Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm

  • rojane
  • 09:26 27 Nîsan 2024
  • |
RIHA - Girtiyê nexweş Cebraîl Vûral (50) ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket wiha got: "Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm."
 
Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji van jî girtiyê nexweş Cebraîl Vûral (50) bû. Vûral piştî 30 salan di 26'e Adarê 2024'an de ji girtîgehê derket. Vûral ku di lîsteya girtiyên nexweş de bû, di sala 1994'an de gava 20 salî bû hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn. Vûralê ku nexweşîna prostat, astim, fitiq û KOAH'ê pê re hebû, ji Girtîgeha Tîpa T a Kirşehîrê derket. Vûral li navçeya Wêranşar a Rihayê bi girseyî hatîbû pêşwazîkirin, rastî eleqeyeke mezin hat. Mehek e ev eleqe berdewam dike. Bi hezarê kesî serdena Vûral kir û jibo azadîya wiya fîzîkî keyfxweşîyen xwe anîn ziman. Vûral, pirsên meyên derheqê vê pêşbazîkirine, guhartinê li girtîgeha, guhartina civakêde bersivandin. Vûral bal kişand ser guhartinê civakê û gelek hişyarî li nifşên nû kirin. 
 
Piştî 30 salî tu hatî warê xwe û bi hezkiriyên xwe re hatî cem hev. Pîştî 30 salên zindane tê çi hîs kir. Hestê te çi bûn? Tu qet ketî nava fikarên “ez ê jî zindanê derkevim? 
 
Bêgûman 30 salên zindane bi meriv re gelek hestên cuda çêbûn. Êdî hinek tişt tên qebûlkirin. Êdî mirov bawer nake ku wê ji zindanê derkeve. Dema ez derketim ji heya ez hatim sînorê Dîlokê min bawer nekir ku ez derketime. Li sînorê Dîlok'ê min pirsî em li ku ne? Yê li cem min gotin Dîlokê ne. Wê gavê min bawer kir ku êdî ez derketime. Dema em gihîştin Wêranşare jî ez hinekî hestîyar bûm. Pêşwazîkirineke girseyî çêbû. Gelekî xweş bû. Jimin xwestin ez çend gotina bikim lê min nikarî bû tenê min spasîkir.
 
30 salên zindanê erênî û neyînî bandorek çawa li ser te kir? Zîndanê çi ji te girt û çi da te? Serkeftin û binketinê wê çêbûn?
 
Dema ez ketim zindanê min dinya gelek nedîtibû. Pîranî ez li gund mezin bûbûm. Ez ne xwenda bûm, nivîsandin û xwendina min tune bû. Zîndan ji bo min jiyaneke nû bû. Heya ez hînî zîndane bûm gelek dem derbas bû. Ez di zindanê de hînî gelek tişta bûm. Bi hewayê felsefî jî polîtîk jî gelek tişt hîn bûm. Bê guman min gelek zahmetî kişandin. Zîndan ne cihekî ku em bixwazin bikevine bû, tikes na xweze bikeve lê mecbûrî bû. Mirovên ehlaqî û polîtîk naxwazin dijminê wa jî da hîn bikeve zindanê. Lê ev rastiya me kurda ye. Li welatê me zîndan heye. Welatê me bûye wekî zindanê. Dibê em vê qebûl bikin û li gorî vê xwe amade bike. 30 salê zindanêde min xwast xwe pêşvebibim. Demek şunda ez hînî zindanê bûm. Pîştî dêmekî min derve jibîr kir û min hêvî nedikir ez rojêkî derkevim. Li cem vê xeyalên minê derve jî herdem hebûn. Wextê ku ez derketim jî min bi xwere gelek bîranîn anîn. Min gelek bîranîn anîn lê gelek jê jî li zindanê hiştin. Li zindanê gelek dem çêbûn ez keyfxweş bûm, gelek dem çêbûn jî ez xemgîn bûm. Gelek bîranînên erênî û neyînî çêbûn. Civaka me ne civakeke yek rengê, pir rengê. Wekî teliyen desta. Teliyen desta yek jî wekî hev nabe. Ev yek jî ji aliyê civakî ve carna zehmetîya tenê pêşiya mirov. Lê ez dikarim bêjim ez di zindanê de nûve çêbûm. Dema ez derketim ew çêbûna xwe min li derve hîs kir. Ev çêbûn ji aliyê kesayetêve, fikir û nasbûna mirova vê başbû. Nasbûneke felsefî bû. Ev jibo min pir başbû. Jiber wê ez naha dixwazim bi wa hesta hînî jiyana derve jî bibim.
 
Pişti 30 salên zindanê tu hatî mala xwe. Êdî tu dikarî bêjî ez azad im? 
 
Mixabe mirov nikare bêje. Jiber ku welatê me jî ji aliyê hineka vê li me bûye zîndan. Li derve mirov pirin lê yek jî ne azad. Azadî di fikirde ye, felsefî ye, tarza jîyane ye, têkiliyeke azada. Derketina zindanê ez azadî nabînim. Lê derfetekî jiyanek azad bi afirîne li derve heye. Em dikarin bi têkoşînê jiyanek azad bi afirînin. 
 
Mehek e tu li derve yî. Piştî 30 salan te guhertinek çawa hîs kir û dît. Li derve tişta herî zêde bala tê kişand çîyê? Di civakê de guhertinek çawa çêbûye? Germahiyek civakî hêj heye ya na? Di hezkirin û hurmetê de çi guheriye? 
 
Dema ez ketim zindanê jîyana derve jiyanek gundewar bû. Ji gelek aliyan va jiyanek li gorî têkoşîna me bû. Lê neha ez dibînim jiyaneke bajarî çêbûye. Ji aliyê ehlaqî û polîtîk, çandî ve gelek guhartin çêbûne. Tiştê me xemgîn dikin pirin, tiştê me keyfxweş dikin jî hene. Peşvezikirina min peşvazikirinek germ bû. Girseyek mezin hebû, gelek mêvan tên. Li derveyî welat jî kes tên. Ev germahiyeke civakî ye, ez bi ve keyfxweşim. Lê di têkiliyê mirova da xirabûnek çêbûye. Di xwarin û vexwarinê mirova de, cil û bergan de, rabûn û rûniştinê de, ji aliyê çandinî de gelek guhartinê neyînî çêbûne. Dema mirov va dibîne mirov hinekî xemgîn û hêrs dibe. Lê belê dema em vê heskirinê dibîne dibêje guhartinê neyînî jî holê rake. Ev gengaze. Heskirin û hurmet zêde bûye. Nifşê me ye mezin de ev zêde bûye lê di nifşê nû de hinekî xemsarî heye. Ev aliyê çandî ye, girêdayî pêşketina teknolojîye ye jî. Pêşketin zanistîyê, dema em baş bikar bînin serkeftinêke lê em baş bû kar nayînin binketine. Dema em baş bikar neyînin mirova wê bê hişt bike. Mirov hene dimeşin lê di xwewdene. Ez bi vê gelek xemgîn bûm. Di nifşe nude ev gelek heye. Hê min telefon bikar neanîye. Ez bikar bînim jî ez wekî vî nifşê nû bikar nayênim. Telefon amûrekî ragihandinê yê. Lê qasî ez dibînim ev amûr bûye jîyana mirova. Nifşê nû xwe bive vê girê didin û di jiyanê de bê hiş dimînin. Dema di meşin, rûnin, rabin, razin telefon duzene dide jiyana wan. Ev gelekî min xemgîn dike. Ez bi kar bînîm jî ezê jibo ragihandinê bikar bînim. Le belê heskirin û hurmeta nifşê kevin hê li ser linga ya. Ev hêvî dide mirov. 
 
Te niha hinek çand û huner şopand. Huner pêşve çûye an tu dibêjî ez hêj stranê 90'î dijîm. Pîştî tu derketî strana nû ya herî xweşîya te çû kijan stran bû? 
 
Ev pirs grînge. Jîyan bi hunerê xweşik û geş dibe. Keyfa mirov ji hunerê re tê, mirov maneviyata xwe ji hunerê digire. Berê li gunda dengbêjî hebû. Cîwat hebûn. Ev rabûna. Ev ve neyînî dibînim. Dibê ev hatibana parastin. Dema ez di zindanê de bûm derfetê ku stranê dengbêjî em guhdar bikin tîne bû. Ez hesret bûm wa bibînim. Lê ez derketim min ev nedît. Ev yek bala tikesî jî nakişîne. Dema di televîzyonê de bernameyê li ser çand û hunerê derdikevin ez dinêrim tikes guhdar nake, bala tikesî nakişinin. Piranî cîwata dewsa xwe ji têlefona re heliştiye. Ev rewşeke xemgînê. Wê dem nîşan bide ka ezê bi alimim vê ên ji nealimim. Lê ez bawer dikim ezê nealimim vê. Jiber ku 30 salê zindane de ez ji zimanê xwe yê kurdî dûr neketim. Min zimanê xwe xorttir kir. Ez hînî zimanê tirkî jî bûm lê ez nebişivim. Ez bawerim li derveyî jî bi ez nebişivim. Çand û hunera me hinekî ziviraya. Hê min gelek derfet nedîtiye stranê nû guhdar bikim. Jiber ku mêvan tên ew derfet pir çênabe. Lê dema derfet çêdibe ez mêze dikşm stranê nu derketin hene. Ya herî min jê hez kir strana Şervano ye.
 
Bi gelemperî piştî tu derketî hêviyê te mezin bûn an şikestin? Tişta hêviya te mezin kir çiye û tişta heviya te şikand çiye? 
 
Hêvîyên min xort bûn. Dema ez derketim germahiya hilbijartinê hebû. Di hilbijartinê de serkeftineke gelê me çêbû. Ez bi vê gelek keyfxweş bûm. Derketina min û hilbijartin bi hevre bû. Vê gelekî keyf damin. Têkoşînek hesiyete heye. Ev jî hêviyê dide me û hêviyên me ye berê xort dike. Ez bawerim wê xeyalên min pêk werin. Xeyalên minê li ser zimane kurdî, çandê, hunerê, pêşketina kurda a polîtîk, tifaqa kurda hene. Pirsgirêk hene, car cara ev tên astangkirin lê hêviyen min wê ev pirsgirêk demek nêzde rabin. 
 
Niha bi hezaran kes di zîndanan de ne. Girtîyên polîtîk di nava têkoşînekê de ne. Ji bo balê bikşînin tecrîdê 4'e Nîsane şunda bi malbata xwere naşitexilin. Tu wekî girtiyekî 30 salî ve çawa dibîne? Ji bo girtîgeha kî dikare çi bike? 
 
Bêguman 30 salê dirêj de gelek bûyer çêbûn û ez dinava wa bûyera da man. Gelek çalekî çêbûn, gelek pêşketin çêbûn. Baş, xirab vaya heya îro hat. Jiyana zindane hat avakirin. Di salê dawî de qasî ku ez dibînim zagonê desthilatdarîye çêkirine hevalê zindanê de dorpêç kiriye. Dorpêçkirinekê pir dijware. Bi ceza terbîye kirin. Ev zagonê hatin çêkirin armanca wa eve. Pêşiya çalakiya bigirim ku girtî nekaribin pora xwe bixwerinin. Ev gelekî dijware. Barê hevalan girane. Ev li ti derê cîhanê tîne ye. Ev dorpêç li giravê destpêkir û her diçe kûr dibe. Li grave destpêkir û gihîştiye astek bilind. Îro li gelek zîndana hevalê me di hucreyêndene. Gelek hevalê ye ji parçeyên din welat nikarin lazimîyen xwe yên rojana pêk bînin. Heya tu kesî ji wa nina. Kî bêje ez Kurdim û bi kurdîtîya xwe serbilindim dibe xwe bigihîne saziyê têkildar û bi va girtiyên parçeyêndire bibin alîkar. Hem madî hem jî manewî dibe bibin alîkar. Gelek kes hene seqetin, destê wa, çavê wa tine. Malbatê wa nikarin werin li parçeyên dînin. Nikarin lazimîyen xwe rojana pêk bînin. Pere elektrîke, dosya heye. Nikarin werine kî bixwin. Ev aliyê derûnî jî neyînî dike. Dorpêçêk giran heye. Mirovê ku dibêjin ez kurdim, xwedî baweriyek civakî, ehlaqî û polîtîkim divê nav hewldanekîde bê. Heya tecrîda grave newe şikandin, tecrîda liser tevahiyê girtiye Tirkî nayê şikandin. Ev rastîya. Ev 4-5 mehîn çalekî destpêkirinê her diçe mezin dibin. Lê li tîpa S û girtîgehê ewlehiya wa bilin pêkanîna va çalakiya jî zahmete. Girtî nikarin hemû va çalakiya pêk bibin. Jiber ku di navbera wada têkiliyek nîna. Dema çalakiyan dikin jî tecrîda heyî girantir dibe. Ez dibêjim piştî ku ji hilbijartinê serkeftinek mezin çêbû wê rewşa polîtîk jî hêdî hêdî baş bibe. 
 
