Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenter, nivîskar, sendîkavan, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de gelek kesayetên li Brîtanyayê nameyek ji CPT re şandin û jê xwestin ku bi lez şandeyekê bişîne Girava Îmraliyê.
 
Bi pêşengiya Peace in Kurdistan a Îngilistanê (Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û CPT demildest şandeyekê bişîne giravê, nameyeke hevpar hate nivîsandin. Ji xeynî endamên înîsiyatîfê, zimanzanê navdar Noam Chomsky, Lîderê Berê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn, ji rêxistina sendîkaya herî mezin a Îngilistanê Unite the Union’ê Simon Dubbins, Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring, Prof. Dr. Mary Davis, ji parlamenteriya SNP’ê Chris Stephens, ji parlamenteriya Siin Fein’ê Chris Hazzard, Mickey Brady, parlamenterên Partiya Karkeran Kate Osamar, John McDonnell û akademîsyen, endamên sendîkayan, nivîskar û rojnamevan jî di nav de bi dehan kesan name îmze kirin û piştgirî dan.
 
Her wiha Berdevka Konfederasyona Karkerên Koçber a Ewropayê Asiye Guden û gelek hunermendan jî, name îmze kirin.
 
Name bi sernava “bangeke lezgîn û divê demildest berçav were girtin” ji Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê Alan Mîtchell re hate şandin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê wan ê siyasî tê dîtin, ev 38 meh in ji aliyê dewleta tirk ve li girava Îmraliyê tê ragirtin û bi ti rengî destûr nayê dayîn ku peywendî pê re bê çêkirin. Di nameyê de hat diyarkirin ku bi vê tecrîda dermirovî û derqanûnî têkîliya Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran re, hatiye astengkirin û di nava valatiyeke “îzolasyonê” de hatiye hiştin. Di nameyê de hat gotin ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de hewl daye Girava Îmraliyê veguherîne “darbesteke li ser avê”.
 
Di nameyê de hat ragihandin ku Abdullah Ocalan ê 75 salî, 25 sal in bi tecrîdê re îşkenceyên zalimane re rû bi rû dimîne, ev 3 sal in derbarê tenduristiya wî ti agahî nehatine dayîn û ev yek dibe sedemê fikareke cidî.
 
REWŞA OCALAN MIJAREKE HESAS E
 
Di dewama nameya ku ji Serokê CPT’ê Mîtchell re hatî şandin de, ev tişt jî hatin diyarkirin: “Di vê noxteyê de, bi rewşa fizîkî ya Ocalan re, niha li ku derê ye jî nayê teyîdkirin. Ev rewş ji bo gelek Kurdan mijareke hesas e ku wî weke nûnerekî dengê xwe yê neteweyî dibînin. Ji ber van sedeman, em ji we daxwaz dikin ku weke CPT demildest bikevin tevgerê, encex bi vî rengî wê tirs û fikarên me derbas bibin. Weke CPT mafê we heye ku hûn serdana hemû cihên girtinê yên dewletên ku aliyê peymanê ne, bikin û Tirkiye jî di nav van dewletan de ye. Ev yek raye û qabîliyetê dide we ku hûn koma xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; dewleta Tirk xwedî wê berpirsyariyê ye ku destûrê bide we ku serdana Birêz Ocalan bikin û bi rengekî taybet pê re hevdîtinê bikin ku dûrî ji zextê di nava nepenîtiyê de pê re bidin û bistînin.
 
BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNIN
 
Di nameyê de hat destnîşankirin ku CPT divê li gorî madeya 3’yemîn a Tuzuka Konseya Ewropayê tevbigere û wiha hate gotin: “Birêz Ocalan welatiyê dewleteke endamê Konseya Ewropayê ye ku 25 sal in li vê dewletê ji mafên mirovan û 3 sal in jî ji mafê hevdîtina bi parêzeran û axaftina bi malbatê re, bêpar tê hiştin. Bi hemû samimiyeta xwe yekane tişta ku em ji we dixwazin, demildest ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re û kontrolkirina tenduristiya wî şandeyekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Heke hûn Tirkiyeyê, Konseya Ewropayê û CPT’ê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin û destûr bidin malbat û parêzerên wî serdana wî bikin, em ê pir kêfxweş bin. Ev yek bi milyonan kurdan eleqeder dike. Ev yek wê Tirkiyeyê teşwîq bike ku ji bo meseleya kurd jî bi rengekî aştiyane çareser pêk bîne. Ji bo demê we veqetandî, em spasiyên xwe pêşkêş dikin û hêvî dikin ku hûn vê weke daxwazeke me ya ji dil qebûl bikin.”
 
ÎMZEVAN
 
“John Austin, Mike Arnott, President STUC, Baroness Blower of Starch Green, Prof .Bill Bowring, Mickey Brady, MP for Mid Ulster, Julie Christie, Noam Chomsky, Jeremy Corbyn MP, Maggie Cook, UNISON women activist, Prof Mary Davis, Lord Dholakia, Simon Dubbins, UNITE International, Dr Radha D’Souza (writer), Desmond Fernandes, Lindsey German, Convenor STWC, Melanie Gingell, Christopher Gingell, Prof Dr. Michael Gunter, Rahila Gupta, author, journalist, Chris Hazzard Sinn Fein MP, Nick Hildyard, policy advisor, Dafydd Iwan, Former President Plaid Cymru, George Katsiaficas, Greek-American, James Kelman, novelist, Baroness Helena Kennedy KC, Jean Lambert, former MEP, Dr Les Levidow, Open University, Gawain Little, GFTU General Secretary, Elfyn Llwyd, John McDonnell MP, Mike Mansfield KC, David Morgan, journalist, Conor Murphy, Sinn Fein MLA, Dr Thomas Jeffrey Miley, Dr. Jessica Ayesha Northey, Kate Osamor MP, Margaret Owen OBE, Ali Gul Ozbek, Former Councillor and Mayor of Haringey. Gareth Peirce, Dr Felix Padel, anthropologist, Maxine Peake, actor, Dr Thomas Phillips, Liverpool John Moores University, Father Joe Ryan, Dr Thomas Schmidt, ELDH Europe, Bert Schouwenburg, International Trade, Roza Salih, Scottish politician, Tony Simpson, Bertrand Russell Peace, Stephen Smellie, PIK Trade Union, Jonathan Steele, journalist, Chris Stephens SNP MP, Gianni Tognoni, General Secretary, Dr Federico Venturini, Associate, Dr Tom Wakeford, Dr Derek Wall, Julie Ward, former MEP, Frances Webber, former Vice-Chair of, Kariane Westrheim, Chair, EU Turkey Civic Commission (EUTCC), Hywel Williams MP. Kim Johnson MP, Rohash Shexo, Kongra Star Women’s Movement, Suna Alan, Jiyan Kurdish Women’s Assembly, Esra Asiye Guden, co-chair of European Confederation of Immigrants, Rojin Mikuryani, PhD Researcher at University College Cork, Ireland, Sara Kermanian, PhD Researcher at University College Cork, Ireland. Turkan Ozcan &Agit Karatas, Kurdish People’s Democratic Assembly of Britain.”
 
 

Sernavên din

21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e
09:46 Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?
09:23 Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin
09:09 Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in