Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin

  • rojane
  • 15:57 9 Hezîran 2024
  • |

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir, di civîna malbatan de axivî û bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bi polîtîkayên dagirkerî, mêtîngerî û qeyûman ev pirsgirêk çareser nabe. Roj roja çareserî û azadiyê ye." 

Rêxistinên MEBYA-DER û TUAY-DER'ê bi malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbatên hatine girtin re bi dirûşma “Dem dema xwedî derketina nirxan ê” civînek pêk anî. Saziyan civîna malbatan li salona Dawetê ya Kaplanê pêk anî. Di civînê de reveber û nûnerên DBP, DEM Partî û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayındir û parlamenterên DEM Partiyê,  Meclisa Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeda Edaletê, rêveberên MED-DER, OHD) û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de li salonê pankarta “Dem dema xwedî derketina nirxan ê” vekirin. Girseyê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz kir.
 
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de ewil rêveberê MEBYA-DER'ê Yuksel Elmas axivî û wiha got: "Li dijî gelê kurd polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Li dijî van polîtîkayan yekîti û hevkariya malbatan pir girîng e. di şerê qirêj de hem cenazeyan nadin malbatan û hem jî destûr nadin ku malbatên me şînên xwe dînin. Destûr nadin ku li gorî pîvanên mirovahiyê malbat merasimên cenazeyên zarokên xwe pêk bînin. Cenazeyan bi rêbazên dijmarî didin malbatan. 
 
Li du deverên cîhanê cenaze bi kargo ji malbatan re neşandine. Cenazeyê kurê Halise Aksoy li ber çavan e. Hemû dîmen li ber çavan e. “Tu malbat li dijî van polîtîkayan serî natewînin." 
 
‘HETA AZADIYÊ DÊ TÊKOŞÎN BIDOME' 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir jî anî ziman ku 50 salin têkoşînek bêhempa heye û dê li nirxên ku vê tekoşînê ava kiriye xwedî derkevin. Keskîn Bayindir, destnişan kir ku dê gav bi gav têkoşînê mezintir bikin û wiha axivî: “Em ê bi vê bîr û baweriyê axa xwe, hêza xwe zimanê xwe û Kurdistanê biparêzin. Em ê li çar parçeyên Kurdistanê di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bibin xwediyê statuyê. Dewleta dagirker a tirk dixwaze me ji nirxên me qut bike. Dixwaze bêtir me parçe bike û ji hev qut bike. Lê nirxên me û hafiza me rêberê me ye. Em ê heta dawî li nirxên xwe û destkeftiyên xwe xwedî derkevin û biparêzin. Heta em azad bibin dê têkoşîna me bidome. 
 
KURDEKÎ SERÎ LI BER ZILMÊ BITEWÎNE TUNE YE
 
Bayindir da zanîn ku kurd li çar parçeyê Kurdistanê bûye wekî penaberan û wiha berdewam kir: "Kengî dibe bila bibe, çiqas zor dibe bila bibe, dê gelê kurd mafê xwe bi dest bixe. Dê kurd dawiya dawî xwe bi rêve bibin. Dê tu carî gelê kurd li dijî bindestî, zordestî û zilmê serî netewîne. Kurdekî bi tenê ku serî li ber zilmê bitewîne tune ye. Em ji vê doz û têkoşînê bawer dikin. Heta damleyek xwîna me jî heme emê vê doz û têkoşînê berdewam bikin." 
 
Keskîn da zanîn ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha bi dawî kir: "Çareseriya pirsgirêka kurd heye. Çareserî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. vekirina deriyê Îmraliyê ye. Çareserî ne sor e. Bi polîtîkayên mêtîngerî, dagirkerî û qeyûman pirsgirêk çareser nabe. Bi naskirin, qebûlkirin, azadiyê pirsgirêk çareser dibin. Eger hûn bi qetilkirinê çareser bikin, kurd dê heta dawî li ber xwe bide. Ji ber ku gelê kurd doza ziman, çand, nasname û axa xwe dike. Roj roja çareserî, azadî û têkoşînê ye. Em jin, ciwan û hemû saziyên kurdan dê bêtir têkoşînê mezintir bikin. Em ê het dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.b" 
 
Civîn bi niqaş û pêşniyarên çareseriyê bi dawî bû.
 

Sernavên din

11/06/2024
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan