Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê

  • rojane
  • 20:24 20 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - ADGB'ê ragihand ku ji bo girtiyê bi navê Ecevît Pîroglû wê 21'ê Hezîranê roja Înê şandeyek biçe Sirbistanê. Pîroglû yê ku di greva birçîbûnê de ye, ji ber gelek kilo winda kir, rakirin nexweşxaneyê.
 
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got, "ADGB’ê wê bi şandeyekê re 21'ê Hezîrana 2024'an roja Înê biçe Sirbistanê. Ecevît Pîroglû cara duyemîn e dest bi greva birçîbûnê kiriye û çalakiya wî di roja 130’yan de dewam dike.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Piştî îtîraz û têkoşînek demdirêj Dadgeha Bilind a Sirbistanê biryar berdana Ecevît Pîroglû da û biryara radestî Tirkiyeyê kirin betal kir. Lê belê piştî serbestberdana wî di 12'ê Çileya 2024'an de careke din ji aliyê polîsên Sirbistanê ve hat girtin û li navenda binçavkirinê ya Skela Padînska hat bicihkirin. Ev navend mîna navenda dersînorkirin û îadekirinê xebatê dimeşîne. 
 
Ecevît Pîroglû ji bo protestokirina vê rewşê di 12 'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di nava vê demê de Pîroglû gelek kilo winda kir û bi bejna xwe ya 1,82 metre daketiye 44,6 kîloyê. Êdî nikare bimeşe û pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne. Gelek organên wî di bin rîska îflaskirinê de ne. Ew di hişê xwe de ye lê di axaftinê de zehmetî dikêşe. Niha li nexweşxaneyê tê ragirtin, lê li odeya wî timî polîs hene."
 
DAXWAZÊN PÎROGLÛ
 
Di daxuyaniyê de daxwazên Ecevît Pîroglû wiha hatin rêzkirin:
 
"Bi cihanîna biryara dadgehê û betalkirina radestkirina Tirkiyeyê. Ji bo ku biçe welatê ku dixwaze, divê serbest bê berdan û ti astengî li pêşiya gera wî nebe."
 
WÊ BI PÎROGLÛ Û RAYEDARAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN
 
Di daxuyaniyê de ev jî hatin diyarkirin: "Daxwazên penaberiya siyasî naskirin û mafê rûniştinê dayîn helwesteke gelekî însaniye. 
Hikûmeta Sirbistanê hînê bersiv nedaye daxwazên Ecevît Pîroglû yê di grevê de ye û rewşa wî giran bûye. Helwesta xwe didomîne.
 
Weke ADGB’ê em vê rewşê qebûl nakin. Delegasyona me armanc dike ku zextê li rayedarên Sirbistanê bike û di heman demê de rola navbeynkariyê bilîze. Armanceke din jî ew e ku em nîşanî hevrêyê xwe bidin ku ew ne bi tenê ye û em bi wî re di nava hevgirtineke xurt de ne. Her wiha, armanca me ew e ku em derbarê vê serdanê de bi awayekî berfireh raya giştî agahdar bikin.
 
Şandeya me wê Ecevît Pîroglû li nexweşxaneyê ziyaret bike û bi rayedarên Sirbistanê re hevdîtin bikin û ji bo çareseriyên berbiçav dê pêşniyarên xwe bikin. Em hêvî dikin ku dewleta Sirbistanê bersiva erênî bide daxwaza me ya hevdîtinê. Bê guman haya me jê heye ku dewleta Tirk li pişt perdeyan zexteke mezin li Sirbistanê dike.
 
Di şandeyê de wê nûnerên komên cuda yên weke ADHK, Atik û AVEG-KON, ADDKÎ, TSP ku saziyên pêkhateyê yên ADGB'ê ne, amade bin. Nûnerek ji Konseya Penaberan a Bavyerayê jî wê weke delegasyon amade be. Yek ji parêzerên Ecevît Pîroglû jî wê tevî şandeya me ya li Sirbistanê bibe."

Sernavên din

15/07/2024
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn