Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin

  • rojane
  • 10:15 28 Nîsan 2024
  • |
img

STENBOL - Parêzera OHD’î Rezan Gezer da zanîn ku girtiyên hevdîtinên bi malbatan re, yên ser telefonê û derketina dadgehan boykot dikin, her hefteyê daxwaza xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji Wezareta Dadê re radigihînin. 

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 38 meh in agahî nayên girtin û kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên siyasî ku di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 4’ê nîsanê de derbasî qonaxa boykotkirina dadgeh û hevdîtinên bi malbatan û yên li ser telefonan. 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Rezan Gezer têkildarî daxwazên girtiyan û binpêkirinan axivî. 
 
Gezer, da zanîn ku di dema grevên birçîbûnê de gelek sepanên derhiqûqî li dijî girtiyan hatine kirin û wiha got: “Di çalakiyên greva birçîbûnê de hinek lêpirsîn derheqê girtiyan de hatin destpêkirin. Li hinek cihan cezayên hucreyê hatin dayîn, li hinek cihan jî cezayê bêparhiştina ji çalakiyên civakî hate dayîn. Heta hinek miwekîlên me pê re hevdîtin kirî gotin ku cezayê qedexeya hevdîtina li ser telefonê jî hatiye dayîn. Lê biqasî em dizanin ji bo qonaxa nû hêj çi lêpirsîn nehatine vekirin.” 
 
DAXWAZÊN XWE JI WEZARETÊ RE RADIGIHÎNIN’ 
 
Bi domdarî Gezer diyar kir ku girtî di daxwazên xwe de biisrar in û wiha domand: “Daxwaza wan ew e ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji hêla fîzîkî ve azad bibe, pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin, binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî û yên nexweş bi dawî bibin. Van daxwazên xwe hem ji Wezareta Dadê re hem jî saziyên ji girtîgehan berpirsyar re dişînin. Her hefteyê van daxwazên xwe dişînin. Girtiyan gotin ku heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe ya boykotê bidomînin.” 
 
HESTIYARIYA DI MIJARA TECRÎDÊ DE
 
Parêzer Gezer, armanca ji çalakiya boykotê jî wiha vegot: “Ji bo tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din bê fêmkirin û hestiyariyek çêbibe vê çalakiyê dikin. Dixwazin bidin fêmkirin bê ka dema hevdîtinên bi malbatan re û yên li ser telefonê tên boykotkirin encamekî çawa dibe. Dixwazin encamên wê bi raya giştî bidin fêmkirin.”
 
'GIRTÎGEH DIKEVIN REWŞEKÎ ZEHMET’
 
Gezer, anî ziman ku boykotkirina telefon, dadgeh û hevdîtina bi malbatan re bi xwe re “nediyariyê” tîne û wiha bi dawî kir: “Dema girtîgeh ceza dide girtiyan malbatan jê agahdar dike. An jî li ser parêzeran agahî didin malbatan. Lê di çalakiya boykotê de hemû tiştan girtî bi xwe biryarê didin. Piranî bi parêzer û malbatan re qet hevdîtin nayên kirin. Lewma jî tu agahî jê nayên girtin. Di vê rewşê de girtîgeh dikevin rewşekî zehmet. Ji ber ku sazî mecbûr in vê agahiyê bidin; ‘girtî baş e, bi tendurist e.’ Divê li dijî vê çalakiyê ev bersiv were dayîn. Di esasê xwe de yek ji armancan jî ev e. 
 
DIVÊ RAYA GIŞTÎ BERTEK NÎŞAN BIDE
 
Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan veguherî wê rewşê ku em nekarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinan bikin. Divê ev rewş bibe rojeva raya giştî. Heke sibe ez bixwazim bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikim û bersiva ‘na’ were dayîn, ez ê nezanim ka ev biryara miwekîlê min e yan ya girtîgehê ye. Lewma divê raya giştî bertekê li dijî vê yekê bide.” 
 

Sernavên din

15/05/2024
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne
09:26 Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî giran dibe
09:16 Cejna Zimanê Kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 203 roj in tu agahî nayê girtin
09:03 Girtiyên siyasî 170 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:02 Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
09:02 Aborînas Nas: Fatûre li gel û xebatkarên cemaweriyê hatiye birîn
09:02 Li bajarê ku berf lê nebariya 13 milyon TL ji bo 'têkoşîna li hemberî berfê' hatiye xerckirin
09:01 Dayikên girtiyên di çalakiyê de: Daxwazên wan pêk bînin
09:01 ROJEVA 14’Ê GULANA 2024’AN
13/05/2024
20:27 Li Amed û Cizîrê panelên zimanê kurdî
20:10 Çalakiya Nobeda Edaletê ya Şenyaşarê di roja 102'yan de ye
16:54 Li Wan û Şirnexê çalakiyên ziman: Bi kurdî biaxive, bifikire, bijî
16:42 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê ji têkoşîna xwe bi paş ve gavê neavêjin
16:17 Şaredarî têkildarî Ziya Turk daxuyanî da
16:14 Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin
15:45 Şîna Rêber Soydan bi girseyî hat ziyaretkirin
15:38 Parlamentoya Iraqê dê serokê xwe yê nû hilbijêre
15:22 AKP çû, tabelayên bi kurdî dîsa hatin danîn
15:06 Li kolanên Sûrê gel vexwendin çalakiyên Cejna Ziman
14:23 Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin
13:38 DEM Partiyê paketa hikûmetê nirxand: Teserûf di aştiyê de ye