriş li kedkarên çapemeniyê dike. Kevneşopiya çapemeniya azad li dijî her êrişan heya îro nivîsand û dê niha jî berdewam bike! 
 
SKM: Dema serê sibê bi ser studyoyên Medya Haberê û Stêrk TV’ê yên li Belçîkayê dihate girtin, li Enqere û Stenbolê rojnamegerên xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê hatin binçavkirin. Dixwazin dengê êrişên ser gelê kurd kut bikin. Dixwazin çapemeniya azad bi binçavkirin û girtinan bêdeng bikin. Em li cem kedkarên çapemeniya azad ên bêdeng nabin û nayên bêdengkirin in. Hûn ê nikarin dengê heqîqetê bêdeng bikin. 
 
Komeleya Jinan a Rosayê: Demildest dest ji tacîza xwe ya sîstematîk a darazê ya li dijî kedkarên çapemeniya azad ên di serdagirtinên li Stenbol û Enqereyê hatine binçavkirin, berdin! 
 
 
 

Sernavên din

03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:27 Li pey Celal Başlangiç: Şopdarê heqîqetê bû
11:10 Operasyona leşkerî ya li Geverê di roja 7’an de didome
11:06 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dêrsimê daxuyanî da
10:32 Li gorî TUÎK’ê enflasyona salane ji sedî 69.80’ê ye
10:31 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû
10:30 Li Mêrdîn û Îzmîrê bi ser malan de hate girtin: Derhêner Kesîk hate binçavkirin
10:19 ENAG’ê daneyên enflasyonê eşkere kir
10:18 Li Enqere û Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
09:57 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
09:55 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Fikarên têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê zêde dibe
09:19 Di salekê de herî kêm 54 kolber hatin qetilkirin
09:12 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 6 jê giran 34 kes birîndar bûn
09:11 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 192 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Xwezayeke efsûnî: Tanîna Sindiyan
09:02 'Binpêkirinên mafan dibin sedema hin binpêkirinên din'
09:00 ROJEVA 3’YÊ GULANA 2024’AN
08:44 Rojnameger Celal Başlangiç jiyana xwe ji dest da
02/05/2024
21:36 Zarokê di protestoyên Wanê de hatibû girtin hat berdan
19:08 Bertek nîşanî mufredata nû dan
18:57 Hemû deriyên wezaretê li ber Emîne Şenyaşarê hatin girtin
16:55 Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
16:44 Berteka li dijî mufredata nû: Bi eşkere îdeolojiya îktîdarê belav dike
15:51 Derbarê Leyla Zana de ceza hate xwestin
15:41 Li rojnamevan Terkoglû 2 sal cezayê hefsê hate birîn
15:33 Platforma Azadî ji Parastinê re: Tevî îfadeyên derew ên şahidan jî biryar hat erêkirin
15:02 Li Qoserê birîna ceyranê hate şermezarkirin
15:01 Rejîma Îranê kurdek bi dar ve kir
14:44 Ji bo Veysî Aktaş daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê hat kirin
14:31 Ji bo danişîna Fatma Ogûr a hate qetilkirin bang hate kirin
13:44 Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
13:14 Li gundên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:00 DEM Partî dê biçe serdana CHP’ê
12:58 DEM Partiyê starta kongreya Amedê da: Werin hêz bidin xebatên me
12:43 Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir
12:42 Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn
11:55 'Divê têkoşîna sendîkayî xurtir bibe’
11:47 Bultena Tecrîdê: 2 sal 13 meh û 7 roj in ‘agahînegirtineke mûtleq’ heye
11:37 Ji binçavkiriyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê 182 jê hatin berdan
11:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Haya wezaretê ji Îmraliyê tune ye!
10:12 Ji bo girtiyê 31 salan mudetnameya nû: Piştî 6 salan dê were berdan
09:38 Peyama 1’ê Gulanê: Bila bûdçe ji bo şer neyê xerckirin
09:11 191 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:10 158 roj in girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:05 Li Êlihê berteka krîza aborî: Tu çima bi bacên min çiyayan bombebaran dikî?
09:03 Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê: Di 22 salan de 894 rojnamevan hatin girtin
09:02 Mîhrîcana Çandinî û Sewalvaniyê jî bi kêrî cotkaran nehat!
09:00 Cenazeyên 2 kesên hatibûn qetilkirin radestî malbatên wan hatin kirin
09:00 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2024’AN
01/05/2024
23:39 Di 1'ê Gulanê de 226 kes hatin binçavkirin
23:35 Ji DEM Partiyê der barê Bêrecûkê de daxuyanî
22:27 Li Çukurovayê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin
19:45 Emîne Şenyaşar li ber Wezareta Dadê ye: Kurê min berdin
17:15 Hatîmogûllari serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir
16:55 Li Êlihê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Dê ev pergal biguhere
16:45 Hevşaredara Gimgimê Ekîncî hate berdan
16:36 Kedkaran li Enqereyê daxwazên xwe rêz kirin
15:48 Li Dêrsim û Dîlokê 1 Gulanê: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê têkoşîn bê mezinkirin
15:12 Li Stenbolê herî kêm 216 kes hatin binçavkirin
15:02 Bayindir: Divê em li dijî zilmê bibin yek
Hatîmogûllari: Heke çareserî pêk were dê para karker zêde bibe
14:52 Di Cejna Karkeran de cinayate kar
14:35 Li Qada Gundogduyê coşa 1’ê Gulanê
14:31 KNK ji bo hevdîtinên dîplomatîk çû DYA'yê
14:03 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Ji bo ku budçeya ji şer re tê xerckirin bidin gel li qadan e
13:57 Li Saraçhaneyê bi hezaran kesan li dijî êrişa polîsan li ber xwe dan
13:24 Bakirhan: Heta ku karker ji vir neçin em bi cihekê ve naçin
13:05 Operasyona ‘tehliyeya bi pereyan’: 20 kes hatin binçavkirin
12:38 Bakirhan li Saraçhaneyê: Têkoşîna li ser bingeha hevpar girîng e
12:32 Li Saraçhaneyê berxwedana 1’ê Gulanê
11:58 Tirkiyeyê 2 kolber qetil kir, PDK nahêle malbat cenazeyan bigirin
11:30 Li Êlih, Wan û Stenbolê 1'ê Gulanê
11:26 CPJ’ê ji bo rojnameger Ahmet serî li NY’ê da
10:57 Berxwedana 1’ê Gulanê li kolanan dest pê kir
10:52 Li Alaşehîrê jinek hate qetilkirin
10:09 Bi hezaran kes ji bo meşa ber bi Taksîmê ve li Saraçhaneyê kom bûn
09:49 Unsal: Hem qedera AKP hem jî ya CHP’ê girêdayî pirsgirêka kurd e
09:48 Karker li Saraçhaneyê kom dibin
09:26 Ji ber bihabûnê fiyetê şitilên daran jî zêde bûye!
09:11 Xwişka Aktaş ku berdana wî hat taloqkirin: Hêviya dayika min dizîn
09:08 Qeyûm li Dêrikê deriyek bi 4 milyonan çêkiriye!