30 sal berê rewşa girtîgehan çi bû niha rewşa girtîgehan çibû?
 
Guhartinê girtîgehê 30 salî de pir çêbûn. Berê di mezelêkî de 20-30-40 heval hebûn. Bi aliyê madî û manewî hevparî hebû. Bi hevre parvekirin, guhdarkirin hebû. Naha ne wisa ye. Ya ku em li ser piyan dikir ew parvekirin, şewirandin bû. Naha jiber ku şert û mercê tecrîdê kûr bûne ew derfetê berê radibin. Dema ev derfet rabin ferasetê tekakesî pêşdikevin û ew jîyana berê a felsefî, hevaltî ye jî kêm dibe. 
 
Tu 30 salan di zindanê de mayî îro şûnda tê çi bike? Li pêşîya tê çi heye?
 
Xewn û xeyalên min yê herî mezin jiyanek azad, Kurdî buyîn bû. Heya naha jî ev ne guherî. Hê ez  ji we re derneketime. Mirov nizane wê çi were serê wî lê ezê vê rede bimeşim. Jibo jiyaneke azad ehleqi û polîtîk çi bikeve ser milê min ezê bikim. Bar girane, pirseke tenduristî hene. Lê ez ji xwe bawerim. Heya naha çawa hatibê wê ji îro şunda jî bimeşe. Jibo min tişta herî zahmet çû ya hêsan ma. Ji aliyê zahmetîya va ez nafikirim. Jiyanek ehlaqî û polîtîk, hunerek azad, yekbûyî na hemû parça xeyal dikim. Ev xeyal ne xeyalek dûre. Wê pêk were, neze. Di vî warî de wê hewldanê min berdewam bikin. Jibo hatina wê ez spas dikim. Çapameniya Azad li her derî xeyda ne dirêjin e. Ev mirov keyfxweş dike, em bi wê serbilindin. Jibo kesê hatin ez dîtim spas dikim. Mala wa ava. Germehiyek mezin derket. Ev germahî wê bibe sedema serkeftina me. Em bi hevre şanaz bibin. Yê ku hatî û yê hê ne hatî telefonê gerîyan re pir spas dikim. 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

14/05/2024
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye
12:58 Li Katalonyayê Partiya Sosyalîst bû yekemîn
12:47 Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man
12:44 Kirkazak: Doza Kobanê dozeke siyasî ye
12:18 Cîgirê komîserî hevjîna xwe û du zarokên xwe qetilkirin
12:17 Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an
11:45 Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:39 Ji 159 kesan têkildarî Doza Kobanê daxuyanî: Dê bandorê li pêşeroja welat bike
11:31 Meclisa Jinan a DBP’ê: Heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were, em ê çalakiyên xwe bidomînin
10:46 Şandeya TAJÊ ji bo kampanyaya 'xweparastinê' serdana Bexdayê kir
10:27 Di lêpirsîna Alî Velî de tevî dîmenên îşkenceyê biryara neşopandinê hate dayîn
10:24 Lêkolînê sehayê: Her ku temen dikeve axaftina bi zimanê dayikê kêmtir dibe
10:16 Li Dîlokê tundiya mêr: Jinek hate qetilkirin 2 kes birîndar bûn
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 202 roj in agahî nayê girtin
09:33 Girtiyên siyasî 169 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:24 Înfaza girtiya siyasî Başligê hate şewitandin
09:05 Dadgehên Cezayê yên nû: ÎGK
09:01 OHD dê ji bo Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bide
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Xwebûn bi manşeta “Her dem kurdî” derket
12/05/2024
22:02 Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê didomin
21:53 Gora Feqiyê Teyran bi girseyî hate ziyaretkirin
21:31 Cenazeyê Soydan li Geverê hate veşartin
21:15 Şerzan Kûrt li Mûglayê hat bibîranîn
20:39 Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e
19:32 MED-DER li Pasûrê bi zarok û jinan re civiya
19:25 Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Dîwana Dengbêjan hate danîn
18:57 Tevî astengiyan serdana Şenyaşarê kirin: Me hemûyan temsîl dike
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir