Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî hemû hîleyan jî wan di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xistine û got ku wan zîhniyeta qeyûmperest têk birine. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari beriya civîna bi hevserokên bajaran re ya li navenda giştî, têkildarî rojevên heyî axivî. Hatîmogûllari, da zanîn ku dê di vê civînê de nexşerêya rojên pêş diyar bikin. Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Ji bo DEM Partiyê hilbijartineke taybet bû. Li dijî partiya ku temamiya derfetên dewletê bi kar anî em ketin pêşbirkê. Her wiha me li dijî rejîma qeyûm a di demên berê de hatibû tayînkirin jî seknekî hebûnê raber kir. Me tevan bi hev re mohra xwe li serkeftineke mezin da.” 
 
BERXWEDANÊN ŞIRNEX Û WANÊ
 
Bi domdarî Hatîmogûllari diyar kir ku îktîdarê li 32 navendan leşker û polîs weke hilbijêr veguhest da ku bi ser keve. Hatîmogûllari, wiha pê de çû: “Lê me piraniya vê planê têk bir. AKP a ku dibêje qey li 10 navendên me bi ser ketiye, di vê hilbijartinê de tu tiştek bi dest nexist. Ez berxwedana xelkê Şirnexê ya li djiî hilbijêrên qeyûm raber kirin silav dikim. Li Şirnexê nêzî 10 hezar polîs û leşkeran deng dan. Her çend ku me weke bi 2 hezar deng ferq winda kiribe jî, di esasê xwe de DEM Partî bi ser ket.” 
 
Têkildarî berxwedana xelkê Wanê ya li dijî hewldana xespkirina vînê jî ev tişt anî ziman: “Ez spasiya xelkê Wanê û rêxistina bajar dikim ku ev hewldan vala derxist. We careke din ev yek nîşanî me da; bi hêza xelkê birêxistinkirî dikare ev feraseta were têkbirin.”
 
JI BO DOZA KOBANÊ BANG KIR
 
Hatîmogûllari, bal kişand ser danişîna Doza Kobanê ku dê di 16’ê Gulanê de were lidarxistin û wiha got: “Ev doz yek ji mînakên herî girîng ên mafê fikr û raman û xweîfadekirinê ji holê radike ye. Di dîroka siyaseta Tirkiyeyê bi tîpên reş hatiye nivîsand. Em li bendê ne ku hemû kesên ji vê îktîdarê re dibêjin ‘bisekine’, yên dibêjin ‘êdî bes e’ piştgiriyê bidin. Heke weke gelên Tirkiyeyê, kesên bindest û keda wan tê xwarin em bikarin vê doza kompasê bidin sekinandin, wê demê dê ji bo rûpeleke nû yê Tirkiyeyê demekî nêz be. Em di Doza Kompasê ya Kobanê de piştevaniya hev bikin û bikin biryareke ji bo azadiyan were dayîn. Divê tevahiya hevalên me bên berdan.” 
 
'DI ESASÊ XWE DE EM NIHA DEST BI KAR DIKIN’
 
Hatîmogûllari diyar kir ku wan bi şandina zîhniyeta qeyûm re mohra xwe li serkeftinê dane û ev tişt anî ziman: “Yek ji gavên herî serkeftî ew e ku me ji vê rejîmê û ji otorîterbûnê re got bisekine. Me bi saya Lihevkirina Bajar li bajarên rojava serkeftineke mezin bi dest xist. Me xwest rêya Rêya Sêyemîn û avakirina komara demokratîk vekin û me serkeftineke mezin bi dest xist. Divê em bikevin van rêyên hatine vekirin, van rêgehan baş birêxistin bikin û erk û berpirsyartiyên xwe baş bicih bînin. 
 
ME PEYAM BAŞ FÊM KIR
 
Em dixwazin siyasteke ku civakê aram dike û pirsgirêka çareser dike derxînin holê. Em li vir ji hemû gelên Tirkiyeyê re dibêjin; me peyama we baş fêm kir û em ê siyaeseta xwe li gorî vê çarçoveyê bimeşînin. Gelê kurd jî hem got ‘ez xwedî li îradeya xwe derdikevin’ hem jî got ‘ez di mijara jiyana hevpar de biisrar im.’ Divê gelên Tirkiyeyê vê peyama gelê kurd baş binirxîne û çarçoveya siyaseta rojên pêş li gorî vê ava bike. 
 
NÎQAŞÊN TÊKILDARÎ DESTÛRA BINGEHÎN
 
Erê rast e pêdivî bi destûra bingehîn a nû û demokratîk heye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên me rêzkirin, rola destûra bingehîn a demokratîk girîng e. Ev îktîdar îktîdarekî wisa ye ku hêj li gorî destûra bingehîn a 82’yan jî tevnegeriyaye. Lê niha dibêje em destûra bingehîn a nû amade bikin. Ji kerema xwe bila îktîdar, muxalefet û hemû dînamîkên civakî baş guhdar bin; weke DEM Partiyê me ji bo nîqaşên têkildarî destûra bingehîn bi gel re bikin dest bi amadekariyên xwe kir. Em ê destûrê nedin ku nîqaşên destûra bingehîn mîna Yenîkapiyê ji bo îktîdarê bibe derfeta xelasiyê. Divê nîqaşên li ser destûra bingehîn li gorî pêdiviyên sereke yên civakê bên meşandin. Divê hedefa me ew be ku nîqaş ji hêla doreke herî berfireh ve bên kirin. 
 
BERSIV DA ÎDIAYÊN ALÊ
 
Medyaya îktîdarê ji bo şaredariyên me îdiaya ‘al anîne xwarê’ dike. Ev teqez derew e. Pirsgirêka me bi sembol, ala û hwd. re nîne. Dixwazin raya giştî ya Tirkiyeyê ji bo tayînkirina qeyûman amade bikin. Lewma van derewan belav dikin. Dixwazin alayê weke qada rantê bi kar bînin. 
 
BANGA JI BO 4’Ê GULANÊ
 
Berpirsyartiya me ye ku em ruhê 8’ê Adarê, Newrozê û 31’ê Adarê veguhêzin qadên 1’ê Gulanê. Em ê bi dirûşma ‘Ji bo di 1’ê Gulanê de welatê ked û azadiyê ava bikin em tên’ li qadên Taksîm, Wan, Êlih, Amed, Çukurova, Behra Reş û li her aliyên Tirkiyeyê bin. Em bi hev re biherikin qadên 1’ê Gulanê. 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD DA
 
Niha jî ji bo tekela qesrê saxlem bikin û nehêlin nûçeyên rast bên parvekirin, operasyonek li dar xistin. Ev operasyon ne tenê li dijî Çapemeniya Azad tên kirin. Operasyoneke li dijî amfê agahîgirtinê yê gel e. Em van operasyonên girtin û binçavkirinê şermezar dikin. Divê hevalên me yên di vê dawiyê de hatine girtin tavilê bên berdan. Yek ji welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Dema ev tişt diqewimin gelo kî dikare qala destûra bingehîn bike? Heke em qala destûreke bingehîn a demokratîk bikin, divê ji ewil jî çapemenî azad be. Divê tevahiya kedkarên çapemeniyê bên berdan.” 
 
 

Sernavên din

12:09 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn | TÊ NÛKIRIN
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Beriya danişîna Doza Kobanê daxuyanî tê dayîn
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê
15:45 Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’
15:27 Li Cûrnê Reş mal bi mal xebata hilbijartinê
15:01 Di kana madenê de hezaz: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:45 Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin
14:27 Li Wanê binçavkirin hatin protestokirin
13:47 Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin
13:21 Li Mêrdînê dê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan bê lidarxistin
12:45 Bakirhan 5 xalên pêşkeşî partiyên siyasî kiribûn eşkere kir
12:43 27 parlamenter û senatorên Spanyayê ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şandin
12:42 Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da.
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Girtiyên jehrî bûbûn piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin
11:09 Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye
10:51 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:43 Karûbarên îfadegirtina 55 binçavkiriyên li Wanê dest pê kir
10:42 Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin
10:41 Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin
10:35 Ekolojîst Şener: Texrîbat ne tenê pirsgirêka gelê li herêmê ye
10:03 Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê
09:57 Hem firoşkar hem kirîger bi gazinc in
09:47 Ji bo 9 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:43 Xelîl: Zimanê kurdî zimanekî qedîm û şirîne, divê em xwedî lê derkevin
09:36 Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin
09:35 Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne